'Êrîşên dewleta Tirk qirkirineke sîstematîk e'

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Misrê Şerîf Şahîn û siyasetmedar Taha Elî, destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûr qirkirineke sîstematîk e.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Misrê Şerîf Şahîn nerazîbûn nîşanî êrîşên ku sivîl û qadên jiyanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hedef da.

Şahîn, diyar kir ku dewleta Tirk mîna ku Îsraîl li Xezeyê dike heman komkujiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got, "Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tine bike. Êrîş dike û zerarê dide qadên jiyanê yên gelê Kurd. Bi van êrîşan re dixwazin mirov xaka xwe biterikînin û ji cih û warên xwe bibin."  

Lêkolîner û siyasetmedarê navneteweyî Taha Elî, jî destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûr qirkirineke sîstematîk e.

Taha Elî, bilêv kir ku di navbera PKK û dewleta Tirk de şerek heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Tirkiye ji bo gelê Kurd tine bike û qetil bike dikeve nava tevgerê. Ji ber vê yekê Rêber Apo bi salan e li Girtîgeha Îmraliyê dîl tê girtin. Li paytexta Fransa Parîsê qetilkirina Sakîne Cansiz û herî dawî jî qetilkirina endama akademiya Jineolojiyê û rojnamevana Kurd Nagihan Akarsel li Silêmaniyê di encama planeke qirêj de, encama polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd e."