Êrîşa li Umman’ê çeteyên DAÎŞ’ê girt ser xwe

Li Umman’ê li nêzî mizgefteke Şîa êrîşeke çekdarî pêk hatibû û di encamê de 6 kes miribûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş girt ser xwe.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê ajanseke propagandayê ve hatî parvekirin, çeteyên DAÎŞ’ê êrîşa çekdarî ya ku roja Duşemê pêk hatî girt ser xwe. Hat diyarkirin ku bi êrîşa li paytexta Muskatê ji aliyê sê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin, ayîna salane ya Şîayan hatiye hedefgirtin.

DAÎŞ’ê êrîşa çekdarî ya li nêzî mizgefta Şîa ya li Umman’ê girt ser xwe.

Piştî êrîşa çekdarî, Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê ya li Muskat’ê hişyariyeke ewlehiyê weşand û hemû vîze û randevûyên roja sêşemê, betal kiribû. Sefaretxaneyê li ser X’ê ev daxuyanî da: “Welatiyên DYE’yê divê li xwe hişyar û amade bin, divê raporên nûçeyên xwecihî bişopînin û guh bidin fermana rayedarên xwecihî.”