Wê Şengala azad bi ser bikeve

Civaka me ya Êzidî kêliya azadiyê bi dest xistiye. Ji bo civakekê hêza bidestxistina azadiyê ji hemû çekên nûjen û teknolojiya ku pêşketî tê dîtin bi hêztir e.

Êrîşên qirker yê dewleta Tirk ya faşîst, çete û dagirker li hemberî civaka me ya Êzidî ku xwediyê ronahî, pakî û baweriya herî qedîm e, berdewam dikin. Ev êrîşên qirker bi hişmendiya qelandina koka bawerî û çanda qedîm ya Kurdewariyê tên kirin. Ev êrîş di şexsê Kurdên Êzİdî û baweriya wê de li hember tevahî Kurdên xeta berxwedanê pejirandine, tên kirin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk li Şengalê bi ser nexist, vî tiştî dewleta Tirk har û dîn kiriye. Bi vê kîn û hişmendiya xwe ya xwînxar li dijî Şengal û Mexmûrê êrîşên hewayî pêk tîne. Tişta dixwest li Şengalê bike û nebir serî niha her kêlî li Efrînê pêk tîne. Hêrsa xwe ya ku di şexsê jinên Efrînê de derdixe, tev ji ber qehra li hember azadkirina Şengal û Kobanê ye. Ji ber li Kobanê û Şengalê jî vîna jina azad bi ser ket û tevahî cîhan bandor kirin. Dewleta Tirk ya mêrparêz û qirker çekên xwe pê digire û dide jiyîn şer, kuştin, talan û qirkirin e. Hişmendiya qirker ya dewleta Tirk xwe dispêre dîrokeke dirêj ya bi sedsalan. Van çekên xwînxar bûne sedema kuştina bi hezaran mirov, jin, zarokan. Van çekan dijminahî di navbera gelan de çêkirin, nijadperestî û mêr-dewletî wekî kêra tûjkirî li ser stûyê civakê danîn. Min beriya niha lêkolînên li ser dîroka 73 fermanên ku li dijî gelê me yê Êzidî hatine kirin xwendin. Ji 73 fermanên bi serê gelê me de hatine ji 60 fermanî zêdetir rasterast bi destê dewleta Tirk ya dagirker hatine kirin. Yanî em dikarin bibêjin dewleta Tirk bi sedan sal e li ser qelandina koka Kurdan fermanan pêk tîne û di pêkanîna fermanan de timî di rêza yekemîn de bûye. Gel û netewên qedîm yê di şefaqa rojhilat de hebûna xwe domandine timî gotinek wan ji bo dagirkeran hatiye ziman ew jî ev e ‘van zaliman qira me anî’. Ev gotina pêşiyan ji kok, hafîze û hişmendiyeke dîrokî tê. Lê ev çekên ne kêrhatî ku dewleta Tirk xwe lê alandiye êdî di vê sedsala em tê re derbas dibin de cihê wan sergoyê dîrokê ye. Li hember van hemû kiryarên tarî di serî de civaka me ya Êzidî û gelên ku dayîktî ji vê xaka qedîm re kirine êdî di vê sedsalê de tiştekî nû di rûpelên dîroka gelan de dinivisînin û dibêjin; ‘Êdî em ne ew jin û civakên berê ne’ Civakek ango di wê civakê de jinên wê li dijî desthilatdaran ger bighîje vê hişmendiyê êdî guman nîne ew civak ji bo parastina nirxên xwe de li ber xwe nede. Civaka ku xwe gîhandibe vê zanebûn û hişmendiyê wê ew civak ji dayîna tu berdêlan netirsê, wê ewladên xwe yên herî hêja û giranbiha diyarî doza pê bawer bûyî bike. Civaka me ya Êzidî di 7 salên derbasbûyî de gava afirandina vê heqîqetê avêt. Dewleta Tirk ya dagirker û qirker ji bo rê li vê gava dîrokî û jê nevEger bibire, êrîşan dike. 

