Çi bi serê 30 hezar penaberên li Elmanyayê hat?

Li Elmanyayê, aqûbeta 30 hezar penaberên ku serlêdana wan a penaberiyê hate redkirin û biryara dersînorkirina wan hate dayin, nayê zanîn.

Yek ji rojnameyên Elman ên xwedî tîrajeke bilind Bîld îdîa kir, ku hikumet û daîreya biyaniyan nizanin bê 30 hezar penaberên biryara dersînorkirina wan hatiye dayin li ku ne. Sala 2016'an der barê 54 hezar penaberî de biryara dersînorkirinê hatibû dayin.

Hat ragihandin, 23 hezar ji penaberên navborî hê di statuya penaberan de ne û hat gotin, nayê zanîn bê 30 hezar penaberên mayî bi xwe Elmanya terikandine ya jî bi awayekî qaçax li Elmanyayê dimînin yan na.

Wezareta Karên Hundir bersiv da pirsa rojnameya Bîldê û li xwe mikur hat ku daîreya biyaniyan li ser aqûbeta van penaberan xwedî agahiyeke berfireh nîne. Nakokiyeke bi heman rengî, sala 2015'an di hejmara penaberan de ketibû rojevê.

Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep Ûlla Jelpke jî anî ziman ku der barê penaberên bi dilxwazî Elmanyayê diterikînin, hikumet statîstîkeke rast nagire. Jelpke bersiva hikumeta federal a li pêşiyara wan a li ser mijarê bi daxuyaniya çapemeniyê şekere kir û ragihand, di nava 9 mehên îsal de herî kêm 34 hezar penaberî bi dilxwazî Elmanya terikandine.

Jelpke diyar kir, ku negirtina statîstîka agahiyên li ser penaberên dixwazin Elmanyayê biterikînin 'bêberpirsyarî' ye û rexne kir ku bi agahiyê şaş û kêm raya giştî tê agahdarkirin.

Jelpke a ji Partiya Çep destnîşan kir, ku ev polîtîkaya hikumetê destekê dide partiya rastgiriya tund Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ku bi gotinên xwe yên li dijî penaberan tê naskirin.