Anîna min a Îmraliyê raste rast di bin berpirsyariya Yekîtiya Ewropayê (YE) de pêk hatibû. Dema ez li Girtîgeha Taybet a Îmraliyê de hatim bi cihkirin, kesên cara ewil ez li wir pêşwazî kirin rayedarên Konseya Ewropayê bûn û ev jî vê rastiyê piştrast dike. Li ser min bi Tirkiyeyê re li hevkirinek hatibû kirin. Bi hevkirina endamtiya YE’yê re, di serî de rakirina cezayê darvekirinê, di gelek mijaran de li hev kirin di warê qanûnî de pêk hatibû. Di warê demokrasî û mafên mirovan de her çendî bi sînor jî be hin pêşketin derketibûn holê. Piştî Tirkiyeyê daxwaza teslîmkirina min bi hêzên hegonomîk da erê kirin, ev lihevkirin qebûl kir. Dema ez dibêjim raste rast anîna min a Îmraliyê, mebesta min hevkariya navbera wan e. Yekîtiya Ewropayê li hemberî vê lihevkirinê PKK jî weke 'terorîst’ qebûl kir û ev xiste meriyetê. Valahiya ku derket holê jî xwest bi kom an jî kesên ku demek dirêj bû ew xwedî kirin tije bike. Di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re û bi taybetî li ser Swêdê bi berfirehî xebat dimeşandin. Dixwestin Tevgera Kurd ji karakterê wê yê şoreşger, demokratîk û azadîxwaz dûr bike, di warê yek alî yê demokratîk û mafên mirovan de hepis bike. Derket holê ku di vî warî de gelek amadekarî kirine. Îhtîmaleke mezin di vê mijarê de ji tecrubeyên lîberalîzma Îngîlîzan jî gelek sûd girtin. Di vê mijarê de hat fêmkirin ku bi AKP’ê re hin îttîfaqên ku naveroka wan nayê zanîn jî hatine kirin.
LIHEVKIRINA EWROPA Û TIRKIYEYÊ
Tirkiye di çarçoveya têkiliyên xwe yên bi YE’yê re, bi awayekî taktîkî nêzîkî mafên mirovan û demokrasiyê dibû. Di warê reforman de ne ji dil bû. Ew reformên ku ji bo wê divê teqez pêk baniya jî dikir mijara bazarê. Ji bo vê jî ew hêzên derbekar û komploger dema pêwîstî bi wan didît wekî çoyekî bi kar tanî. Her çendî derketibû holê ez bi komployekî bê bandor kirime jî, DMME’yê di vê mijarê de biryareke rast neda û di vir de jî hevkariya wan a di vê mijarê de xaleke girîng e. Îngiltereyê di vê mijarê de jî pêşengî dikir. Endamê dadgeriya Îngiliz yê di DMME’yê de, der barê ne rast biryar dayînê de, yanî der barê pêvajoya revandina min de dema nirxandinan dike, vê pêvajoyê li gorî hiqûqê pênase dike û di vê mijarê de gelekî bi israr tevdigere, gotinên xwe jî dide qebûlkirin. Yek jî polîtîkayên xwe yên kevneşopî yê der barê Kurdan de, xwestin li ser tasfiyeya min û PKK’ê pêk bînin. Tu hiqûqeke bûrjûvaziyê ya der barê min de bi awayekî rast pêk neanîn. Hêj gelek dozên itirazê yên li DMME’yê dewam dikin hene. Her çendî Tirkiye hiqûqa xwe ya der barê min de bi vekirî binpê kiribe jî, wê nerazîbûna DMME’yê ya di vê der barê de çi be bi meraqî tê şopandin. Di lihevkirina Ewropa-Tirkiyeyê de hin mijarên din jî hebûn. Bi berdêla meseleya min, PKK û Kurdan de, ji bo Tirkiye bi dilê xwe tevbigere, di gelek pirsgirêkên bi Yewnanistan, Ermenistan û Qibrisê de tawîz dan. Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek sozên cidî dan. Polîtîkayên Osmanî yên berê şopand. Di berdêla van de xwest zextên li ser PKK’ê zêde bikin, nehêlin bi vekirî xebatên xwe bimeşîne û kesên bi awayekê sînordar alîkariyan dikin jî wan bidin rawestandin. Ev donzdeh sal in ku polîtîkaya wan a xapandinê berdewam dike. Ji ber wê Tirkiyeyê hêvî dikir ku ez ê bi tevahî têk herim, wê PKK belav bibe û wê Kurd bi tevahî winda bikin.
