Çîn wê pêkanînên li ser Koreya Bakur ‘ji sedî 100’ pêk bîne

Komara Gel a Çînê ragihand ku ew ê pêkanînên li ser Koreya Bakur ‘ji sedî 100’ pêk bîne.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî got ew ê li gorî pêşnûmaya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevbigerin. Wang Yî got ku “Çîn wê pêşnûmaya biryaran ji sedî 100 pêk bîne û li gorî wê tevbigere.”

PÊKANÎN ÇI NE?

Li gorî biryara pêşnûmayê wê qedexe li ser îxracata berhemên wekî komir û hesin were dayîn. Ev berhem çavkaniyên girîng ên Koreya Bakur e. Bi vê re jî tê texmînkirin ku wê ji sê paran pareke dahatên îxracatê werin kêmkirin.

Di biryarê de ev tişt heye ku welatên NY bila destûra xebatê nedin hemwelatiyên Koreya Bakur.

Hin şîrket û kesên Koreya Bakur jî ketine lîsteya pêkanînan û ew ê qedexeya ger û geştê li ser van kesan were kirin.

Koreya Bakur ji sala 2006’an ligel pêkanînên NY xebatên nukleerê didomîne. Rêveberiya Pyongyang ragihandibû kudi 4 û 28’ê Tîrmehê de ceribandina fuzeyên navparzemînan pêk aniye.