Çalakiya 'Êlek zerik'an wê bidome

Li Fransayê, 'êlek zerik'ên ku roja Şemiyê 2 hezar çalakî pêk anîn, doh jî li meydanan bûn. Çalakiyên ku li ser medya civakî hatin birêxistinkirin, tê payin ku mayinde bibin.

Ji bo şermezarikrina bê edaletiya civakî, polîtîkayên aboriyê yên şaş ên hikumetê, bi sed hezaran kes rojên Şemî û Yekşemê daketin qadan. Tê payin ku çalakiyên wan bidomin.

Çalakgeran zêdebûna bacê û buhayê sotemeniyê protesto kirin.

Çalakgeran bal kişandin ser bêzariya gel û diyar kirin ku ew bi muçeyekî gelekî kêm karekî gelekî zêde dikin.

Serokwezîrê Fransayê Edoûard Phîlîppe beriya niha dabû xuyakirin ku ew gilî û gazinên gel fêhm dike. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî Serokwezîr dan û diyar kirin ku li gel vê daxuyaniyê jî tiştek nehatiye kirin. Di çalakiyan de her wiha baca "hawirdorê" ku hikumet dixwaze derxîne, hate şermezarkirin.

Di medya civakî de ji bo çalakiya roja Şemiyê banga tevlîbûnê hate kirin. Li gorî anketan, 62 ji sedî yê Fransiyan di wê baweriyê de ne ku hêza kirînê û derfetên debarê ji guhertina sîstema enerjiyê girîngtir e.