Beriya salvegera Lozanê, di navbera Tayyip Erdogan û Kiliçdaroglu de li ser Mîsak-î Millî nîqaş çêbû.
Tayyip Erdogan ji Kiliçdaroglu re got, ma tu ji Mîsak-î Mîllî çi fêm dikî. Yanî got Mûsil û Kerkûk û Bakurê Sûrî jî dikevin nava sînorên Mîsak-î Mîllî, ´ew dever yên me ne, em jî dixwazin van deran tevlî Tirkiyê bikin.´ Suleyman Soylu her wekî biçe bajarekî Tirkiyê, çû Efrînê. Jixwe, niha kî biçe Efrînê, wê bibîne wekî bajarekî Tirkiyê lê hatiye. Ji bilî ENKS’ê herkes vê rastiyê baş dibîne. Suleyman Soylu çend rojan beriya salvegera Lozanê li Şirnexê axiviye û gotiye, di demeke nêz de em ê bi meşê biçin Iraq û Sûrî, bi me bawer bin. Gotiye, çawa em ji Enqerê diçin Konyayê, em ê wisa biçin van deveran jî. Bi vî rengî eşkere gotiye, Başûrê Kurdistanê û Rojava wê bibin axa Tirkiyê. Ma ji van gotinan wêdetir pêwîst e çi bêjin, da ku bê fêmkirin Tirkiye dewleteke dagirker û qirker e. Jixwe, tenê nabêjin, ya dibêjin pêk jî tînin. Mixabin, hinek siyasetvanên Kurd vê rastiyê nabînin. Ji ber ku heger rastî eşkere bibe, wê naveroka peywendiyên wan yên bi Tirkiyê re were fêmkirin, gelê Kurd dê wan mehkûm bike.
Salvegera Lozanê bihurî. Desthilata Tirkiyê AKP-MHP Lozanê wekî binketin û têkçûnê dibîne. Wateya vê eşkere ye; ew der wê bên dagirkirin, tevlî sînorên Tirkiyê bên kirin û bibin qada belavbûna netewebûna Tirk. Wisa, wekî di kongreya Sêwazê de hatî diyarkirin, Mîsak-î-Mîllî wê nebe welatê hevbeş yê Kurd û Tirkan. Osmaniyan hebûna Kurdan eşkere înkar nedikir; polîtîkayeke qirkirinê ya sîstematîk pêk nedianîn. Lê feraseta netewe-dewleta Tirk ya Osmanîperest a nû, wê Kurdan hemûyan qir bike û bike Tirk. Armanca feraseta netewe-dewleta Tirk ev e.
Di encama van polîtîka û pêkanînan de gelê Kurd rastiya dewleta Tirk dîtiye, lê PDK bi israr çavê xwe digire û naxwaze vê rastiyê bibîne. Heta ji gotina rayedarên Tirk a ‘xetaya me li Bakurê Iraqê kirî, em ê li Bakurê Sûrî nekin’ jî encamek dernexistine. Heta niha jî nikarin eşkere û zelal bêjin, di dema referandumê de helwêsta dewleta Tirk çi bû. Tenê tiştekê dibêjin, ji bo êrişên Tirkiyê hebûna PKK’ê weke bahane nîşan didin. Ma ewqas xeflet dibe? Bi rastî jî ne karê aqilan e. Ji gel re negotin û eşkerenekirina rastiya dewleta Tirk, reva ji berpirsyariya dîrokî ye. Hêzên Kurd yên siyasî hemû, rewşenbîr, nivîskar û hunermend li hemberî vê xemsariya PDK’ê berpirs in ku rastiya dewleta Tirk ji gel re bêjin. Bi gotinên ‘PDK wê nerihet bibe, PDK wê nerazî bibe, veşartin yan negotina rastiyan ji gel re xwexapandineke dîrokî ye.
Li şûna PDK wateya Lozanê fêm bike û feraseta dewleta Tirk ya Mîsak-î Mîllî bibîne û li dijî polîtîkayên dewleta Tirk helwestê nîşan bide, hêzên xwe yên leşkerî ber bi herêmên gerîla ve xistiye tevgerê. Tevgera hêzên leşkerî ber bi herêmên gerîla ve provokasyonek e. Ev rewş fikra ‘gelo PDK’ê li dijî gerîla dest bi şer kir’ tîne bîra mirovî. PDK nikare bêje ez hikûmet im, dikarim bikevim her deverê û vê provokasyonê rewa bike. Divê herkes bizane ku tevgera ber bi herêmên gerîla ve tê wateya rêvekirina li pevçûnan. Sibeha 24’ê Tîrmehê ku salvegera peymana Lozanê ye, PDK’ê pevçûnek wiha derxistiye. Li şûna ku di 24’ê Tîrmehê de Kurd hemû li ser rastiya Lozanê lêhûr bin û têbigehin, vê tevgera leşkerî ya PDK’ê hiştiye ev rojev biguhere aliyekî din. Bi rastî jî em mereq dikin, ragihandina ser bi PDK’ê ve çiqas Lozan nîqaş kirin? Gelo li ser vegotina desthilata Tirk AKP-MHP ya ‘Lozan têkçûne’ û bandora wê ya li ser Başûr nîqaşek kirin an ne? Ma xwe kor, ker û lal kirina li hemberî vegotinên Tirkiyê yên Mîsak-î Mîllî ji bo Kurdan nabe xeflet? Bi rastî jî lazim e gelê Kurd û hêzên siyasî hemû tedbîrên li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk nîqaş bikin û gavên pêwîst bavêjin. Desthilata AKP-MHP Lozanê û Mîsak-î Mîllî nîqaş dike, lê Kurdên ku wê herî zêde ji vê meselê bandor bibin dê nîqaş nekin! Ev yek bi ti awayî nayê îzahkirin. Ev jî vekirî ye, di salvegera Lozanê de herî zêde tevgera azadiya Kurd ev mijar nîqaş kiriye û xistiye rojevê. Ji ber nîqaşkirin û rojevkirina vê meseleyê tê wateya nîqaşkirina pêşeroja me çi be û em ê çi bikin.
Jixwe, gerîla bi berxwedanê hewl dide pêşiya Lozanên nû bigire. Dixwaze polîtîkayên qirkirinê yên beriya sed salan hatine ferzkirin ji nav bibe, jiyana azad û demokratîk mîsoger bike. Hêvî ew e têgehiştina Lozanê ji bo Kurdan kûrtir bibe, têkoşîna li dijî komployên Lozanên nû bi vê têgehiştinê bi xurtî pêk were.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA