'Sala 2022'an wê bibe sala serketin û azadiyê'

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cizîrî sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gelan hemûyan pîroz kir û destnîşan kir ku bi bawerî, biryardarî û hêzeke xurt wê sala 2022'an bikin sala azadiyê.

Gotara Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cizîrî ya li malpera "pajk.org" hate weşandin wiha ye:

"Em dikevin saleke nû û sala 2021’emîn li pey xwe dihêlin. Em dizanin ku di dîroka me de her demek û kêliyek bi têkoşîn û nirxên mezin û berxwedaniyên bêhempa, têkoşîna me ya azadiyê xwe hîn bilindtir kiriye û gihiştiye astekî serketinê.

Weke tevgera azadiya jinên Kurd û tevgera azadiya gelê Kurd, em xwedî paradîgmaya neteweya demokratîk a ku li hemberî hemû pirsgirêkên civakî bibe çareserî ne û îro bi taybetî ji bo hemû pirsgirêkên jinan û gelan re dibin bersiveke şênber. Di vê wateyê de têkoşîna me jî weke lêgerînerên heqîqetê, ji ber ku hemû bingehên nirxên civakî ji xwe re weke mîrateyekî girtiye, çi pêşketinên ku îro bi navê tevgera azadiya gelê Kurd bi pêş ketiye di esasê xwe de pêşketinên li ser navê mirovahiyê ne. Li ser navê dîroka mirovahiyê îro di asta gerdûnî de pergala neteweya demokratîk bi îdiayekî mezin têdikoşe. Di pergala me de lingê esasî, li ser bingehê azadiya jinê avakirina civakekî demokratîk û ekolojîk e. Li ser vê bingehê sala 2021’emîn de gelek xebat û têkoşînên bi navê jinê, gavên dîrokî me avêt.

LI HEMBERÎ ÎRADE Û HÊZA SEROKATÎ TIRSEKE MEZIN HEYE

Di şexsê netewe-dewletên ku xwe dispêrin pergala kapîtalîzmê de, şerek li ser Rojhilata Navîn tê meşandin. Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Li ser vê esasê êrişên herî mezin jî li ser Rêber APO tê meşandin. Bi her şêwazên bêhiquqî, bê ehlaqî û bi her şêwazên ji derveyî mafên mirovan êrişeke mezin li hemberî Rêber APO tê meşandin. Rêber APO pirsgirêkên ku ji ber desthilatdariyê derketine holê û diqewimin baş analîz kiriye û alternatîfa wê daniye, vêya bi felsefeya civaka azad şênber kiriye û rêbazên xwe rêvebirina civakê daniye holê. Ji ber vê yekê jî ji aliyê hêzên hegemon ên cîhanî, bi destê projeya wan a AKP, li ser Rêbertî êrişên pir dijwar tên meşandin. Ev 9 mehên dawiyê ye, tecrîdek girankirî li ser Rêber APO tê meşandin û bi ti awayê jê agahî nayê girtin. Lewra êrişên ku îro li ser Rêber APO tê pêkanîn, êrişên li ser gel û mirovahiyê tê pêkanîn. Di şexsê Rêbertî de jina azad, civaka azad û mirovên azad tê dadgehkirin. Di vê wateyê de tecrîda ku tê meşandin, tecrîda li ser jina azad, mirovahiya azad û civaka azad tê meşandin. Divê em bi vê zanibin û û li gor vê tevbigerin.

