Çalakgereke jin li Iraqê hate kuştin, rê hatin girtin

Di xwepêşandanên li dijî hikûmetê ya li Besra dikeve başûrê Iraqê de çalakgerek jin hate kuştin. Li welat gelek rê û kolan ji aliyê çalakvanan ve hatiye girtin.

Aktivîsta civaka sivîl a 49 salî Cennet Mehdî şeva Sêşemê saet 23:00’an dema di nava wesayîtekê de bû di encama gulereşandinê de hate kuştin.

Hate ragihandin ku li gel aktivîsteke herêmî  bi kêmanî 5 kes birîndar bûn. Çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandin ku li ser bedena Mehdî gelek şopên guleyan hebûn.

Hate ragihandin ku Mehdî dema xwepêşandanan di nava komekê ku mudaxeleya lezgîn a kesên birîndar dikir de bû. Rayedarên herêmî diyar kirin ku nasnameya êrîşkar ne diyare.

Di mehên dawî de kesên di xwepêşandanan de derdikevin pêş bi sûîkastan tên kuştin.

Li Iraqê di rojên dawî de xwepêşandan geştir dibin. Girseya ku li paytext Bexda û bajarên başûr dadikevin qadan, daxwaz dikin ku hilbijartina giştî pêk bê, sîstema hilbijartinê bê guhertin, serokwezîreke serbixwe bê hilbijartin, dawî li dizî û gendeliyê bê anîn zextê dike.

Di xwepêşandanên ji 1’ê Cotmeha 2019’an û vir ve nêzî 500 kes mirine, 25 hezar kes jî birîndar bûne.

Roja Duşemê li Bexdayê di şerê navbera hêzên ewlehî û xwepêşandaran de 3 çalakger miribûn.