Çete ji herêma tampon a Idlibê vedikişin?
Hate îdîakirin komên çete yên bi nîrê dewleta Tirk wê ji herêma tampon ku Mokow û Enqerê sînorê wê danîne vekişin. Hate ragihandin rejîma Erdogan û HTŞ ya têkilî El Qaîde li hev rûniştine.
Hate îdîakirin komên çete yên bi nîrê dewleta Tirk wê ji herêma tampon ku Mokow û Enqerê sînorê wê danîne vekişin. Hate ragihandin rejîma Erdogan û HTŞ ya têkilî El Qaîde li hev rûniştine.
Li gorî nûçeya Reutersê berpirsekî payebilind ê çeteyên bi desteka Enqerê ya ku jê re 'benda Sûriyê' tê gotin nûnerên Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) ku el Nusraya berê ava kiribû, têkilî bi artêşa Tirk re danîn û bi çarçoweya peymanê wê ji herêmê vekişin.
EL QAÎDE BI ENQERÊ RE TÊKILÎ DANIYE
Berpirsê çete ku navê xwe nedayî got, ''Rewş baş dibe û Tahrîr el Şam, bêyî ku ji raya giştî re ragihîne got ew ê pabendî peymanê be.''
Peymana ku Enqere Nusra jî di nav de bi rengê berdevkê çeteyan li ser masê rûniştî, armanc dike heta 15'ê Cotmehê 'herêmeke ji leşkeran hatî valakirin' a bi kontrola Tirkiyê û Rûsyayê armanc dike. Ev herêm di navbeyna herêmên destê rejîmê û destê çeteyan de, wê bi berfirehiya 15-20 kîlometreyî be. Li vê herêmê ku çekên giran jî wê werin derxistin, tê gotin leşkerên Tirk û Rûs wê dewriye bigere.
Hebûna vê herêmê xwe dispêrê ser vekişîna komên çekdar. Heke çete li herêmê hebûna xwe bidomînin ev ê bibe binpêkirina peymanê. Ev jî wê bibe hinceta operasyona rejîmê, ku bi mehan e haziriya xwe dike.
Heyet Tahrîr el Şam ku ji hêla Nusraya berê ve hatibû avakirin, li herêmê koalîsyona herî berfireh e ku serdestiya xwe daniye. Li gorî Mala Çavdêr a Mafê Mirovan 70 ji 100'î ya herêmên ku ji leşkeran hatin valakirin di kontrola HTŞ'ê de ye.
ÇARENÛSA HERÊMÊN BÊ ŞER
Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Faysal Mukdad got ev peyman bi çarçoweya wê peymanê ye ku 2017'an armanc dikir herêmên bê şer were avakirin. Tevahiya herêmên navborî ji wê demê û vir ve ketiye kontrola rejîma Şamê.
Li gorî nûçeyeke rojnameya El Watan ku beriya bi çend rojan dabûn, Mukdad got, ''Çawa ku li deverên dî yên Sûriyê em serfiraz bûn, li vir jî em ê serfiraz bibin. Mesaja me ya ji bo hemû aliyan zelal e: Çi bi şer û jî bi rêya aştî em ê têkevin Idlibê.''