Piştî lêpirsîna li ser helkefta sûîqestê ya Hezîrana 2017'an a li ser Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, biryar hate standin ku 18'ê Hezîranê doz were vekirin. Doza ku wê 1'ê Cotmehê (îro) dest pê bike, li Ewropayê ji bo Kurdan û Tirkiyeyê gaveke pêşî ye.
Zubeyîr Aydar got, "Helkefta sûîqestê ya ku dewleta Tirk dixwest li siyasetmedaran bike deşîfre bû û wê li dadgeha welatekî biyan were darizandin."
Daraza Belçîkayê beriya niha sala 2018'an têkoşîna PKK'ê weke ,'şerekî çekdar ku Kurdan û dewleta Tirk tîne pêşberî hev ê ne navnetewî' bi nav kiribû û gotibû ji PKK'ê re mirov nikare bibêje, 'terorîst'.
Li ber destê dada Brûkselê dosyayeke weke bombeyê heye. Dozgeriyê pêşî xwestiye ku biryara têrnekariyê were standin, lê ji ber delîlên di dosyayê de xurt bûn mecbûr mabû ku bi paş ve gav bavêje.
Li gorî jêderên nêzî dosyayê nexasim di encama şopandina teknîk de agahiyên girîng hatine bidestxistin. Lêpirsên dozê tespît kirin ku di axaftina telefonê de plana ku bikin 'gola xwînê' hatiye danîn. Ji ber van gotinan bêhtir girîngî dane lêpirsînê.
Ev gotin di axaftina telefonê ya Zekeriya Çelîkbîlek de derbas dibe ku tîma sûîqestê ya Tirk sala 2017'an dema ku li Brûkselê bikevin ber kontrola polîsan hatine kirin, ku kontrola polîsan weke 'rûtîn' hatibû nîşandan. Derkete holê ku xebata keşfê dike û ji bo sûîqestê li materyalan digere.
AGAHIYÊN KU JI ŞOPANDINA TEKNÎK DERKETÎ HOLÊ
Çelîkbîlek ê ku li Fransayê dimîne, Yakûp Koç ê bi laqabê 'albay' ku endamê şebekeyê ye, diçe Fransayê û ji wir tevdigere. Yakup Koç dema ku li Belçîkayê kontrola polîsan tê kirin, nasnameya polîsên Tirk a li ser balê dikişîne.
Ji ber vê, daraza Belçîka ji saziyên Fransî xwest ku bi çarçoweya hevkariya navneteweyî lêpirsînê bike. Polîsên Fransî li telefonên kesên nav tora sûîqestê guhdarî kir. Agahiyên balkêş derketin holê. Tenê hin ji van bi daraza Belçîkayê re hatin parvekirin.
Bi guhdarîkirina telefonan derkete holê ku ne tenê bi Çelîkbîlek û Koç re, bi komeke mirov re têkildar in. Zubeyîr Aydar dibêje, "şefê vê ekîbê Yakûp Koç e."
Her ku lêpirsîn kûr bû, derkete holê ku ev kes hemû di nav îstîxbarat û tora sûîqestê de ne. Ev kes hemû bi hev re têkildar in, bi hev re tevdigerin û hemû jî têkilî Sefaretxaneya Tirk a li Parîsê ye. Tespît bû ku ev kes hemû bi Enqereyê re têkildar in. Têkiliyên komê yên bi Enqereyê re jî ne veşartî ne, rasterast bi ser Qesra Erdogan ve ne.
Profîla kesên di nav tora sûîqestê û sîxûriyê de jî balkêş e. Li ber çavan xwedêgiravî karê 'wesayitên ji dest' dikin. Mînak Çelîkbîlek weke mihendisê elektrîkê balê dikişîne.
YEŞÎLYURT ÇI ŞANDE ENQEREYÊ?
Li paşxanê tablo cuda ye. Di qeydên telefonan de ji nav wan yek jê dibêje, 'Ji bo welêt sibe divê biçim Belçîkayê''. Jêderên nêzî lêpirsînê li ser Yeşîlyurt dibêjin, ji wan tîpan e 'neserketî' û 'kêrî tiştekî nayê'. Sala 2017'an diçe bajarê Gentê yê Belçîkayê, ji Necatî Demîrogullari 'Karsazê Tirk' wesayitekê distîne û bi vê diçe Enqereyê. Demîrogullari her wiha zavayê Yakûp Koç e û ji karê lojîstîk ê tîma suîkastê berpirs e.
