14 welatên YE û DYA li dijî Rûsya pêngavek hevpar avêtin
Welatên Yekîtiya Ewropa û DYA bûyera Skrîpal weke hîncet nîşandan û dîplomatên Rûs dersînor kirin.
Welatên Yekîtiya Ewropa û DYA bûyera Skrîpal weke hîncet nîşandan û dîplomatên Rûs dersînor kirin.
Serokê Konseya Ewropa Donald Tusk ragihand ku 14 welatên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku dîplomatên Rûs dersînor bikin.
Fransayê 4 dîplomatên Rûs, Îtalya 2 dîplomat, Ûkranya 13 dîplomat, Danîmarka 2 dîplomat û Elmanyayê 4 dîplomatên Rûs dersînor kir. Polonya û Lîtuanyayê jî dîplomatên Rûs dersînor kirin, DYA’yê jî biryar da ku 60 kesên ku weke ‘sîxurê Rûs’ diyar dike, dersînor bike.
Dersînorkirina dîplomatan weke nerazîbûn li dijî kuştina Sergey Akrîpal û keça wî ku di 4’ê Adarê de li Salisbury ku dikeve başûrê Îngîltereyê rû dabû. Piştî vê bûyerê Rûsya weke berpirs hatibû nîşandan. Moskovayê jî ragihand ti berpirsyartiya wan di vê êrîşê de nîne. Îngîltere weke bertek 23 Rûs dersînor kir, Moskova jî bi qasî vê hejmarê welatiyên Îngîliz dernîsor kir.
Şeva Pêncşema borî Seroka Îngîltereyê Theresa May, Serokwezîra Elman Angela Merkel û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li hev civiyabûn.
Piştre Serokê Konseya Ewropa Donald Tusk ragihand ku li pişt êrîşa li Salisburyê Rûsya heye. Di dema ku ev daxuyanî hate dayîn de Yekîtiya Ewropayê bang li sefîrê li Moskovayê kiribû ku ji bo li hev bicivin.
Roja Înê jî ji paytextên Ewropa nerazîbûnên diyar xuya kir. Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron piştî êrîşa li nav xakên Îngîliz de got ku divê ‘YE û dewletên endam bi koordîne û bi biryar bersivekê bidin’. Helwesta Merkel û Macron heman bû, Letonya, Lituanya, Îrlanda, Komara Çekya û Danîmarkayê li dijî Moskovayê radigihandin ku amadekariyên tedbîran dikin.