Bêguman weke tevgera azadiya gelê Kurd û tevgera azadiya jina Kurd di nav salê de pêngavên me yên ji bo azadiya Rêber APO hatin destpêkirin. Bi navê Dem Dema Azadiyê Ye pir bi germahî, bi coş û biryardariyekî mezin îsal jî di hemu qadan de têkoşînekî bê hempa hat meşandin. Di vê wateyê de bê guman têkoşîna gelê Kurd êdî gihiştiye civakekî ku xwe birêxistin kiriye. Êdî gelê Kurd ne ew Kurdê nezan, mehkûmê koletiyê bûye ye. Êdî gelê Kurd, Kurd ê kevin li pişt xwe hiştiye. Di sedsala 21’emîn de civaka ku hêj hebûna wê nehatiye qebûlkirin, statuya wê nehatiye dayîn gelê Kurd e. Gelê Kurd di vê wateyê de hêj şerê ziman, çand û hebûnê dide. Bi derketina Rêbertî re dîroka Kurdê azad destpê kiriye û bi hemu heybeta xwe ev meşa azadiyê gavên pir dîrokî avêtiye. Îro gelê Kurd di qonaxa xwe ya serkeftinê de derbas dibe. Ji ber vê yekê êrişên pir dijwar vê salê jî li ser tevgera me hat meşandin. Bi tecrîtkirina Rêbertî, dixwazin dengê aşîtiyê, azadiyê, dengê ku ji bo îradeya çareseriyê derdikeve dixwazin qût bikin. Li hemberî vê îrade û hêza Serokatî tirsek mezin heye.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI HEMBERÎ GERÎLAYÊN AZADIYÊ TÊK ÇÛ

Her wiha li hemberî wargehên azadiyê, çiyayên azad û şervanên azadiyê jî êrişên mezin pêk tên. Ji meha Nîsanê heya niha hêzên desthilatdariya dewleta Tirk bi awayekî dagirkerî, li Başûrê Kurdistanê êrişan dide meşandin. Li hemberî ev êrişên ku li ser hemû qadên parastina medyayê tên meşandin, bê guman bi berxwedaniyekî dîrokî, ji aliyê şervanên me yê azadiyê ve, bi pêşengtiya jina Kurd a hêzên me yên leşkerî YJA-Star’ê ve hat meşandin. Bi berxwedaniyên xwe yên bê hempa, seknekî dîrokî afirandin. Bi çalakiyên xûrt derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dan.

Di tevahî dîroka me de, dewleta Tirk ti carî bi awayekî sînge sîng bi me re şer nekiriye. Bi hemû çekên xwe yên NATO yên pêşketî êriş kir. Di vê wateyê de heta gelek caran çekên kîmyevî yê di hiqûqa navnetewî de hatiye qedexekirin, li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê bikar anîn. Rûxmê hemû derfetên pêşketî yê NATO’yê, rûxmê teyareyên xwe û hemû teknolojiya xwe ya li dijî me bikar tînin jî; nikare li hemberî ti sahayê çiyayên Kurdistanê û li hemberî şervanên azadiyê şer bike û encamê ku dixwaze, nikare bidest bixe. Ev yek nîşaneya neçariya wî ye ku bi çekên kîmyewî jî êrişî ser qadên azad dike. Ev yek têkçûna artêşa Tirk dide nîşandan. Bikar anîna çekên kîmyewî sûcekî herî giran e. Lê dewleta Tirk bi vê sûcê giran re, li hemberî tevahî nirxên mirovahiyê û li hemberî hiqûqa navnetewî jî ket nav sûcekî mezin. Gelê me yê Kurd jî ji Ewropa heyanî welat, bi pêşengtiya jin û ciwanan xwedî li gerîlayên xwe derket, li ser vê bingehê gelek çalakî jî hatin lidarxistin. Bê guman saziyên hiqûqî yên Ewropa erkên ku diket ser milê wan pêk neanîn û di vê wateyê de hêj hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re nîşan didin, çavên xwe ji van sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker re digrin. Ger heya niha jî heyetên serbixwe nehative van hereman û çekên kîmyewî yên hatine bikar anîn lêkolîn nekiribe ev tê wateya ku bi sûcên AKP’ê re hevkariyekî di navbera wan de heye.

