Çola Sahrayê bi rêjeya yek ji dehî mezin bû

Çola Sahra ku mezintirîn çola herî germ a cîhanê ye, ji ber germa global bi rêjeya yek ji dehî mezin bû.

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê pisporên Zanîngeha Maryland a DYA ve hate kirin û li Journal of Climate hate weşandin, Çola Sahra ya li bakurê Afrîkayê ku bi mezinahiya xwe ya ji 9 milyon kîlometreçargoşeyî yek ji sê parên parzemîna Afrîkayê ye, roj bi roj ber bi aliyê başûr ve fireh dibe.

HER KU ÇOL FIREH DIBE QADA SALEH JÎ KÊM DIBE

Li gorî lêkolînê, bi Çola Sahra re herêma Saleh kêm dibe ku li vê herêma li başûr av heye û hewa wê nerm e. Çola Sahra ber bi aliyê başûr ve fireh dibe û herêma Sahel biçûk dibe ku weke şerîdeke nîv ziwa ji rojhilat ber bi rojava ve Afrîkayê dike du beş.

DI NAVA SED SALÎ DE BI RÊJEYA YEK JI DEHÎ MEZIN BÛ

Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku ji sala 1920'î dema destpêkirina lêkolîna ewilî heta sala 2013'an, Çola Sahra bi rêjeya 10 ji sedî berfireh bûye. Li gorî lêkolînê, yek ji sê parên vê firehbûnê ji ber bandora germa global e.

Li gorî lêkolînê, di nava 93 salan de barana kêm a li Çola Sahrayê dibariya hîn kêmtir bû û nîşaneya şênber a vê rastiyê jî ziwabûna Gola Çadê ye. Di lêkolînê de hate ragihandin ku qada ku Sahra di mehên havînê de fireh dibe, li gorî salên 1920'î 16 ji sedî ye.

Pisporên ku tevî lêkolînê bûne gotin, bi saya lêkolîna xwe ya li ser Çola Sahrayê wan fêhm kirine ku çolên li herêmên din ên cîhanê jî dikarin berfireh bibin. Pispor hişyariyê din ku ev yek dikare bibe sedem ku erdê çandinî lê têkirin kêm bibe.