Çîn kete alarmê, vîrus belav dibe

Vîruseke nû ku li Çînê der bû, bû sedem ku herî kêm 9 kes jiyana xwe ji dest bidin. Fikar hene ku vîrus veguhere. Ji bo vîrus li welatên din belav nebe Çîn kete nava alarmê.

Alîkarê Wezîrê Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî Lî Bîn ragihand ku 440 nexweşên bi vîrusê hatine tespîtkirin. Lî Bîn hişyarî da ku vîrus a bi rêya nefesê belav dibe, dibe ku biguhere û hîn bi hêsanî karibe belav bibe.

Tê payin ku di 25'ê Çileyê Sala Nû ya Çînê de bi sedan milyon mirov cihê xwe biguherînin. Ev jî fikaran zêde dike ku vîrus belav bibe. Hikumeta navendî dest bi wergirtina tedbîran kir.

Hikumetê roja Sêşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew vê virusê di kategoriya Srasê de dinirxînin. Vîrusa Sras (sendroma bi rêya hilmstandinê ya tundê) di salên 2002 û 2003'an de li Çînê û Hong Kongê bûbû sedema mirina 650 kesî.

Di rewşa heyî de vîrus li nîvê wîlayetên Çînê belav bûye. Şangay û Pekîn jî di nav de.

Li derve jî piştî Japonya, Koreya Başûr, Tayland û Tayvanê li DYE'yê jî nexweşekî bi vîrûsê hate tespîtkirin. Hate ragihandin ku vîrusa li DYE'yê hatiye tespîtkirin bi kesekî 30 salî yê ji bajarê Wûhan ê Çînê hat, hate dîtin. Vîrus di meha Kanûnê de li Wûhanê li bazarekê der bûbû. Rayedaran diyar kirin ku mirov ji mirovan bi vîrûsê dikevin.

Di rewşa heyî de çareya yekane ew e ku mirovên hatine tespîtkirin bi vîrusê ne li karantînayê tê bicihkirin.