Êrîşa kîmyewî bê kirin, wê Fransa û DYA bi hev re bersivê bidin

Nîqaşên li ser îdîaya DYA ku dibêje, rejîma Sûriyeyê xwe ji bo êrîşeke bi çekên kîmyewî amade dike, didomin. Fransa û DYA'ye ragihandin, ku di êrîşeke gengaz de ew ê bi hev re bersivê bidin.

Piştî êrîşa Xan Şeyhûn a 4'ê Nîsanê ku hate îdîakirin rejîma Sûriyeyê kiriye, DYA duh daxuyaniyek da û îdîa kir, rejîm planê dike ku êrîşeke bi çekên kîmyewî bike. Ji bo vê yekê jî liv û tevgera zêde ya li Baregeha Hayratê weke sedem nîşan da.

Ji Fransayê jî daxuyaniyek hate dayin û hat gotin, eger li Sûriyeyê êrîşeke gengaz a bi çekên kîmyewî bê kirin, divê ew bi rengekî hevpar dest li rewşê werdin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Serokkomar Emmanûel Macron bi rêya telefonê bi Serokê DYA Donald Trûmp re axiviye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li hev hatiye kirin ku eger rejîma Sûriyeyê çeka kîmyewî bi kar bîne, 'bersiveke hevpar' jê re were dayin.