Xezeba Teyrê Tawis

Dîmenê Teyrekî Tawis ê hatî qetilkirin, ev çend roj in ji ber çavên me naçe. Di her perikekî de rengek, wateyek, heybetek, belkî serboriyek, hêviyek, daxwaz û hezar lava...

Dîmenê Teyrekî Tawis ê hatî qetilkirin, ev çend roj in ji ber çavên me naçe. Di her perikekî de rengek, wateyek, heybetek, belkî serboriyek, hêviyek, daxwaz û hezar lava... Li pişt Teyr Tawizê bê giyan hatî hiştin; hê rojek berê ku hêlîna wê, hebûna wê, parastina wê bû, parçeyên avahiyeke leşkerî ku hatî bombebarankirin, li qadeke fireh belav bûne.

Zarokên Rojê ev heft sal in ku êdî xwe bi rext û çek kirine û Teyrên Tawis, qub û tirbên xwe, cejn û qewlên xwe, hemû pîroziyên xwe diparêzin. Ji xwe re mekan ava kirine; di her çaviyên kaniyan de, di bin her kevrekî çiyayê Şengalê de ewlehî ava kirine. Ji wan mekanan yek jî ew cihê Teyrê Tawis bû ku bi erdê re kiribûn yek. Beriya ku were qetilkirin Teyrê Tawis bi serbilindî, bi mexrûrî, bi ewlehî di hewşê de digeriya. Di nav bi sedan teyrên cur be cur ên din de bi tevahî heybeta xwe xuya dibû. Şervanên azadiyê di bin heybeta wê de kar û barên parastin û ewlehiya xelkê xwe dikirin. 

Ev bû kelemê çavê neyaran. Çawa dibe ku neviyên Êzî û Tawisî Melek bi îradeya xwe, bi hêza xwe jiyana xwe ava bikin! Osmaniyên ku fêr bûne heşt sed sal li ser pişta hespan derdora xwe dagir bikin, talan bikin wê çawa vê hezim bikin? Lê ku fikra azadiyê weke neviyên Êzî bikeve hişê miletên derdorê jî wê çawa be? Gelo wê êdî çawa bikaribin dagirkeriya xwe dewam bikin? Lewma divê êriş bikin, dagir bikin, talan bikin, biçûk bixînin, asîmîle bikin, tune bikin... Bêyî ku sînoran nas bikin, axa wan, ava wan, dar û daristanên wan, teyr û tilûrên wan bi çavsorî tune bikin. 

Ew şev jî ev hişê ji mirovahiyê qut bûyî bi dehan balafir rakirin ser serê şervanan û Teyrên Tawis. Di taristanê de agirê dojehê barandin. Teyrê Tawis û hemû teyrên din ew şev xwe kirin gorî. Bes bila tu zirar negihîşta şervanên azadiyê. Ew nebin wê neviyên Êzî bi tunebûnê re rû bi rû werin, belav bibin, nenas bibin, li qeraxên deryayan bê giyan bimînin. Belê ew şev jî weke çend carên salên borî, tu zirar negihîşt şervanên azadiyê. Êdî rastiya dijminê xwe baş nas kiribûn, hemû tedbîrên xwe girtibûn. Lê dîmenê Teyrê Tawis ê bêgiyan ma li ber çavan.  

Ev dîmen agirekî ji agirê dojehê xerabtir berda dil û mêjiyê Êzdiyan. Teyrê Tawis ji bo Êzdiyan semboleke pîroz e. Di heman demê de sembola exlaqekê ye. Hem teyrekî xweşik û hem jî temsîla exlaqê paqijî, safî û dirustiyê ye. Semboleke ji civaka xwezayî heta îro temsîla gelek nirxên kombûna hezarê salan îfade dike. Nirxên etîk û estetîk bi hev re dihewîne. Wê rojê dijminên Êzidiyan êrişî pîrozbahiyan kiribûn. Destavêtina pîroziyan xezeb e. Kî vî sûcî bike ne li vê dinyayê û ne jî li dinyaya din îflah nabe, bê ceza namîne. Li ba Êzdiyan pîrozî manewiyat in. Ev manewiyat civakîbûna hezarê salan berdewam dike û digihîne paşerojê. Destên ku dirêjî vê pîroziyê bibe jî qut û seqet dike. Dayikên ku hatibûn serdana cihê êrişa balafiran lê hatî kirin fêr bûn ku şervanên azadiyê tu zirarê can nedîtine. Lê dema ku Teyrê Tawis û teyrên din bê can dîtin hêrsa li beramber dijmin hezar qatî zêdetir bû. Tecrûbe û serboriyên hezar salan bi wan dida gotin ku; çi kesê destdirêjî pîroziyên me bike, qesta hebûna me bike wê ji xezebê xilas nebe. 

Erdogan û hevkarên wî, xayin û xwefiroşên gelê xwe, dest ji van êrişên qirêj berdin! We li tu çiyayên Kurdistanê encamên qirêj negirt, hûn ê negirin jî. Hûn bûn qatilên Teyrê Tawis. Wê ev ji we re nemîne û zû an jî dereng wê xezeb li we bibare!...