Ruhê azad ê ku serî netewand

Li dû êrişa dewleta Tirk a faşîst a li ser Şengalê ev wêne ma. Teyrê Tawiz ê serî netewandî wêneyê ruhê azadiyê bû. Teyrê Tawiz bi eksa dijmin li ser darekê li ber xwe da û serî netewand.

"Ya Şê Şems, Xwedawenda Rojê! Dijminên min ên ku bi tirsonekî kemîn daniye pêşiya Ezdatiyê, li xezeba vê xakê bixe, bila mezinahiya cîhanê bibîne.

Ya Şê Şems, Xwedawenda Rojê! Eger xeyalên min ên bi rê ketî li bunehên cîhanê bikeve û li ezmanên Çilmêra bişikên, min bixe rehma xwedawendê.

Ya Şê Şems, Xwedawenda Rojê! Erd û ezmanê ku xwe li her tiştên te û yên te bexişandiye digire! Ji şerê zalimên ku te gemarî dike, me rizgar bike.

Ya Şê Şems, Xwedawenda Rojê! Me bigihîne heqîqeta me. Bigihîne ku em bi 'xwebûna' xwe bijîn."

(Duayeke Êzidî)

Di Ezdatiyê de Xwedawenda Rojê Şê Şems tê wateya xwedawenda ku bereketa her tiştî dide xakê. Her mirov dema ku ji dayik dibe hinekî bi Ezdatiyê ye. Ezdatî ku di serdemên avabûnê de xwedî felsefeyeke xurt a jiyanê ye, ruhê xwezayê nas dike, ji hêza wê ji xwe re çavkaniya hêz û têgihiştina jiyanê diafirîne. Di dema nêzî vê serdemê de ruh fermanê xwe nîşanî cewhera vê xakê dide û ev yek herî zêde bandorê li Ezdatiyê dike. Bi fermanan sedemên jiyanê yên Êzidiyan ji destê wan tê girtin. Dema ku fermanda dawî ya DAÎŞ'ê rabû, birînên fermanên beriya niha li nava civaka Êzidî hînê jî teze bûn. Ji ber vê yekê hîn bi kûrahî tengav bûn.

Bi fermana 74'an re birînên wan kûrtir bû. Ezdatî ji ber xiyaneta lê hate kirin, bi gaveke din ji felsefe û cewhera jiyanê hate dûrxistin. Piştî fermanê di hembêza çiyê de hinekî bêhn hate ber. Mîna ku dil sekinî ye, mîna ku qediya ye lê hatibû. PKK a ku bi hawara Ezdatiyê hat, Ezdatî ji vê rewşa li ber tunebûnê rizgar kir û li jiyanê vegerand.

PKK ji aliyê cewherî ve nêzî Ezdatiyê ye, lewma di demeke kurt û nêz de têkiliyeke xurt pê re danî. Têkiliya Ezdatiyê ya bi PKK'ê re jî navê têkoşîna xwe gihandina Ezdatiya beriya fermanê ye. Wateya vê yekê ewqasî kûr û dîrokî ye, ku celadên vê xakê nikare fêhm bike. Civaka Êzidî piştî fermanê xwe gihand cewhera xwe û bi felsefeya PKK'ê dest bi rêwîtiyê kir. Yên ku nikarin xwe li vê hevpariyê rabigirin bombeyan li cihên şaş dibarînin. Ji fîzîkî wêdetir ew di ruh, fikir, di dil de bûn yek. Lewma bombe li dilan nikare bê barandin. Dayikên Êzidî dibêjin, "Cewher di dil de bû yek. Kes nikare ji hev qut bike. Di xew de jî nikarin vê yekê bibînin."

