'Êlek Zer' bi ser ketin, hikumetê bi paş de gav avêt

Hikumeta Fransayê li bara çalakiya 'Êlek Zer'an gava xwe bi paş de avêt. Serokwezîr Edourd Phîlîppe got, mafê ti bacê tine ku li ser yekîtiya neteweyî talokeyê çêbike.

Rayedarên hikumetê ku heta beriya bi çend rojan jî digotin ew ê ti gavê bi paş de neavêjin, piştî Şemiyê çalakiyên tund ên li tevahiya welêt bi paş ve gav avêtin.

'Êlek Zer' ev bi hefteyan e li dijî baca sotemeniyê û nedadmendiya sosyal li kuçeyan bûn. Ev sê Şemî bûn li tevahiya welêt çalakî hatin kirin. Çalakî bûne krîzeke giran. Li tevahiya welêt şer çêbûn, geleke bajar bûne mîna qada şer.

Serokwezîr Edouard Phîlîppe Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir baca li ser sotemeniyê ji bo 6 mehan hatiye texîrkirin.

Serokwezîr got, "Zivistanî wê bac neyên zêdekirin (...) ti bac heq nake ku li ser yekîtiya neteweyî talokeyan çêbike."

Serokwezîr diyar kir ji bo hêrsa li kuçeyan neyê dîtin û bihistîn divê mirov kerr û kor be û got, "Ev hêrs ji dûr ve tê, ji mêj ve ye kurt ketibû, pir bêdeng ma û îro xwe nîşan da. Ji bo ku ev neyê dîtin û bihîstin divê mirov kerr û kor be (...) ez vê hêrsê dibînim."