Demîrogullari ji bo Yeşîlyurt belgeyên qelp çêdikin, wesayit weke 'wesayita şîrketê' û Yeşîlyurt weke 'xebatkarê şîrketê' nîşan didin. Yeşîlyurt ji bo ku ev kar bibe Yakup Koç dixin dewrê. Koç, ji Demîrogullari yê zava dixwaze ku karê wî bi cih bînin. Ji bo vê ji Yeşîlyurt pasaport û belgeyên din ên hewce dixwazin. Di lêpirsînê de, di WhatsApp a Demîrogullari de kopiyên pasaportê û belgeyên din têne dîtin. Bi vî rengî, daraza Belçîkayê lêpirsîna têkilî Yeşîlyurt bêhtir berfireh dikin.
Yeşîlyurt ê nifûsa wî li ser Trabzonê ye, 8'ê Nîsana 2021'an dema 41 salî bû bi sedema 'Covîd-19'ê mir. Cenazeyê wî şandin bajarê wî. Pêlekê dema ku Îrfan Yeşîlyurt bi Chronopostê koliyek şandî Stenbolê hate testpîtkirin. Li gorî agahiyên di dosyayê de Yeşîlyurt li Cronopostê digere û dibêje çima pakêt negihaştiye adrêsê. Hêrs dibe. Dema ku Crhonopos dipirse bê ka di pakêtê de çi heye, Yeşîlyurt dibêje lîsteyeke navan û nimroyên telefonê hene. Piştre polîsên Fransî jî îfadeya Yeşîlyurt standin. Polîs jî dibêjin çi ji Stenolê re şandiye. Pêşî, dîsa got wî lîsteyek şandiye ku tê de nav û nimroyên telefonan hebûn. Dema ku polîs dipirsin bê ka lîsteyeke çawa ya navan e, bersivên hevnegirtî dide. Yeşîlyurt got ew diçe goristanên Fransî, navê Tirkên ku li van deran hatine veşartine dinivisîne û dişîne Enqereyê. Seyre bû ku nimroyên telefonan ên van miriyan hebûn.
Têkilî Yeşîlturt rewşeke dî jî heye. Lêpirsên Belçîkî pê derdixin ku Yeşîlyurt ketiye ber pergala hişyariyê veşartî ya qada Schengenê. Ango, her ku Yeşîlyurt ji sînor derbas dibe, ji vê saziyên têkildar têne agahdarkirin. Bi kêmanî Fransî Yeşîlyurt bi rengekî dişopînin. Dixwazin hîn bibin bê ka diçe kû derê.
Belçîkî dema ku pirsa vê rewşê ji Fransiyan dikin bersivê nadin. Piştre tê fêhmkirin ku Fransî bi rengekî seyr Yeşîlyurt ji pergala hişyariyê ya Schengenê derxistine, şop ji ser winda kirine. Dozgerê Belçîkî jî, pêşî dibêje ku Yeşîlyurt ji bo ku li kafeyekê pevçûn kiriye hatiye şopandin û dixwaze ser lêpirsînê bigire lê 'kelevajî' tê dîtin ku ji bo pevçûnekê bi asta Ewropayê biryara lêgerînê were standin û ev daxwaza dozger kesek guh nadiyê.
PERWERDEHIYA TAYBET STANDINE
Kesekî dî yê di nav vê şebekeyê de Samî Koç e. Biraziyê Yakûp Koç e. Kesekî dî jî heye bi navê 'Avnî'. Dema ku polîsên Fransî van dişopînin, pê derdixin ku wan perwerdehiya taybet standine. Ji ber ku ev kom ji bo ku axaftina wan neyê guhdarîkirin teknîkekê bi kar tînin. Ango dizanin bê ka wê çawa nehêlin ku kesek li wan guhdar bike.
NAVENDA XWE FRANSA YE
Ev ekîba ku xebata îstîxbaratê dike her wiha ew ekîb e ku kesên ku dişînin Belçîkayê organizeya wan dikin. Derkete holê cihê navendî yê tîma sûîqestê ku şandina Belçîkayê, Fransa ye.
Têkiliya hemûyan bi sefaretxaneya Tirk û Enqereyê re heye. Di qeydên telefonan de têkiliya kesên bi navê Yeşîlyurt û Mustafa Kesîn a bi sefaretxaneya Tirk re balê dikişîne.
WÊNEYEKÎ PIR GIRÎNG: TANRIVERDÎ Û SADAT
Di dosyayê de wêneyekî pir girîng heye. Di telefona Çelîkbîlek de hate dîtin. Di lêpirsînê de Çelîkbîlek got ev wêne ji aliyê Yeşîlyurt ve hatiye şandin. Di wêne de Yeşîlyurt di navbeynda du kesan de ye. Dema ku ji Çelîkbîlek dipirsin bê ka ev kî ne, dibêje yek jê ji malbatê ye, yek jê Yeşîlyurt e û yê dî nas nake.
Kesê ku Çelîkbîlek dibêje ew wî nas nake, ji hêla lêpirsan ve hate tespîtkirin. Ji bo kesên ku Tirkiyê nas dikin ev kes hem tê zanîn û hem jî tarî ye: Adnan Tanriverdî. Kesê ku SADAT (Şîrketa Şêwirmendiyê ya Parastinê ya Navnetewî). Her wiha şêwirmendê şexsî yê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan. 30 salan li Seroktiya Daîreya Şerê Taybet a Serekerkaniya Tirk xebitiye û her wiha Seroktiya Teşkîlata Parastina Sivîl a KKTC'ê kiriye. Tanriverdî li Akademiya Herba Bejahî ders jî daye ku yek ji şagirtê wî Wezîrê Parastinê yê niha Hulîsî Akar e. Têkiliya nav wan piştî dema 28'ê Sibatê zêde bûye. Piştî 'hewldana darbeyê' ya 15'ê Tîrmeha 2016'an têkiliya wan bû xwedî rengekî dîtir. Bi dawaza Erdogan li ser mijarên ewlehiyê bû Şerekşêwirmendê Erdogan. Tevlî civînên ewlehiyê yên li asta herî bilind ên dewletê bû.
Kanûna 2019'an tevlî Kongreya Yekîtiya Îslamê ya Navneteweyî ya 3'an a li Stenbolê bû. Li kongreyê got, "Divê em haziriya xwe ji bo hatine Mehdî bikin" û bal kişand. Li ser nerazîbûnan 8'ê Çile ya 2020'an hem ji serekşewirmendiyê û hem ji peywira Endamê Lijneya Ewlehî û Polîtîkaya Derve îstîfa kir.
SADAT a ku Tanriverdî damezrandina wê kiriye qeyda xwe ya fermî 28'ê Sibata 2012'an kiriye. Wê demê 23 efser û jêrefserên malnişîn hebû. Tê gotin îro li 22 welatên Misilman, nexasim bi asta hikûmeta Trablûsê 64 şêwirmendê xwe hene. SADAT rasterast tevlî perwerdehiya komên çekdar ên li Sûriyeyê dibe, bi rehetî dikare biçe kampên leşkerî yên Tirk. 2016-2017'an, 2018'an di operasyonên dagirkeriyê de yên bi navê 'Firat Kalkani' û ''Zeytin Dali', şêwirmendî ji komên çete yên çekdar re kir. Ev hêza ku di operasyonên derve de tê bikaranîn, li nav welêt weke milîsên polîtîk ên çekdar tê xebitandin. Tê gotin nexasim li Tokatê û Konyayê kampên wan hene. Ji bilî hin agahiyên ku derketine holê xebatên rastîn ên SADAT'ê têne veşartin.
Îdîa ew e ku SADAT nexasim ji bo ewlehiya hikumetên welatên misilman dixebite. Her wiha SADAT ku di navbeyna hikûmetên navborî û sinayayiya berevaniyê ya Tirk de navbeynkariyê dike perwerdehiya piyade, hêzên taybet, hêzên deryayê û hewayî jî dide. SADAT ku weke Gladyoyeke nû yaTirk tê dîtin, tê gotin li nav welêt weke hêzên Besîc a paramîlîter a Îranê û li derve jî weke Hêzên Qudsê yên Îranê operasyonên derve rê ve dibe. Tê gotin ku MÎT'a Tirk hem li operasyonê hundir û derve wê weke perdeyekê bi kar tîne.
ÇI KARÊ SADATÊ LI EWROPAYÊ HEYE?
Ev agahî têne zanîn. Lê li Ewropayê xwedî rêxistiniyeke çawa ne? Welatên Ewropî çi qasî bi vê rêxistinê re têkildar in?
Tanriverdî sala 2018'an bi Erdogan re serdana Parîsê kir. Di şandeya fermî de navê wî nebû. Nayê zanîn bê ka dema vê serdanê bi kê re axiviye, çi axifiye û li ser kîjan mijaran li hev kirine.
WÊNEYEKÎ DIN: SEYÎD SERTÇELÎK
Ekîba ku di lêpirsînê de li Parîsê bi cihbûne, weke ku elektrîkvan an jî firoşkarê wesayitên ji dest bin, derkete holê ku peywirdar in ku Tanriverdî û Sertçelîk pêşwazî bikin. Ekîb bi herduyan re jî têkildar e.
Dema ku Erdogan serdana Parîsê kir, kesekî dî yê pir nêzî wî hebû: Seyîd Sertçelîk. Bi navê dinê, Şêwirmendê Serokkomar û endamê lijneya polîtîkaya ewlehiyê ya Serokkomariyê Prof. Dr. Seyît Sertçelîk. Li ber çavan bêhtir bi înkarkirina qirkirina Ermenan dilebite.
