Şerê parvekirina dinyayê ya ku di sala 1914’an de hate kirin di esasê xwe de di navbera Îngîltere û Elmanyayê hate kirin. Bingeha şer ev bû ku wê serdestê yekemîn ê dinyayê kî be. Qada şer a esasî jî Rojhilata Navîn a Osmaniyan bû. Ji bo parvekirina axa Osmaniyan û bidestxistina rêya Hindistanê şer hate kirin. Împaratoriya Osmaniyan a di bin rêveberiya Îttîhad û Terakkiyê di eniya Elmanyayê de ketin vî şerî û di dawiya şer de teslîm bûn û têk çûn. Di encamê de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn a îro di navbera Îngîltere û Fransayê ya ku di şer de bi ser ketibûn hate çêkirin.
Di nav şer de du bûyerên bingehîn hene. Yek jê geşkirina feraseta qirker a rêveberiya Îttîhad û Terakkiyê û pratîzekirina siyaseta qirkirinê bû. Qirkirina Ermenan berê hatibû amadekirin û di sala 1915’an de hate kirin. Li gorî gotinên giştî milyon û nîvek Ermen hatin qetilkirin û sirgunkirin. Li gorî agahiyên şênber jî di nav şer de 700 hezar Kurd neçar man ji axa xwe koç bikin û herî kêm 600 hezar Kurd jî di şer de hatin qetilkirin. Ev tê wateya destpêkirina qirkirina Kurdan. Qirkirina Siryanan jî di sala 1924’an de hate kirin û ji rêveberiya wê demê re hate hiştin. Diyar e ku desptêkirina qirkirinên ku her roj tê kirin di wê demê hatiye kirin û bi feraset û siyaseta wê demê qirkirin hate kirin.
Bûyereke girîng a di nav şer de ev bû ku di sala 1917’an de li Rûsyayê Şoreşa Sovyetê hate destpêkirin. Bi vê şoreşê de Rûsyayê xwe ji ser vekişand û piştî têkçûna eniya Elmanan li dinyayê dijberiyeke din ava bû. Vê carê Îngîltere û Fransa yên ku di şer de bi ser ketin, bûn dijberên Rûsyaya ku şoreş lê hatibû kirin. Tevgera Kemalîst a Osmaniyan jî xwe spart vê dijberiyê û sînorên serweriyê yên bi navê ‘Mîsak-i Mîllî’ ji xwe re çêkir. Di nav vî sînorî de axa Kurd û Tirkan hebû. Tevgera Kemalîst xwe spart dijberiya li dinyayê, ji her du aliyan hêz stend û di 29’ê Cotmeha 1923’an de dewleta TCyê ava kir. Wê nekarî xwe baş bigihîne hedefa Mîsak-i Mîllî lê li ser nîvê Kurdistanê bû serwer, li Kurdistana ku parçe bûbû siyaseta qirkirinê meşand û ev tişt bi pergala dewletparêz a dinyayê da qebûlkirin.
90 sal şûnde di sala 2015’an de di meha Tîrmehê de rêveberiya AKP’ê rewşa şerê li Sûriyeyê nirxand, bi DYE, MHP û PDK’ê re li hev kir û xwest hedefa Mîsak-i Mîllî ya ku nîvî mabû, temam bike. Xwe spart pêvajoya Astanayê ya ku Rûsya û Îran tê de hene. Li ser vî esasî di 26’ê Tebaxa 2016’an de li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirker da destpêkirin. Armanca wê ev bû ku qirkirina li ser Kurdan kûrtir û berfirehtir bike û encamekê bi dest bixe. Li ser vî esasî di çarçoveya NATO’yê de xwe spart DYE, MHP û PDK’ê û ji aliyê din ve di çarçoveya ‘Pêvajoya Astanayê’ de bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser Kurdistanê êrîşeke dagirker û qirker da meşandin. Ji bo qirkirina li ser Kurdan ji hemû dinyayê piştgiriya siyasî û leşkerî stend û kir ku her kes li hemberî vê qetlîamê çav û guhê xwe bigire.
