Ji bo hilbijartina Serokkomarê ku li Tirkiyeyê 5 salan welêt bi rê ve bibe, 60 milyon û 769 hezar û 268 hilbijêr wê deng bidin. 47 hezar û 523 hilbijêr li vê hejmarê hate zêdekirin ku di navbera tûra destpêkê û tûra duyemîn de bûn 18 salî.
Hilbijêr wê bi yek pûsûla û yek zerfê dengê xwe bidin. Dengdan wê heta saet 17'an dewam bike. Piştre jî heta saet 21'ê wê qedexeyên hilbijartinê di meriyetê de bin. Eger Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) pêwîst bibîne, wê qedexeyên li ser hilbijartinê karibin saetek berê bêne rakirin.
Hilbijêr wê tenê karibin li sindoqa di tûra destpêkê de deng dan, careke din dengê xwe bi kar bînin. Ji bo karibe dengê xwe bide jî pêwîste hilbijêr nasnameya xwe yan jî belgeyeke fermî ya ji wêne û nûmareya nasnameyê li ser bi xwe re bibe cihê dengdanê.
Ji her hilbijêrî re tenê wê pûsûlayeke dengan bê dayin. Di dema dengdanê de şaşitî bê kirin jî wê pûsûlayeke nû neyê dayin.
Dengdan wê li 191 hezar û 884 sindoqan a li tevahiya welêt bê kirin.