Li kêleka vê, rûxmê çekên kîmyewî jî, rastiya ruhê azadiyê vê yekê îspat kiriye ku çi şert û zirufên zehmet derketibin pêşiya me jî, ev şert û ziruf nikarin li hemberî îradeya ji pola ya azad zehmetî bidin avakirin, asteng bikin. Tam di vê wateyê de em dikarin bêjin ku rihê serkeftinê ya gerîlayên azadiyê, teknolojiyên herî pêş ên dagirkeran vala derxistin. Li hemberî vê berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker neçar ma û ji gelek qadan xwe vekişand. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe yên li hemberî qadên azad, dixwest li ser civakê jî têgihek bide avakirin. Lê ev daxwaza wî jî, bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê têk çû. Hêzên me yên gerîla ji Avaşînê bigre heyanî Metîna, Zap, Zagrosan, Xakûrkê û hemû qadên me yên parastina medyayê, li Bakûrê Kurdistanê ji Botan’ê heyanî Serhed, Garzan, Dersîm, Amed’ê bi rastî jî salekî bi berxwedaniyek bê hempa û dîrokî hat jiyîn. Di vê salê de gelek rêhevalên me yên qehreman pêşengtî kirin. Bi vîna civaka azad, bi rihê serkeftinê, bi pêşengtiya jina Kurd, li hemu qadên me yên gerîla destanên pir dîrokî derketin holê.

'DEM DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD E'

Rastiya ku îro di şexsê AKP’ê de derdikeve holê, her tim bi rêya şerê taybet, bi rêya şerê derûnî ku hemu televîzyonên xwe weke bomberdûmana li ser fikr û zîhnê civakê pêk tîne; dixwaze bi têgihekî binkeftina xwe ya operasyonan veşêre û mîna ku derbên giran li me daye dixwaze di nav civakê de ser têkçûna xwe bigre. Di rastiya xwe de AKP çi ji aliyê aloziya aborî be, çi bi aloziya civakî, siyasî be çi rawatiya hikûmetê nemaye. Ev şer ne tenê şerekî li hemberî Kurda ye. Ev xapandina herî mezin e ku di hişê însanan de hatiye bicihkirin. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka ku tevahî cîhanê eleqedar dike ye. Di vê wateyê de herî zêde jin dibin mexdûrê vî şerî. Li ser vê bingehê me jî weke KJK bi navê ‘Dem Dema Parastina Jin û Civaka Azad E’ pêngavek da destpêkirin. Jinên Kurd di çarçoveya vê pengavê de li Kurdistan û tevahî cîhanê çalakiyên cûr be cûr lidarxistin. Îro jina Kurd di wê hêzê de ye ku li hemberî hemû hêzên hegemon ên cîhanê, bi îradeya jina azad dikare hemu destkeftiyên xwe biparêzê, hîn bêhtir birêxistin bike. Ji bo sala 2021’emîn em dikarin bêjin ku him di qada siyasî de, him di qada aborî, civakî, dîplomasî û leşkerî de xebatên girîng hatin meşandin.

DEWLETA TIRK A FAŞÎST LI ÇIYAYÊN AZAD TÊK ÇÛ, BERÊ XWE DA ZINDANAN

Ev zêdetir bê guman li ser sahayê zindanan ji êrişê ne merdanê, bê hûqiqî li ser zindanan û hevalên zindanan tê meşandin û ferz kirin. Ji ber ku zindan di dîroka me heta îro li beranberê fazişme û dagirkerî berxwe dayê. Di PKK’ê de her tim pêşengtiya Mazlum Dogan, Sakîne Cansiz û Kemal Pir cihê berxwedan û kelha berxwedaniyê. Îro ji bi hezaran keç û xortên Kurd yên ku bê sûc tenê ji bo azadî, hebûn, nasnameya xwe û tenê ji ber gotinê em Kurdin û xwedî nirxê xwe derketine di zindanê de ne. Lê li beranberî êrişên ku li qadên zindanan tê pêkanîn, her tim îradeya gelê Kurd xwedî we sekne bûye ku van êrişên dewleta dagirker puç kirine, bê wate kirine û vala derxistine. Dewleta faşîst a ku li hemberî vê sekn û îradeya ji pola a ku zindanan veguherandiye kelhên berxwedanê, nikare tiştek bike; vê carê dest bi kûştina dîlên azadiyê dike. Di van pêvajoyên dawiyê de di nav hefteyî de 7 rêhevalên me, 7 dîlên azadiyê ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin. Bê guman her çiqas vê rewşê bi awayekî cûda bidin nîşandan jî, kûjerê wan rêhevalên me diyar e. Ew jî dewleta Tirk a faşîst a ku li çiyayên azad nikariye armancên xwe pêk bîne û vê carê berê xwe daye qadên zindanan e.

