Êrîşkarê Parîsê hate girtin

Hate ragihandin ku êrîşkarê li Parîsê ya Fransayê wesayît ajotiye ser leşkeran, li bakurê rojavayê welat hatiye girtin.

Kesê ku vê sibehê li Levalloîs-Perretê ya banliyoya Parîsê wesayît ajotibû ser leşkeran û şeş kes birîndar kiribû, dema diçû Calaîsê li ser otobana A16’ê hate girtin.

Hat ragihandin ku polîsan bera wî dane û bi awayî ew dane sekinandin û ev kes bi birîndarî hatiye girtin.

Hat diyarkirin, kesê ku hatiye girtin di sala 1980’î de ji dayîk bûye û ji bo ku bireve berê xwe daye Calaîsê ya peravên Behra Manşê.

Li Fransayê piştî qetlîama Charlîe Hebdo ya di Çileya 2015’an de ji du sedî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dane. Gelek êrîşên li dijî hêzên ewlekariyê jî, beriya ku pêk were pêşiya wê hatibû girtin.