Ji meha Sibatê û vir şerê Ukraynayê hate destpêkirin û ev jî li şerê Sûriyeyê hate zêdekirin. Rêveberiya AKP û MHP’ê ev rewş nirxand, li gorî hesabên xwe gihişt vê biryarê ku ew ê ji bo şerê qirkirina Kurdan zêdetir derfet û piştgiriyê bistîne. Li ser vî esasî di 17’ê Nîsanê de li ser Zap, Avaşîn û Metînayê êrîşeke dagirker da destpêkirin. Ji bo ku vî şerî li Rojava jî bike, ji xwe re li piştgirên siyasî û leşkerî geriya. Ji bo vê xwest beşdarbûna Swêd û Fînlandiyayê ya nav NATO’yê binirxîne û civîna NATO’yê ya di dawiya meha Hezîranê de li ser vî esasî nirxand. Piştî civîna NATO’yê di 19’ê Tîrmehê de çû Tehranê û tevî Rûsya û Îranê civîneke nû ya Astanayê kir. Dema ku her kesî dixwest fêm bike encama vê civînê çi bû, gelo Erdogan ji bo ku êrîşî Rojava bike piştgirî ji Rûsya û Îranê stend an na, di 20’ê Tîrmehê de li Zaxoyê qetlîamek hate kirin. Li Heftanînê hêzên dagirker ên Tirk bi topan li gundê Perexê yê Zaxoyê dan. Li nêzî gund malbateke Ereb hatibû seyranê û 9 kes hatin qetilkirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Niha her kes vê qetlîama hovane nîqaş dike. Hemû dewlet û rêxistin li ser hev daxuyaniyan didin û qetlîamê şermezar dikin. Vê bûyerê li Iraqê serhildanek çêkir. Gel dadikevin qadan û naletê li TC û Erdogan tînin. Dixwazin Tirkiye tevî hemû hêzên xwe ji Iraqê derkeve. Dema ku ev nivîs dihat nivîsandin jî baş nayê zanîn wê geşedan çawa bidomin. Ji ber bandora vî tiştî rêveberiya Iraqê hinek civînan dike û daxuyaniyên dijberî Tirkiyeyê dide. Wekî her carê rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê vê bûyerê înkar dike û ji devê alîgirên xwe dixwaze têxe stûyê PKK’ê. Rêveberî û çapemeniya PDK’ê jî ji bo ku vê hewldana AKP û MHP’ê xurt bike, her cure piştgiriyê dide.
Kesên li vir hatine qetilkirin Ereb e û ev tişt jî xwedî girîngiyekê ye. Ji ber ku hemû civaka Iraqê û dewletên Ereb xwedî li van kesên hatine qetilkirin derdikevin û helwesta xwe ya li hemberî TC’yê jî zelaltir dikin. Heke kesên hatine qetilkirin Kurd bûna, wê bertekên wisa xurt û berfireh nehata dayîn. Heta ku gelek qetlîamên wisa hatine kirin lê di vê astê de nerazîbûn nehatine nîşandan. Qala hinekan jî nehat kirin. Ji ber ku kesên Ereb hatine qetilkirin, ev tişt nerazîbûnê zêdetir dike û dora faşîzma AKP û MHP’ê jî teng dike. Diyar e ev tişt asta dawîn e. Wê di nava demeke kurt de were dîtin gelo wê çi bibe. Heke nerazîbûna gel zêde nebe û bi awayekî rêxistinkirî nebe tiştekî domdar wê rêveberiyên dewletan di nav xwe de li hev bikin. Divê destûra vî tiştî neyê dayîn.
Bi rastî, ku komkujiya Zaxoyê piştî hevdîtinên Madrîd û Tehranê hat, mirov dike ku bifikire û bipirse gelo têkiliya wê bi wan re heye yan na. Ji ber ku hin derdor bi girêdana rasterast, Rêveberiya AKP-MHP'ê ya ku li Madrîd û Tehranê ji bo êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê nekarî erêkirin bi dest bixe, weke êrîşeke kontrolkirinê û pîvandina bertekan dinirxînin. Yanî li gorî bertekên li hemberî vê qetlîamê wê biryara êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide yan na. Ger reaksîyon kêm be dê êrîş bike, lê zêde be dê herî kêm êrîşa dagirkeriyê paşve bixe.
Bê guman, ev pêşdîtin mirov dikare bi qismî bigire berçavan. Tişta ku divê zêdetir li ber çavan bê girtin ev in ku li ser navê HPG û KCK'ê hatine gotin. Di daxuyaniya li ser navê HPG'ê de hat ragihandin ku ev êrîşa komkujî bi armanca 'koçberkirina gel ji warên xwe û Kurdistanê bê Kurd hiştine’ hatiye kirin. Ji ber ku rêveberiya AKP-MHP’ê xwe dispêre zîhniyet û polîtîkaya qirkirinê ya Îttîhad û Terakkî û Tevgera Kemalîst û hewl dide tişta ku wan neqedandiye temam bike, bi hêsanî tê fêmkirin ku ev êrîşa li ser vê bingehê hatiye kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê li dijî berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna têk çûye û ketiye tengaviyê. Şert û mercên siyasî û leşkerî têra êrîşê Rojava bike nekir. Di eslê xwe de ev êrîş dibe destpêka dawiya faşîzma AKP-MHP’ê.
Her çend ne pir girîng be jî, ji ber ku ji aliyê PDK'ê ve bi israr tê dubarekirin, em dikarin vê nêrînê cardin diyar bikin. Li gor vê nêrînê “Artêşa Tirk ji ber ku PKK’ê heye êrîş dike û komkujiyên wiha rû didin!” Bi rastî, ev nerînek pir qels û gemar e ku ne hêjayî bersivdayînê ye. Di eslê xwe de rewakirin û beraetkirina qirkirina Tirk heye. Mînak ji ber ku PKK’ê bû, li Amed, Çewlîk, Agirî û Dersimê bû dewleta Tirk komkujî kir? Em careke din bifikirin ku dewleta Tirk ji ber ku PKK’ê ye van qetlîaman dike! Îcar çima PKK heye? Gelo ji ber ku zîhniyet û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk heye, PKK nîne? Her wiha PKK rêxistineke gelê Kurd e û dikare li her bostekê axa Kurdistanê hebe. Ji bo vê jî ji bilî gel destûr û erêkirinê ji kesekî din nagire. Bi her awayî, ji ber ku PKK li wir tune bû, qetlîama Perexê pêk hat. Ji ber ku ger PKK’ê li wir bûya wê nehişta ku dijmin komkujiyeke wiha bike.
Bi kurtasî, diyar e ku komkujiya Zaxo jî mîna yên berê, ji ber zîhniyet û siyaseta qirker a dewleta Tirk û rêveberiya AKP-MHP’ê pêk hatiye. Bê şik divê di asta herî jor de bertek li hember qetlîama Zaxo bê nîşandan û ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin ku, divê dev ji zîhniyet û siyaseta heyî ya dagirker û dij-Kurd berde û ji Iraqê derkeve. Ji bo ku komkujiyên nû yên bi vî rengî pêk neyên, ev pêwîst e. Lê qetlîama navborî ne bûyerek yekane bû, berovajî ji zîhniyet û polîtîkaya AKP-MHP’ê ya li dijî qirkirina Kurdan derketiye. Pêwîst e li dijî zîhniyet û siyaseta qirker a dewleta Tirk a ku li dijî Kurdan e, helwest bê girtin da ku qetlîamên bi vî rengî dubare nebin. Dema zîhniyet û siyaseta qirker bê tinekirin, qetlîamên bi vî rengî wê bi dawî bibin û gel bi biratî bi hev re bijîn.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka