Zinar ê ku Zap li dagirkeran kir mîna dojehê

Li Girê Cehennemê bi êrîşa çekên kîmyewî ya dijmin şehîd ketibe jî wî û hevrêyên wî bi tevlîbûn û sekna xwe careke din nîşan dan ku milîtaniya Apoyî têk naçe.

Sira mirovbûnê veşartî ye. Lêgerîna li vê sirê hîn jidayikbûnê destpê dike. Mirov ava tê dinyayê bi destê xwe çarenûsa xwe dinivîsîne û her ku mezin dibe dide pey vê çarenûsê. Hinek jê çarenûsa xwe di nava xakê de dibîne, hinek jî di nava tunebûnê de. Hinek jî çarenûsa xwe di nava wê nêzîkatiyê de dibîne ku xwe ji bo hinekan feda dikin. Çarenûsa xwe bi çarenûsa gelekî ve girê dide. Çarenûsa gelekî jî bi ya wan ve tê girêdan. Ji ber vê yekê eşqa azadiyê nakeve nava her dilî, her dilî ji xwe re nake war. Ji ber vê yekê ye ev serdem serdama gerîlayên fedaî ne.

Pêşeng gav bi gav bi pêş ve diçin di vê serdemê de. Ew in ku mirinê dikin nîşaneya nemirinê. Hezkirinê bi rengê herî cewherî dijîn û didin jiyîn. Fedaîtî navê şînkirina hêviyê di bedena xwe de ye. Mîna pêşengên xwe, gerîlayên leheng Zinar, Destan, Diyana, Hebûn û Serdem li Qada Berxwedanê ya Girê Cehennemê dojeh bi serê dijmin ve anîn. Ew fermandar bûn ku di nava du mehan de tirseke mezin xistin dilê dijmin. 5 gerîlayên bi fermandariya fermandarê gerîla Zinar Gulcan Amanos, her cûre êrîşên artêşa dagirker şikandin û dijmin têk birin.

MÎNA NAVÊ XWE HIŞK BÛ, NEDIŞIKEST

Zinar ku li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû, tovên destpêkê yên pênaseya welatparêziyê ji malbata xwe hîn bû. Zinar ku navê gelek gerîlayên leheng bû, li wî dikin. Wateya navê Zinar teht e, ev ne ji rêzê ye. Ji ber ku çiya dilê Kurdistanê ne. Di şexsê Zinar de wê kesayetekî mîna navê xwe hişk û naşikê biafiriye. Ji zarokatiyê ve meyla dilê wî li ser berxwedanê bû. Hîn ciwan bû li Şamê tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger bû û ji aliyê rejîma Şamê ve hate girtin, sê mehan li zindanê ma. Hestên wî yên berxwedanê li wê derê xurtir bûn. Di nava vê demê de rûdana bihara gelan û pêxistina agirê şoreşê bandoreke mezin lê kir û li Rojava tevlî karên avakirina şoreşê bû.

GELEK CARAN BIRÎNDAR BÛ, DEST JI ÇEKA XWE BERNEDA

Di nava karên şoreşê de wezîfeyên cuda bi cih anî. Bi baweriya xwe ya mezin a ji azadiya gelê Kurd û şoreşê re, bi wêrekiya xwe ya mezin, bi hunera xwe ya afirandina taktîkê û bi jîr û jêhatîbûna xwe gelek serketinên girîng bi dest xist. Di şer de her wih gelek berdêl da. Sala 2012'an fîşek li bedena wî het, sala 2013'an li Serêkaniyê parçeyên şarapnelê li serî û bedena wî ket, sala 2014'an li Cezaayê fîşek li lingê wî ket, sala 2014'an li Şengalê ji ling û pişta xwe birîndar bû, sala 2016'an li Holê ji herdu ling û sînga xwe birîndar bû. Tevî ku gelek caran bi giranî birîndar bû bi berxwedêriya xwe, bi kesayetiya xwe ya bi moral û daxwaza xwe ya têkoşînê zû rehet bû, derbasî qadên şer bû û rahişt çeka xwe. Ji her birîndariyê ders wergirt û ji xwe re kir tecrûbeyeke mezin. Pirsgirêk ji xwe re nekir hincet, zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir, ti carî xwe sist nekir û timî rêyeke çareseriyê peyda kir. Lewma bû milîtanekî mînak ê Apoyî.