POLÎTÎKAYÊN ÎMRALIYÊ YÊN NETEWEYÎ
Yek jî polîtîkayên ku Tirkiye bi serê xwe pêk tîne hene. Divê ji bo vê Polîtîkayên Îmraliyê yên Neteweyî (PÎN) bên gotin. Anîna min a li Îmraliyê ji hêla Tirkiyeyê ve wekî duyemîn Serketina Sakaryayê hatibû hesapkirin. Bi taybetî komploger û derbekaran tasfiyekirina min û PKK’ê wekî Herba Yewnan a Duyemîn a Rojhilat nirxandibûn. Taybetmendiya rola Kurd a hezar sal a di dîroka Tirkan de diyarde bû hatibû ji bîrkirin, ji Yewnan û Ermeniyan zêdetir dijminekî xeter dihatin dîtin. Çawa hebe şerê ku çayirek sal bû dewam dikirin di hewaya serketinê de pîroz dikirin. Dema min lingê xwe avêt giravê, min ji kesên lêpirsînkar re ev tişt gotibû: "We ez negirtim û hêza we jî têra vê nake. Di dema dirêj de ev komplo wê pir zêde li dijî we de be û bi vê armance ez teslîmê we kirin." Kesên lêpirsîn dimeşandin xwînsar û rasyonel nêzîk dibûn. Lê pêla şovenîst a ku sih sal bû avakiribûn, her kes ji helwesta rasyonel girtinê dûr dixist. Min helwesteke gelek nerm a ku vê yeke wekî derfeteke aştiyê binirxînim nîşanî wan dabû. Bawerim di gelek civînên ku di navbera xwe de girtibûn de, difikirîn ku ez ê her tiştî bêjim, PKK jî wê heman rewşê bijî, wê bi xwe belav bibe û wê raperîna 29’emîn jî bi dawî bibe. Gelekî baweriyê xwe bi vê yekê anîbûn. Her wiha bi helwesta neyînî ya endama koalîsyonê ya MHP’ê jî nehişt çareseriya demokratîk û aştî pêk were. Derfet nedane vê yekê
Ji xwe DYE-Îngiltere-Îsraîl jî ev yek nedixwest. Berê jî gelek helwestên bi vî rengî yên astengkirinê hebûn. Siyaseta xwe ya 'Kêrvoş bireve, tazî bigre' li ser Tirkiyeyê ferz kiribû, bi serketî didomandin. Vê carê, berpirsên PÎN'ê xwe îqna kirin ku kêvroşk êdî ne di rewşek revê de ye û xwe bi hêviyên ji hev belav dibe girêda bû. Bi dîtina min ev derfet nehate dayîn Serokwezîrê demê Bulent Ecevît ku eger bi destê wî bûya wê rê li ber çareseriya aştiyane negirta. Ji ber ku li pişt perdê plana dagirkirina Iraqê hebû. Ji bo hêzên ku Bulent Ecevît daxistibûn û AKP amade kiribûn, aştî û çareseriya demokratîk xeyalek bû. Bi taybetî mijarek weke dagirkirina Iraqê di holê de be, pêwîst bû ku ez di vê dagirkeriyê de û heta piştî wê girtî bimînim. Bi baweriya min hêzên Kurdî yên Iraqê jî heman hêviyek hebû. Yanî rewş û armancên wan li hev rast hatibûn.
