800 hezar kes li Hong Kong daketin kolanan

Li Hong Kongê çalakvanên ku weke alîgirên demokrasiyê tên binavkirin, bi munasebeta derbasbûna 6’emîn meha tevgera gel ya ku li hemberî siyasetên alîgirê Çînê hatibû destpêkirin, careke din daketin kolanan.

Ji Eniya Welatiyan a Mafê Mirovan ku çalakî organîze kirine Erîc Laî di saetên êvarê bi daxuyaniya ku dayî da zanîn ku 800 hezar kes tevlî çalakiyê bûne.

Ji meha Hezîranê ku çalakiyan dest pê kiriye heta niha weke çalakiya ku herî zêde tevlîbûna wê çêbûye, bal kêşand.

Ji meha Hezîranê heta niha Hong Kong krîza herî giran re derbas dibe. Çalakiyên protestoyî piştî ku hukûmetê li hemberî Çînê pêşnûmeya dersînorkirinê erêkiriye dest pê kirine. Hukûmetê ji ber bertekan di meha Hezîranê ew pêşnûmeye betal kiriye encex çalakî bi daxwazên hê berfirehtir dom kiriye.

Hema her rojê çalakî tên kirin, di çalakiyan de li hemberî reformên demokratîk û destwerdanên tund ên polîs, daxwaza lêpirsînê tê kirin.

2 hefte beriya niha ango di hilbijartinên xwecihî yên 24’ê Mijdarê hate kirin de namzetên alîgirê demokrasiyê serketibûn.

Hong Kong ku berê mêtîngeha Îngîlîz bû, bi şertên ku di serî de xwesertî û pergalekî cuda ya Edlî û ewlekirina azadiyên wan bi Çînê re hatibû girêdan. Hong Kong ku li gorî herêmên din ên Çînê xwedî azadiyên berfirehtir e, di wan mehên dawî de çalakvanên ku kolanan vala nakin bi ti awayî naxwazin ku rejîma Çînê serwer bibe.