15 hezar leşker û polîs li sînorê Meksîka yê DYE'yê  hatin danîn

Li ser sînorê Meksîkayê ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji bo penaberan girê xwe tê dayî, hate gotin hêzeke ji 15 hezaran pêk hatî, ya ji polîs û leşkeran hate danîn.

Wezîrê Berevaniyê yê Meksîkayê Luîs Cresenco Sandoval got, li gorî peymana li gel Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) polîs û leşker li ser sînorê vî welatî hatiye danîn.

Wezîr got li herêma sînor 15 hezar leşker û polîs hatine danîn û diyar kir, ev hêz bi wê peywirê ye ku penaberên ku deryasî derdikevin bigirin û radestî otorîterên rayedar bikin.

Wezîr her wiha got 6 hezar û 500 peywirdarê ewlehiyê par li ser sînorê Guatemalayê hatine danîn ku par gelek penaber ji wir derbasî DYE'yê bûbûn.