XWEGIHANDINA ÇIYÊ; JINÛVE JIDAYIKBÛN

Koka Kurdan li çiyê ye. Çiya ji bo her Kurdekê/î hezkirin e. Zinar jî mîna her kesî di dilê xwe de her tim hesreta xwegihandina çiyê hebû. Li ser vê bingehê ji bo şerê dewleta Tirk a qirker mêtinger bike hate çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû. Zinar ku di şer de xwedî tecrûbeyeke girîng bû û fermandarî dikir, ji bo karibe li çiyayên Kurdistanê bibe gerîla bi dilnizmî tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Pîvanên gerîlayên ji vê derê wergirtî xiste meriyetê. Xwegihandina çiyê ji bo xwe weke jinûve bûyînê pênase kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber jiyana PKK'ê ya li çiyê dianî ziman. Yekbûna gerîla ya bi çiyê re, cihgirtina li nava vê jiyana azad ji bo xwe weke çavkaniyeke mezin a moralê pênase kir û ji xwe re kir esas ku her kêliya jiyana li çiyê bi rengekî bi wate bijî.

Zinar li Garê û Zapê gerîlatî kir, tecrûbeya xwe ya şer a li nava şoreşê bi tecrûbeya şer a li çiyê xurtir kir. Sala 2020'î di êrîşeke din a dijmin de careke din birîndar bû, piştî ku derman bû careke din berê xwe da qadên şer û li refên herî pêş cih girt.

ZAP LI DAGIRKERAN KIR MÎNA DOJEHÊ

Li Keleha Berxwedanê ya Girê Cehennemê bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Zapê û ev der li dagirkeran kir cehennem. Zinar bi rola xwe ya dîrokî rabû. Zinar ku ji serketinê ti carî guman nekir, li hemberî nêzîkatiyên dudilî gelekî bi hêrs bû, di her şert û mercî de baweriya xwe bi serketina bi berxwedanê anî û bi tevlîbûna xwe ya şoreşgerî ya mînak bû heqîqeta vê yekê. Zinar li Girê Cehennemê bi êrîşa kîmyewî ya dijmin şehîd ketibe jî bi sekn û tevlîbûna xwe, têkneçûyîna milîtaniya Apoyî careke din raxist pêş çavan. Hevrêyê me Zinar ku di axaftineke xwe de bang li ciwanên Kurdistanî kiribû, diyar kiribû ku divê êdî li ber zilmê rabin û ji her kesî xwestibû ku tevlî nava refên têkoşînê bibe.  5 gerîlayên fedaî li çeperên şer ku kirin keleha berxwedanê meha Hezîranê di encama êrîşên kîmyewî de tevlî karwanê nemiran bûn. Wan tirseke mezin xistin dilê dijmin û bûn nîşaneya wêrekiyê.

YA ESASÎ, HÊVIYA AZADIYÊ BÛ

Rastiyek heye ku wan ji me re hiştin: Yekane rê, berxwedan e. Rastî ev e. Yên ku xwe feda dikin û li rastiya mirovbûnê digerin, têk naçin. Li gel ewqas zor û zehmetiyê, yên ku ev rê dane ber xwe serbilindî û hêviya mirovahiyê ne. Çarenûs û sira gerîlabûnê ev e. Gelek lehengan xwe feda kirin di vê rêyê de. Gelek jê bûn mîna lehiyê û bi ser dijmin ve herikîn. Yên ku li pey xwe hiştin ne girîngiya esasî bû, ya girîn û esasî hêviya azadiyê bû ku piştî wan wê şîn bibûya. Bi vî rengî jî bû. Mêr ên leheng, keç ên xwedawend ên Kurdistanî yek bi yek dan ser şopa wan. Bi hezaran ji wan xwe feda kirin ji bo yên piştî xwe. Bi saya mîrateya wan gel îro li ser rêya azadiyê ye.