Êdî kes bi trajediya koçberan a li Derya Spî nahese

Piştî ku keştiyên dawî jî ji aliyê Îtalyayê ve hatin desteserkirin, fikar tên kirin ku li Derya Spî dramên koçberan bi rengekî bêdeng zêde bibin, ku kes pê nehesin.

Ji salên 1990'î û vir ve bi deh hezaran koçberên ji welatên Efrîkayê bi botan berê xwe dan Ewropayê li Derya Spî xeniqîn. Piraniya wan jî nehatin qeydkirin.

Salên dawî gelek welatên Yekîtiya Ewropa (YE) bi taybetî Îtalya tevdîrên tund girtine. Ji ber vê yekê jî karê alîkariyê yê keştiyên ku saziyên alîkariyê yên însanî kirê kirine, asteng bûne.

ÇEND HEFTE NE KEŞTIYEKE BI TENÊ YA RIZGARKIRINÊ NÎNE

Lê belê ev astengî girantir bûne. Ji ber şewba vîrûsa Covîd-19 keştî mehên dawî hatin vekişandin. Keştiyên herî dawî yên rizgarkirinê jî hatin astengkirin.

Îtalyayê dest danî ser du keştiyên dawî jî yên li Derya Spî karê rizgarkirinê dikirin, lewma li Derya Spî niha karekî rizgarkirina sivîlan nikare bê meşandin. Keştiya 'Alan Kurdî' ya saziya alîkariyê 'Sea Eye' ya Elman û keştiya 'Aîta Marî' ya saziyeke welatê Baskê ji aliyê Îtalyayê ve bi bahaneya 'pirsgirêkên teknîkî' hatine desteserkirin.

PIRANIYA KOÇBERÊN LI LÎBYAYÊ BÊKAR MAN, PÊLA KOÇBERAN WÊ ZÊDE BIBE

Li gorî yek ji nûnerên taybet ên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Vîncent Cochetel, li Lîbyayê ku welatekî rawestgeha penaberan e, ji ber bandora şewba Covîd-19 penaber û koçber wê bêhtir berê xwe bidin Ewropayê.

Cocetel diyar kir, ji ber şewba Covîd-19 sê ji çar parên koçberên li vî welatê di nava şerê navxweyî de ye bêkar mane û destnîşan kir, piştî ku şer giran bû di nava meha dawî de rewş bêhtir nebaş bû.

PÊLA KOÇBERIYÊ 290 JI SEDÎ ZÊDE BÛ

Li gorî nûnerê UNHCR'ê di çar mehên destpêkê yên vê salê de trafîka koçberan li gorî sala derbasbûyî zêde bûye. Li gorî vê yekê koçberiya ji Lîbyayê 290 ji sedî ya ji Tûnisê jî 156 ji sedî zêde bû.

Şewbê zêde bandor li wan nekiribe jî ji ber krîza aboriyê ya li welatên Bakurê Efrîkayê, pêla koçberan a ji welatên din ên Efrîkayê ber bi Ewropayê zêde bûye.

ÊDÎ KES BI TRAJEDIYAN NAHESE

Li Derya Spî ku qadeke ji milyonan kîlometreçargoşe ye, piştî ku her du keştiyên dawî yên rizgarkirinê ji aliyê Îtalyayê ve hatin desteserkirin, wê êdî kes bi dramên koçberan ên li Derya Spî nehese. Bi germbûna hewayê re hewldanên koçberan ên ji Lîbyayê û welatên din ên derdorê ber bi Ewropayê ve zêde dibin.

Dîrektora saziya alîkariyê SOS Medîterranee ya ji operasyonan berpirsyar Sophîe Beaû têkildarî mijarê axivî û siyaseta qirêj a tê meşandin bi tundî rexne kir. Beaû got, "Êdî ti şahid nîne, em asta trajediyên gengaz (Li Derya Spî) nizanin."

Nebihîstina dramên koçberan nayê wê wateyê ku kes li herêmê jiyana xwe ji dest nadin. Ji ber ku şahid nîne bûyer li çapemeniyê belav nabe. Herî dawî destpêka vê mehê 79 koçberan hewl dan xwe bigihînin Îtalyayê û tenê çend ji wan xwe gihandin.

Her wiha sûcdariyên ku dadgerî li hikumet û artêşa Maltayê jî dike, rastiyê nîşan dide. Di nava sûcdariyên ku li Serokwezîr Robert Abela tê kirin de nedayina alîkariya ji bo koçberan û terikandina wan a di nava mirinê de ya li deryayê hene.