Civaka me ya Êzidî ku di sala 2014’an de yek ji qirkirinên herî giran jiyan kir, tenê bi dîtina rastiyekî karîbû birînên xwe yê ji ber qirkirinê kûr bûn bipêçe, ew jî baweriya bi fikra Rêber Apo bû. Gerîla bi pratîka xwe fikra Rêber Apo di nav wê civakê de bi jiyanî kir. Ev ne gotin, xeyal û xewnekî hîna werê jiyan kirin, em hemû bûn şahidê wan rojan, bûn parçeyekî ji dema dîrokî. Kesê ku jiyînên 7 sal berî niha ji bîr bike em hêvî nekin wê ew xwedî li nirxên dîroka xwe derbikeve. PDK’ê ji dîroka ava bûnê û heya niha li dijî heqîqeta welatparêzî û Kurdiyeta azad têdikoşe. Li pişt kuştina gelek qehreman, şoreşger û rêberên Kurd yê ku di cih û demên cuda de meşaleya hêvî û serkeftinê dane destê xwe PDK’ê heye. Ji Seîd Kirmizitoprak heya, Sadiq Omer, Mehmed Karasugur, Bêrîtan(Gulnaz Karataş) Zekî Şengal, Seîd, Zerdeşt, Fermandar Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn koma pê re li Xelîfanê û herî dawî Dijwar tenê çend mînakên bêne bibîrxistin. Ev kesayetên pêşeng her yek ji wan bûn nirxên herî qedirbiha di heqîqeta Kurdistana azad de. Terka Şengalê û Şengal ji DAIŞ’ê re hiştin êdî ji bo PDK’ê di vê sedsalê de rûreşiya herî giran û mezin bû. Di sedsalekî ku qaşo cih ji hemû civak, gelan, bawerî, çanda û kêm netewan re heye bi destê hêzên PDK’ê ku xwe temsîlê Kurdan dibîne xwestin qira baweriya herî kevnar û koka Kurdayetiyê bînin. Dema em dibêjin para PDK’ê di pêşî vekirina qira civaka me ya Êzidî de mezin mesela me û derdê me ne ew e çima PDK’ê çekên xwe ji Şengalê derxistin û reverev jê derket. Mesele hîn jê vê mezintir e, hêzên desthilatdar di vê sedsalê de biryara qira Kurdan dabûn. Çawa di dîrokê de bi şerên mezin, bi hêzên tarî û artêşên ji mêran avabûyî bi dehan civak ji holê rakirin ev car jî biryara temamkirina qira Kurdan hatibû dayîn. PDK’ê bi wan kiryarên xwe kete bin barê vê rastiya giran ya sûcdar ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve hatibû amadekirin. Lê PDK nema dikare xwe ji vî tiştî rizgar bike. Her kes dikare di rojekê de bibe xwedî çekên herî giran, lê her her roj nikare kêliyên azadiyê bi dest bixîne. Ferqa mezin jî ev e. Civaka me ya Êzidî kêliya azadiyê bi dest xistiye. Ji bo civakekê hêza bidestxistina azadiyê ji hemû çekên nûjen û teknolojiya ku pêşketî tê dîtin bi hêztir e.PDK’ê hîna jî ji bo nefamkirina vê rastiyê li ber xwe dide. Wê gelê me yê ku êdî tama azadiyê bi dest xistiye, bi hêz bûye, bûye xwedî vîn û bawerî çawa van kiryarên PDK’ê ji bîr bike? Rewşa kambax ev e ku PDK’ê hîna jî di sûcê kirî de bi israr e. Lê ne PDK û ne jî tu hêzekî din wê nikaribe Şengalê vegerînin wekî beriya sala 2014’an. Ev gotin jî ya civaka me ya Êzidî û jinên berxwedêr yê li Şengalê ye. Ev gotin di cewherê xwe de heqîqeteke nû îfade dikin. Serdemekî nû û pêşerojekî nû îfade dikin. Ji ber êdî civaka me ya Êzidî qehremanên xwe welidandin û li pey rêça wan jiyana azad ji bo xwe û pêşeroja zarokên xwe dihûnin. 

Ji lewra em di dema ku berê xwe didin dîroka civakên berxwedêr her tim civakan qehremanên xwe bi xwe ava kirine, xwedî li wan derketine û di oxira şopa wan de berdêlên herî giran dane ber çavên xwe. Ev dîrok îro carekî din li rûyê civaka me keniyaye. Di serî de civaka me ya Êzidî ev ken heq kiriye, ev aramî, kêfxweşî û kelecana ku henaseya mirov diçikîne heq kiriye. Pêşketin û guherînên gelê me yê Êzidî li ser xaka herî qedîm dijî, mirov nikare bi hevokên ji rêze pênaseya wê bike. Mirov dikare encex bi wêjeya ku nebûye esîrê pergala desthilatdariyê van êşên ji bo azadiyê têne kişandin binivisîne. Civakeke ku ewqas di qirkirinan re derbas bûbe, ne pêkan e bi hêsanî ser xwe ve were. Lê civaka me ya Êzidî karîbû wan birînên mezin û kûr derman bike. Ev tişt jî bi saya bîrdozî û felsefeya Rêber Apo bi ser xist. Êdî çi dibe bila bibe wê êrîş û hedefgirtina pêşengên civaka me ya Êzidî, civaka meyî Êzidî ji doza ew pê bawer dikin, felsefeya hembêz kirine û bîrdoziya pê ve hatine girêdan nede qutkirin. Kijan di şaşitiya vê fikirînê de li pey xeyalên tewş û vala de ye? Em bihêlin ev pêk werê xeyalê wê jî êdî ne pêkan e. Divê hinek bêjin çawa dibe? Lê dibe! Heta ez dikarim bêjim ev tiştên ez dibêjim li ber helwest, biryardarî, têkoşîn û vîna civaka me ya Êzidî ku di pêşengiya jinan de ava bûyî hevokên serçemandî dimînin. Ji ber li Şengalê kêliyên pêkanîna şoreşa civakî û jina azad tên jiyîn. Em bi hev re dest bidin Şengalê, berê şiverêyên dil û wîjdanê xwe bidin xaka qedîm, şûnwarê baweriya xwe ya bi kok hîs bikin, bijîn, bidin jiyîn û di oxira parastina wê de şev û rojên xwe bikin diyarî. Şengala azad wê bi ser bikeve.