Êrîş li gundê Şîa hate kirin: 50 sivîl hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê û Talîbanê êrîşî gundekî li Sar-e Pul a li bakurê Afganîstanê kirin. Di êrîşê de herî kêm 50 sivîl hatin qetilkirin, ku jin û zarok jî di nav de hene.
Çeteyên DAIŞ'ê û Talîbanê êrîşî gundekî li Sar-e Pul a li bakurê Afganîstanê kirin. Di êrîşê de herî kêm 50 sivîl hatin qetilkirin, ku jin û zarok jî di nav de hene.
Li gorî agahiyan, çeteyan gule li 3 xaniyan reşandine û di nava kuştiyan de 7 wezîfedarên ewlekariyê jî hene.
Berdevkê hikumeta eyaletê Zabîhûllah Amanî anî ziman, di nava êrîşkaran de kesên xerîb jî hebûn. Amanî ragihand, şerê li herêmê dewam dike û got, di êrîşê de 50 kesên ku jin û zarok jî di nava wan de hene û piraniya wan ji kabîleya Hazara ya Şîa ne, bi rengekî 'xwînxwarî û li derveyî mirovahiyê' hatine kuştin.
Amanî diyar kir, êrîş ji aliyê komeke ji DAIŞ û Talîbanê pêk tê ve hatiye kirin. Talîbanê ragihand, têkliiya wan bi êrîşê re nîne.
Payebilindekî li Kabîlê jî diyar kir ku tevî hêzên ewlekariyê, balafirên şer jî çûne herêmê. Serokdewletê Afganîstanê Ashraf Ghanî peyamek weşand û êrîş şermezar kir.