5 milyon kes zêdetir bi Covîd-19 ketine

Li tevahî cîhanê 5 milyon kes bi şewba Covîd-19 ketine, 330 hezar kes jî mirine.

Her ku diçe şewb li cîhanê berbelav dibe. Heta niha 5 milyon û 100 hezar kes bi şewbê ketine. 330 hezar kes jî mirine.

2 milyon û 700 hezar kes tên dermankirin, nêzî 2 milyon kes jî baş bûne.

Li tevahî cîhanê di nava mehekê de hejmara kesên bi şewbê ketine bûye du qat.

TIRKIYE

Li gorî daneyên duh rayedarên Tirk ragihandin 152 hezar û 587 kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 222 jî mirine.

Rewşa girtiyên siyasî ya li girtîgehan hê jî weke xwe ye. Girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin.

BÎLANÇOYA HINEK WELATAN WIHA YE:

DYE: 1 milyon û 594 hezar û 715 kes bi şewbê ketine, 94 hezar û 988 kes mirine.

SPANYA: 279 hezar û 524 kes bi şewbê ketine, 27 hezar û 888 kes mirine.

ÎTALYA: 227 hezar û 364 kes bi şewbê ketine, 32 hezar û 330 kes jî mirine.

QIRALTIYA YEKBÛYÎ: 248 hezar û 293 kes bi şewbê ketine, 35 hezar û 704 kes mirine.

FRANSA: 181 hezar û 575 hezar bi şewbê ketine, 28 hezar û 132 kes mirine.

ELMAYA: 178 hezar û 531 kes bi şewbê ketine, 8 hezar û 270 kes mirine.

HOLLANDA: 44 hezar û 700 kes bi şewbê ketine, 5 hezar û 775 kes jî mirine.

BELÇÎKA: 56 hezar û 235 kes bi şewbê ketine, 9 hezar û 186 kes mirine.

SWÎSRE: 30 hezar 694 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 893 kes mirine.

ÎRAN: 129 hezar û 341 kes bi şewbê ketine, 7 hezar û 249 kes mirine.

RÛSYA: 317 hezar û 554 kes bi şewbê ketine, 3 hezar û 99 kes jî mirine.