DI SERDEMA HIKÛMETA AKP’Ê DE PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ BI AWAYEK XIRAB HATE BIKARANÎN
Di serdema hikûmeta AKP’ê de pêvajoya Îmraliyê bi awayek xirab hate bikaranîn. Di berdêla ku AKP a Îslamî de Kurdan di bin kontrola xwe de bihêle, bi taybetî ji aliyê beşek ji artêşê ve mayîna di hikûmetê de guncaw hate dîtin. Ji ber vê yekê mehkûmkirina min û tasfiyekirina PKK’ê ji bo AKP’ê sedema hebûnê bû. Ji ber vê yekê her tişt bû qûrbaniya hesabên taktîkî yên rojane. Ji bo çareseriya aştî û demokrasiyê tu gav nehatin avêtin. Tehemûla me xirab hate bikaranîn. Di sala 2002-2004'an de tesfiyegera hêviyên xwe afirand û di vê de rolek pir neyînî lîst. Dema ku AKP’ê Îslam di xizmeta netewperestiya Tirk de bi kar anî, li gorî pîvanên olî û exlaqî tevnegeriya. Tişta ku bawerî û wijdan dixwaze pêk neanî. Ji ber vê yekê bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Gelek windahiyên madî û manewî yên dewletê çê bûn. Yekane aliyê erênî ew bû ku piştî ku ez tevlî pêvajoya Îmraliyê bûm, aloziya di navbera hêzên derbekar-komploger û dijberên wan de, ku ji damezrandina Komarê û vir ve hebû, ji bo kesên ku li dijî koma derbekar-komploger bûn, derket holê. Dibe ku ev pêşveçûna herî girîng a heştê û pênc salên dawî bû. Cara ewil hêviyên ji bo aştî û demokrasiyê ku gav bên avêtin zêde bûn. Sebra min û parastina min a ji bo aştî û çareseriya demokratîk di vir de roleke mezin lîst. Êdî di dîroka Tirkan de cihê Kurdan dihat fêmkirin. Her wiha li gel hemû hewldanên tasfiyekirinê jî hate fêmkirin ku PKK û Tevgera Azadiya Kurd xwedî bingehek xurt e. Ev ne rewşeke nû bû, mijareke ku ji serdema Turgut Ozal û vir ve tê gotin. Lê cara yekem ber bi polîtîkayê ve diçû. Di derbarê ji nû ve birêxistinkirina têkiliyên Tirk-Kurd de fikrên min ên pir kevn hebûn. Cara yekem min behsa jiyana bi hev re nedikir. Lê ev jî rastiyek bû ku min di pêvajoya Îmraliyê de bi sebir û parêznameyên xwe herî zêde argumanên qayîl û saxlem pêşxist. Di van salên dawî de diyalogên ku me bi hin rayedarên dewletê re kir, ji bo dijberên darbe û komployê gelekî erênî bandor li bûyeran kir.
Di qonaxa niha de hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên hevsengiyê yên li hemberî her du meylên dewletê hewl dide bi hêztir bibe. AKP heta van demên dawî ne alîgirê aştî û çareseriya demokratîk ya ji dil bû. Ev helwest bi taybetî di dema darizandina Ergenekonê de bi awayekî zelal derket holê. AKP hê jî bi israra xwe dispêre polîtîkaya hevsengiyê, bi taybetî jî xwe dispêre dengên Kurdan. Lê eşkere ye ku AKP a ku gelek tecrûbe bi dest xistiye wê bi hêsanî dev ji ranta aştî û çareseriya demokratîk bernede û AKP jî her ku diçe diyar dike ku ew ê di vî warî de însiyatîfê nede.
Di mijara pirsgirêka Kurd de, rejîma komarê di vê dema niha de li ser rêyan e. Yan wê derbekar-komploger rêya şer bidomîne, yan jî wê bi aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk a watedar pêk were. Hem di nava civakê de hem jî di nava dewletê de di van her du rêyan de veqetîneke dijwar heye. Her çiqas şensê aştî û çareseriya demokratîk zêde bûbe jî, meyla darbekar-komploger ku hê jî di dîrokê de koka wê xurt e, bi tevahî dev ji rêbazên şerê taybet û tasfiyekirina topyekûn bernedaye. Her tişt wê bi serketina têkoşîna ku Kurd bi rêya aştî û siyaseta demokratîk bimeşînin û bi têkoşîna hevpar a di navbera partiyan de diyar bibe.
(Ji pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” hatiye girtin.)