Gulana 2018'an li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatî dagirkirin, dema serdana li girtîgeheke wêneyek hatiye kirin. Wî ev wêne li Facebookê par ve kir. Lê wêneyên ku ji hêla raya giştî ve nayê zanîn nîşan dide ku Sertçelîk bêhtir çûye. Mînak hem bi tora tetîkêş a Ewropayê re, hem bi li Parîsê û hem jî li Enqereyê li Qesrê wêneyên wî hene.
Nexasim du wêneyên Sertçelîk bala mirov dikişînin. Yek jê li Parîsê bi Çelîkbîlek re, yê dî li Enqereyê bi Keskîn û Koç re. Kesê ku wêneyê li Enqerê girtî jî Zekerya Çelîkbîlek e. Van sê kesan li Enqereyê li bûroya li Qesra Erdogan serdana Sertçelîk kirine.
Polîsên Fransî dema ku ji Çelîkbîlek dipirsin bê ka ev kes kiye, dibêje, ''camêrekî ku tê Parîsê'', ''rêbertiyê'' jê re dike û navê wî ''Saît'' e. Dema ku buroya Sertçelîk jê dipirsin behsa wezaretekê an jî ''tiştekî weke vê'' dibêje. Dibêje ji bo ku li Parîsê 'rêbertiyê' dike, kesê di wêne de jî (Seyît Sertçelîk) li Enqerê 'rêbertiyê' jê re dike. Çelîkbîlek dibêje ew pê nizane ku buroya ku çûyê li Qesra Erdogan e. Lê nabe ku Çelîkbîlek Qesrê nas neke û şêwirmendê Erdogan 'rêbertiyê' jê re dike.
DAXWAZA ATEŞEYÊ LEŞKERÎ YA JI ÇELÎKBÎLEK
Di telefona Çelîkbîlek de kaxezek û wêneyê ateşeyê leşkerî yê li Sefaretxaneya Parîsê peywirdar hene. Ateşeyê leşkerî ku navê wî nayê zanîn, di vê kaxezê de tişta ku ji bo AKP'ê kirî her tişt tê vegotin. Polîs dema ku ji Çelîkbîlek dipirse bê ka ev tê çi maneyê, Çelîkbîlek zêdetir tiştan vedibêje. Di lêpirsîna berê de gotibû tiştek nayê bîra wî û ew bi nexweşiya Alzheîmerê ye.
Çelîkbîlek dibêje ateşeyê leşkerî tê tawanbarkirin ku bi FETO re têkildar e û heke were girtin jê xwestiye ku kazexa navborî bide Erdogan. Çelîkbîlek û ateşeyê leşkerî sala 2016'an piştî hewldana darbeyê li sefaretxaneya Parîsê dema ku têne cem hev daxwazeke wiha ya niviskî dayê. Di vê rewşê de Çelîkbîlek weke ku îdîa dike heke tenê 'elektrîkvan' be, pirseke wiha derdikeve pêş bê ka çima ateşeyê leşkerî peyaman ku divê bigihe ber destê Erdogan dide Çelîkbîlek. Bi kurtasî, ateşeyê leşkerî dizane ku Çelîkbîlek rasterast bi Enqereyê re têkildar e.
HINDIK MA KU DESTÊ MIROV BIGIHIJE DAWIYÊ
Hemû agahiyên ku di lêpirsînê de derketin holê ne tenê bi vê re sînordar in. Nexasim saziyên Fransî li ber destê wan agahiyên berfirehtir hene. Lê bi lêpirsîna Belçîkayê re agahiyên pir kêm hatin parvekirin. Ango, saziyên Fransî ji agahiyên ku par ve kirine zêdetir agahî di dest wan de hene. Her wiha pirseke girîng e bê ka çima ev kes li Fransayê nayên rehtkirin an jî darizandin. Her wiha serdana li Parîsê ya Tanrîverdî û Sertçelîk jî were ronîkirin.
AYDAR: DOSYAYEK HEFT HEZAR RÛPELÎ HEYE, DIGIHIJE ERDOGAN
Zubeyîr Aydar dibêje dewleta Tirk li derveyî Tirkiyeyê rêxistineke sûc ava kiriye. Aydar got, ''Li ber destê wan dosyayeke 7 hezar rûpelî heye. Di vê dosyaya sûc de bi rengekî aşkere hebûna şebekeyeke sûc tê deşîfrekirin. Bi rengekî aşkere planên sûîqestê deşîfre bûne û di dosyayê de bi rengekî ber bi çav diyar e ku ev xwe dispêrê MÎT'ê, hikûmeta Tirk û Tayyîp Erdogan.
Doz heta bi kû derê wê biçe nayê zanîn. Lê jêdereke nêzî lêpirsînê dibêje milîmetreyek maye ku bigihijin yê herî li jor. Pirsa dawî ew bê ka wê bikaribin dest li yê herî li jorê bidin yan na.