Êrîvan: Çareseriyek dîplomatîk nîne; an serkeftin an têkçûn!

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan diyar kir ku li ser mijara şerê li Qerebaxa Jor bi Azerbaycanê re çareseriyek dîplomatîk ne gengaze û banga çûyîna çeperan li xwebexşan kir.

Di dema Wezîrên Karên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê serdana Moskovayê kirin de, Paşinyan li ser Facebookê bang li Ermeniyan kir. Li bendêne ku herdu wezîr vê hefteyê li Washîngtonê bicivin.

Paşinyan got: “Pêwîste ku em qebûl bikin ku ne niha û ne jî demek dirêj ji bo pirsgirêka Qerebaxa Jor em bigehin çareseriyekê.”

Şer 27’ê Îlonê bi destpêkirina operasyona artêşa Azerbaycanê ya bi teşwîq û alikariya dewleta Tirkiyê li Qerebaxa Jorî gûr bû.

Paşinyan wiha domand: “Her tişta ku em qebûl dikin ji bo Azerbaycanê nayê qebûl kirin. Ev jî dide diyar kirin ku herî kêm niha qala çareseriyek dîplomatîk kirin bê wate ye.”

Serokwezîrê Ermenîstanê ev bang kir: “Hemû bajêr, bajarok, rêvebirên gundan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û derdorên kar kirin ku yekîneyên xwebexş rêxistin bikin” û got: “Yan serkeftin yan jî têkçûn, tiştek cûda tir nîne. Ji bo serkeftinê, pêwîste ku em yekîneyên xwebexş ava bikin.”

Rêveberiya Azerbaycanê ji destpêka şer heta niha di aliyê diyalogê de meylbûnek nîşan neda. Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev hertim daxuyaniyên şervanan da, ji bo dijberên xwe heqaretên weke “Kûçik” yanî “Lawirên dirinde” bikar dianî. Îtifaqên bingehîn li Tirkiyê bi şêweyek giran li ser dijminahiya Ermeniyan propaganda kir û peyamên dagirkirinê dide.