Çalakiyên protestoyî yên li Tûnisê zêde dibin

Li Tûnisê, çalakiyên protestoyî yên li dijî zemên bi sala nû re dest pê kirin, zêde dibin.

Wezareta Karên Hundir ragihand, li gelek bajaran di çalakiyên protestoyî de zêdeyî 200 kes hatin binçavkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Şeva Sêşem-Çarşemê, gelek polîs û leşkeran li gelek bajaran hatin bicihkirin.

Li Tebûrbayê ku bi 30 kîlometreyan li rojavayê paytext e, di çalakiyên protestoyî de kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Li bajarê Gafsa yê li başûr, li Kasrîn a li navenda welêt û li bajarê Sîdî Bûzîdê ku navenda çalakiyên Bihara Ereb a Kanûna 2010'an e, şer qewimî.

Li Tebûrbayê kesekî 45 salî jiyana xwe ji dest da. Nîqaşên li ser vê yekê dewam dikin.

Çalakgeran ev kes weke "şehîd" ragihandin. Encamên otopsiyê hê nehatine eşkerekirin. Wezareta Karên Hundir red kir ku wesayita polîsan pê li çalakger kiriye û îdîa kir ku li ser bedena wî şopa şîdetê nîne.

Li Tûnisê, di çarçoveya qanûna malî ya sala 2018'an de ji 1'ê Çileyê û pê ve zem hate kirin û polîtîkaya teserûfê kete meriyetê. Di çarçoveya qanûnê de zema bacê li gelek berheman hate kirin. Mazot, otomobîl, xizmetên telefonê û înternet çend ji van e.

Li Tûnisê ku tûrîzm û razemeniya biyanî lê kêm bûye, hikumet ji bo hevsengiyê di maliyeya cemaweriyê de çêbike, îdîa dike ku rêyeke din a çareseriyê nîne.