Lê li hemberê van tiştan îro di sahaya zindanan de ji ciwanan bigre heta dayikên û extiyarên me yên temên mezin bi rasti berxwedanekî xûrt, seknekî bi hêza esasê xwedî derketina nirx û nasnameya xwe li hemberî planên qirkirşna gelê Kurd li berxwe didin. Ji ber ve yeke îro hemû di dadgehan de ne. Dema mijar dibe Kurd tu hûqiq û tu qanûn divê mijarê de tune ye. Divê wateyê de bê guman pêwîste di hemû qadên de ne tenê dayik, malbatên me xwedî li zindana derkedikevin. Ji ber ku ev êriş ne tenê li hemberî kesekî, li hemberî Kurd, îradeya gelê Kurd û li ser esasa inkarkirina gelê kurd tê kirin. Ji ber ve yekê îro hemû kesên ku xwedî nasnemeya Kurd e, divê neheqiya tê kirin qebûl neke û xwedî li girtiyên xwe derkeve. Bi vê îradeye re ji peşiya wan neheqî û cezayên ku ji zindanan derdikeve bigre.

EM Ê SALA 2022'AN BIKIN SALA AZADIYA RÊBER APO

Ez hemû dayikên me yên ku ji bo xwedî girtiyên xwe derdikevin her roj li kolanan di çalakiyan de ne silav dikim. Bê guman hemû bi armanca konseptek tê meşandin û hemû li ser vîn, nasnema azad ya Kurdan e. Bi taybet li ser tevgerê ku îro bûyê çavkanî û azadiya jinan û li ser fikr û ramanên Rêber Apo û li ser pradigrama ya netewa demokratikê. Di vê wateyê de em çiqas xwedî li Rêberti derbikevin û bi çalakiyên xwe yên ku hemû qadên ku wek kolan, hûqiq, siyasî û hemû qaden ku em jiyan dikin bikin qadên têkoşîn û xwedî li îradeya xwe derbikevin; emê bikaribin ev kompolaya ku ser îradeya gelê Kurd tê meşandin têk bibin. Wekî gotina Rêber Apo ku hertim dibêjê ‘keliyên welê henê ku dîrok di şexsekî de şexsiyet ji bi dîrokê ki de veşartiyê’ ev êrîş jî li ser vîna gelê kurd tê meşandin. Divê em hemû bizanibin êrişa ku li ser Serokatî tê meşandin, em ê bi berxwedanî û çalakiyên xwe têk bibin. Pengavên ku “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” û pêngava “Dema parastina jina azad û civakê” ya ku du salên xwe xilas kirin,  li ser esasê civakêkî azad û demokratik hatiye avakirin. Di vê wateyê de emê sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jin û ew sedsal bi îradeya jina azad û bi rêxistina jina azad civakêke azad ava bikin û cihên ku heq kirine di jiyana mirovahiyê de dest bixin.

Em wek tevgera azadiya gelê Kurd sersala tevahî gelan, jinên berxweder û tekoşer, kesên ku ji bo civakê di hemû wateyan de dibin fedaiya civakê û hevalên ku di çêperan de berxwedanê dikin, pîroz dikin. Sersala Rêber Apo pîroz dikin. Sersala tevahî mirovatiyê ku berê xwe danê paşerojeke azad û bi nirxê xwe yê mirovahiyê dijîn pîroz dikin û em wek tevgera azadiyê dibêjin em ê sala 2022’an bikin sala azadiya Rêber Apo, sala azadiya jinan, sala serketinê û bi vê îdia, baweriyê û bi vê hêzê em ê li tevahî erkên xwe yên dîrokî xwedî derbikevin û soza me dayî şehîdan pêk bînin."