12 jinên ciwan tevlî YBŞ'ê bûn

12 jinên ciwan tevlî YBŞ'ê bûn

12 jinên ciwan yên Êzidî piştî perwerda xwe ya leşkerî temam kirin tevlî nava Yekineyên Berxwedana Şengalê bûn.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku li gel hêzên HPG'ê li Çiyayê Şengalê zêdeyî 10 hezar Êzidiyan ji êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê diparêzin, bi tevlîbûnên nû roj bi roj xurtir dibin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, herî dawî 12 jinên ciwan ên Êzidî li Akademiya Şehit Xanê perwerdeya xwe ya leşkerî temam kirin û tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûn. Bi vê armancê merasimek hat li dar xistin. Di merasîmê de tevî jinên ciwan ên perwerdeya xwe dawî anîn malbat, endama rêveberiya TEVDA Netewî Xemgîn, fermandara YBŞ’ê Hedar Reşît û Gulbihar Maku jî amade bûn.

Di destpêkê de li ser giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin pêkhat. Li vê derê ji Fermandarên YBŞ’ê Heda Reşît axivî û diyar kir ku niha li çiyayên Şengal berxwedanek pir mezin tê dayîn û got: “Hevalên li vê derê dawî li perwerdeya xwe anîn wê di xeta Şehîd Armanc û Şehîd. Jiyan de bimeşin. Wê ji bo jinên ciwan ên Êzidi li çiyayên Şengalê perwerde berdewam bibe. Êrîşên li ser Şengal û Çiyayê Şengal bi ti awayî nayê pejirandin. Ji bo vê yekê wê heya dawî berxwedana me dewam bike.” Heda Reşit her wiha got ku ewê bi vê berxwedanê tola civaka Êzidî ji çeteyan hilînin.

Piştî wê ji rêveberên TEVDA Netewî Xemgin jî axaftinek kir û got, "Êdî Şengalê gavek dîrokî ya azadiyê avêtiye. Tevlîbuna jinên ciwan ên li nav refên YBŞ'ê, ne tenê Çiyayê Şengal rizgar dike rêya azadiyê ya ji bo Şengalê jî vedike."

Xemgîn wiha dewam kir: “Şer û siyaset ne tenê karê zilaman e. Dîroka hatiye nivîsandin ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin. Dîroka Kurdan û civaka Êzidî hînê li benda nivîsînê ye, ji ber vê yekê, yên dîrokê binivîsînin wê ji civaka Êzidî jî derkevin. Wê jinên ciwan ên Êzidî û zilamên Êzidî binivîsînin. Di vê rê de îro gavek dîrokî hat avêtin. Êdî wê gav paş ve neyê avêtin. Êdî kes nikare tişta bixwaze li ser Êzidiyan pêk bîne.”

Merasîm bi sondxwarina 12 jinên ciwan bi dawî bû. Her 12 jinên ciwan ji bo li hember çeteyên DAIŞ şer bikin û civaka Êzidî biparêzin tevlî nava refên YBŞ’ê bûn.