90.09 ji sedî yê Katalanan ji serxwebûnê re gotin 'Erê'

Berdevkê Hikumeta Herêma Xweser a Katalonyayê Jordî Trûll ragihand, di referandûma roja Yekşemê de 90.09 ji sedî yên dengdêran ji bo serxwebûnê dengê 'Erê' dane.

Li Katalonyayê, ku polîs û jendermeyan êrîşî referandûmê kirin û 844 kes binçav kirin, 90.09 ji sedî yên hilbijêrên dengê xwe dan, ji bo serxwebûnê gotin 'Erê'. Berdevkê Hikumeta Xweser a Katalonyayê Jordî Trûll eşkere kir, ku di referandûma roja Yekşemê de 90.09 ji sedî yên hilbijêran ji bo serxwebûnê dengê 'Erê' dane.

Trûll diyar kir, 2 mîlyon û 262 hezar û 424 kesî di refearndûmê de deng dane. Li Katalonyayê bi qasî 5 mîlyon û 300 hezar hilbijêr hene. Ev jî tê wê wateyê ku 42.3 ji sedî beşdarî li referandûmê hatiye kirin.

Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont jî piştî refearndûma duh ragihand, ku ji bo avakirina dewleteke serbixwe wan maf bi dest xistine. Pûîgdemont tevî lîderên din ên Katalan, li televîzyonê ji gel re axivî û destnîşan kir, ku deriyê ragihandina serxwebûnê bi rengekî yekalî vebûye.

Pûîgdemont diyar kir, dewleteke di rewşeke bi vî rengî de bê avakirin wê "Komar" be.