Civaka Êzidî ya ku xwe nêzî cewhera xwe kir, dest bi jinûve afirandina felsefeya jiyanê ya beriay fermanê kirin. Jiyan bi têkoşîneke mezin tê avakirin. Herî zêde çanda berxwedanê û xweafirandina li nava xwezayê pêk hat. Çiya li gorî berê hîn bi reng û zindî ye. Dar, heywan, kulîlk, zarok ji ber ku li çanda Ezdatiyê vegeriyane hîn bêhtir bi jiyanê tijî ne. Bêguman lehengên ku gavên vê guhertinê avêtin û Ezdatî di hembêza xwe de zindî hiştin, têkiliyeke xurt bi vê xakê re danîn. Zerdeşt, Bêrîvan, Seîd, Dijwar, Azad, Enwer, Nazê, Hemîd, Şoreş, Egîd û bi sedan ciwanên ku min nekarî navê wan bînim ziman, ji bo vê têkoşiyan.

Li nava Êzidiyan dil li pêş e. Ya ku dil û têkoşînê dike yek jî ew felsefe ye ku têkoşîna Zerdeştan, Dijwaran xurt dike. Wan ji dil baweriya xwe bi felsefeya Abdullah Ocalan anîn ku berê xwe dan dilê Ezdatiyê. Ev yek li her qada jiyanê şîn bû. Her cihê ku wan xwe gihandê, bedew bû, bû qada jiyanê. Li gel berxwedêr û şerkeriya xwe, her wiha pêwendiya ku wan bi zindiyên li nava xwezayê danîn, kirin ku ew xwe bigihînin mezinahiya Ezdatiyê.

Zerdeşt, mîna rîtma ji ahenga xwezayê ketibû qada kar a Tûgaya 80'î ya YBŞ'ê. Ne tenê mîna leşkerekî, mîna şoreşgerekî û şervanekî ku baweriya xwe bi gelê xwe heyî, xwedî lê derketibû, jiyan dabû her cihê ku diçû. Nêzî 40 cûreyên çivîkan, kûçik, meymûn, gelek kulîlk û dar li wir bi cih kiribû û nîşan dabû ku divê mirov çawa bi xwezayê re bi dostane bijîn. Zerdeşt ev yek ji Rêber Apo hîn bûbû. Piştî ku şehîd bû, Dijwar ketibû şûna wî.

Sembola Melekê Tawiz li ser rûyê erdê Teyrê Tawiz e. Di nava Êzidiyan de pezkovî, mar û teyrê tawiz sembolên Ezdatiyê ne. Her Êzidî bi kûrahî ve bi Teyrê Tawiz girêdayî ne. Zerdeşt jî, Dijwar jî mîna pêşiyên xwe ewqasî bi Teyrê Tawiz re bûbûn yek ku bêyî wan nedibû.

Cihê ku 1'ê Sibatê bi rengekî bêrehm ji aliyê F-16 ên dewleta Tirk a faşîst ve hate bombekirin ew bexçeyê bihuştê bû. Çil cûreyên çivîkan û Teyrê Tawiz bûn ku Zerdeşt û Dijwar bi kedeke xurt mezin kiribûn. Zerdeşt xwe gihandibû zanyariya wan û gotibû 'Êzidî natirsin'. Ezdatî bi hêza ji xwezayê wergirtî li ser piyan dimîne û serî natewîne.

Cihê Tûgaya 80'î ya ser bi YBŞ'ê ve, piştî bombardûmana dewleta Tirk a faşîst wêran bû. Ti ji zindiyên li wê derê serî li ber dijmin netewandin. Ruhê wan di dilê Êzidiyan hemûyan de ye. Teyrê Tawiz li ser darekê bi serbilindî li ber dijmin li ber xwe da û serî netewand. Di Ezdatiyê de Melekê Tawiz tê wateya exlaq-serhildêrî û serî netewandinê. Ew ruhê civaka azad e.

Ezdatî koka cîhanê ye. Tirkiye, PDK, Iraq û hêzên derve yên li pey hesaban e, ji bo Ezdatiyê ji koka wê qut bikin her tiştî dikin. Êrişa dewleta Tirk a 1'ê Sibatê nîşaneya vê yekê ye. Ev êriş bi ser neketin, lê belê li pey êrişê wêneyek ma. Ev wêne jî wêneyê ruhê azad ê Teyrê Tawiz e ku serî netewandiye. Teyrê Tawiz bi vê sekna xwe peyameke xurt da h er kesî: "Di Ezdatiyê de serî nayê tewandin, cihê koletiyê nîne."