Divê xwepêşandan ne li dijî parlemento, li dijî navendên Tirk be!

Çawa ku gel beriya niha li dijî komkujiya li Zaxoyê daket qadan û helwest nîşan da, divê bi heman rengî ji bo parastin û ewlekariya xaka Iraq û vîna gel xwepêşandan li dijî navend û baregehên dagirker bûna. Ne ku li dijî parlamentoyê xwepêşandan bikin.

Hewldanên avakirina hikûmeta nû rê li ber wê vekiriye li Iraqê xwîn birije. Piştî hilbijartina pêşwext a 10’ê Cotmeha 2021’ê çav li rê bû ku hikûmetek nû bê avakirin ku bikare Iraqê ji rewşa heyî rizgar bike, yan jî herî kêm bikare pêşî li alozî û nakokiyên heyî bigire.

Mixabin tevî hemû hewldanan nakokiyên navbera aliyên Şîa Mûqteda El Sadir û Nûrî El Malikî giha asta ku li welêt xwîn biherike û şerekî mezin navbera aliyan rû bide.

Sadir li ser avakirina hikûmeta piranî israr e, ji ber ku nikare vê yekê pêk bîne; bi temamî xwe ji parlamentê vekişand. Di vê pêvajoyê de xaleke din a kor şerê Kurdan ê li ser Serokkomariyê ye ku rewşê hê aloztir dike. Ev jî yek ji sedemên geşkirina nakokiyên li herêmê ye. Li ser vê jî Kurdan heta vê kêliyê li hev nekirine.

Piştî ku Hevpeymana Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan bi fermî Mihemed Şeya Sudanî ji bo namzetiya Serokwezîrtiyê destnîşan kir û şûnde, li ser fermana Tevgera Sadir Mûqteda El Sadir aligirê wî daketin qada Tehrîr û xwepêşandanek lidar xistin. Cara destpêkê 27’ê Tîrmehê alîgirên Sadir li dijî vê biryarê ketin Parlamentoya Iraqê ku vîna hemû gel, ol, pêkhate û baweriyên li Iraqê temsîl dike. Li vir dîmenekî din ê balkêş derketibû holê, ew jî ew bû Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî di nava hêzên parastinê de bi çek li kolanê geriya. Ev jî dîmenek din bû ku rewşa heyî radixist ber çavan. Ev dîmen peyamek bû, yan jî metirsiyeke mezin li ser hebû, cihê xwe di rojevê de girt.

Li ser helwest û nerazîbûnên aliyan, xwepêşandêran xwe ji parlamentê vekişandin. Roja 30’ê Tîrmehê careke din alîgirên Sadir li qada Tehrîr kom bûn û ber bi Herêma Kesk ve xwestin biçin. Xwepêşanderan bendên beton şikandin û li erdê dan, ketin herêma Kesk. Piştî demekê û şûnde dîsa ketin avahiya parlamentoyê.

Sadir peyamek vekirî da hemû aliyên Iraqî, ew jî eger ji parlamentê fermî xwe vekişandibe jî, bê wî û biryara wî wê nikaribin li herêmê û taybet di avakirina hikûmeta nû de biryarek bê dayîn. Dîsa nîşan da ku hêz û pişta wî ya kolanê heye, dikare her kêlî vê hêzê bixe tevgerê. Ev hêz jî ne hêzeke hema wilo hesan e, potansiyel ji her tiştî re amade ye. Ji bo vê metirsiyeke mezin heye.

Di xwepêşandanan de, hemû bang ew bû ku xwîn nerije. Ji ber ku mûdaxeleyeke leşkerî û ewlekariyê hebe, metirsiyeke pir mezin heye ku şerekî dijwar nava aliyên Şîa yên piştevanî ji Îran digirin û Iraqê derkeve. Ji bo wê ketina Herêma Kesk û dîsa ketina avahiya Parlamentê bê mudaxeleyek tund pêk hat.

Ketina nav avahiya Parlamentê tê wateya binpêkirina vîn û kerameta gelê Iraqê. Her çendî ku dibe aliyên heyî nûnertiyek baş neke, lê wir navendeke ya hevpar a vîna gelê Iraqê ye. Kerameta gelê Iraqê û pêkhateyên wê ye. Ev tê wateya ku nenasîna vîn û kerameta gelê Iraqê. Wir mertebeyeke ya bilind a hemû Iraqiyan e. Taybet aydiyetê kesê, sazî û aliyî nîne.

Yek ji mijarên din li wir balkêş ew bû ku alîgirên ketin avahiya parlamentê bêrêzî li mertebe û vîna parlementer û mekanê wir kirin. Wêne û dîmenên derketin, siviktî li vîna gel hatiye kirin. Gel hatiye biçûkxistin û kiriye amûreke ya pêlîstinê.

Ketina nav avahiyeke weke Parlament û li wir bêrêzîkirin tişteke herî dawî ye bê kirine. Gotin di cih de be, Sadir bi vê yekê tişta dawî bikira destpêkê kir.

Sadir ê daxwaza çareseriyê dike, bi vî rengî nêzîkbûn ji çareseriyê dûr e, heta di her aloziyeke gengaz de wê bikeve xizmeta hêzên ku ew bi xwe daxwaz dike ji Iraqê bê derketin. Mûdaxeleyên di serî de Îran, Emerîka û Tirkiye dîsa hêzên din wê zêdetir bibe, qurbanî jî wê Iraqî bidin.

Sadir ku alîgirê çareseriyeke ji bo Iraqê be, bi her gavê gefkirina aliyên din a nava hikûmetê û dîsa tevgerkirina gel a li ser esasê berjewendiyên xwe çareseriyeke mayînde wê ji bo Iraqê neyne. Ji bo wê yekê taybet ketina nav cihên ku vîna gel temsîl dike, rê li ber mudaxele û aloziyên mezintir veke.

Di vê rewşa ne asayî de ku Iraq derbas dibe, divê hemû hewldan ew be ku vîna gel bê parastin û li dijî dagirkerî û mudaxeleyên derve be. Berî niha li dijî komkujiya Zaxo çawa gel daketin qadan û helwest nîşan da, divê bi heman rengî ji bo parastin û ewlekariya xaka Iraq û vîna gel xwepêşandan li dijî navend û baregehên dagirker û mêtingerên Iraqê bûna, ne li dijî parlamentoyê.

Ji ber ku eger li Iraqê alozî derkeve û şer rû bide, hem Îran û hem jî Emerîka wê zêdetir mûdaxeleyî nava xaka Iraqê bike, pêşiya şer û aloziyên heyî wê neyê girtin û Iraq bibe navenda şerê van hêz û aliyan. Yekane kesên dadikevin wê bibin qurbanî û Iraq baca vê bide. Her mudaxeleya derve, mêlwêraniyeke nû ye ji bo Iraqê.