PKK tevgereke şoreşgerî ye -l

Rêwîtiya gelekî bi heyecan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê destpê kir. Di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband.

Di vê pêvajoyê de ku li ser asta navneteweyî ji bo derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteyên rêxistinên terorê' kampanya têne meşandin, me nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoya destpêkê ya avabûna PKK'ê berhev kir. Abdullah Ocalan wiha qala armanc û têkoşîna PKK'ê kir:

Têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ dil û mijiyê min hejandibû û paşê ji xwe çûbûm. Ev bûyera pêşî û dawî bû. Bi rastî, ev bûyer ji bo min ecêb û seyr bû, lê bûyerên piştre qewimîn îspat kirin ka çima têgînek evqasî bi tesîr dibe. Lê hê jî ji bo min zor e ku ez wê tesîra destpêkê rave bikim. Di demekê de ku fermana kuştinê ya Kurdîtî û Kurdistanê hatiye dayîn û ev bi awayekî herî dijwar bi cih tê anîn, li Enqerê ji bo vejîna têgînî biryardan hem jî bi tena serê xwe, bi qasî bibe mijara romanekê analîzeke cidî jê re divê. Ez hem di nava atmosfera tevgerên ciwananên şoreşger ên Kurdan de û hem jî di nava yên Tirkan de bûm. Eşkere ye ku tesîra van tevgeran li min bûye.

PÊKANÎNA KOMÊ JI KAREKÎ GELEK ZEHMET BÛ

Mirov biwêre bi ser rastiya xwe de bimeşe tiştek e û mirov zanibe çawa bi ser de bimeşe tiştekî din e. Lê mirov biwêre bi ser rastiya kujer de biçe û gavên vê yên pêşî biavêje, ev tiştek e ku hevtayê wê nîne, gavavêtineke taybet e. Gavavêtineke wisa bû ku mirov hay ji xwe nebe, dibe ku hêz û heqîqet bibin jêdera bêhêzî û şaşiyê. Gelo çiqasî tevgereke bi aqil bû, yan jî çiqasî tevgereke berhema hisan bû? Bersivdana van pirsan zor e, ya rastî zêde hewce jî nîne. Li Tirkiyeya salên 1970 û 1980’î bi têgîneke siyasî ya ji du gotinan pêkhatî meş û jiyan gelekî girîng e. Ne sal, roj mîna guleyan giran derbas dibûn. Hedefa pêkhatina wê dihat payîn ji xeyalê jî bêhtir şîlo û giravî bû. Min zanîbû ku pêkanîna komekê jî karekî gelekî mezin e.

NAVÊ APOCÎ LI ME HATIBÛ KIRIN, LÊ ME JI BO XWE DIGOT ŞOREŞGERÊN KURDISTANÊ

Apocî jixwe bûbûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê destpê kir, di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.

SOSYALÎZM NEBA DIBE PKK JÎ ÇÊNEBÛBA

Dema ku me ber bi avakirina PKK’ê ve gav avêt, me û min gelekî hewl da ku bi xeta sosyalîzma zanistî ya Marksîzmê ve girêdayî bimînin. Eger sosyalîzma pêkhatî nebûya, belkî jî rêxistineke bi awayê PKK’ê çênebûya. Lê ev rastî nayê wê maneyê ku PKK di dema derketina xwe ya holê de bi temamî pêkhatineke sosyalîzma pêkhatî bû.

Di pêvajoya derketina holê ya PKK’ê de rewşa wê ya îdeolojîk a ne zelal û şîlo, bi giştî ji ber rewşa sosyalîzma zanistî, kêmasî û şaşiyên wê yên me diyarkirî bû. Îdeolojiya dewletdar a netewe tevî îdeolojiya civakparêz a demokratîk di zikhev de tevlîhev û biserhevvekirî li cem hev bûn. Partiyên kominîst û karker ên mînak hatibûn girtin hemûyan ji şaşî û kêmasiyên sosyalîzma pêkhatî para xwe girtibûn. Di qonaxa damezrandinê de em ne xwediyê wê hêz û qabîliyetê bûn, îdeolojiya dewletdar û îdeolojiya civakparêz ji hev bikin.

12’Ê ÎLONÊ TEVAHÎ KOMÊN ÇEPGIR DERBÊN STRATEJÎK XWARIN, PKK’Ê DEST BI PÊVAJOYEK NÛ Û  BI HÊVÎ KIR

Ji bereya dij-şoreşê, me dengê lingên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê dibihîstin. Komkujiyên li Mereş, Çorum, Bahçelîevler û kuştina gelek ciwanên şoreşger û rewşenbîran nîşan didan ku ji bilî derketina derveyî welêt rizgarî ne pêkan e. Dema darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î pêk hat, bi tevahî komên çepgir derbên stratejîk xwarin, lê PKK’ê dest bi pêvajoyeke nû û bi hêvî dikir. Eşkere ye ku ev gavên serketî yên taktîkî bûn.

LI GORÎ DEMÊ XWE GAVÊN STRATEJÎK Û TAKTÎKÊ SERKETÎ DIAVÊTIN

Li vir a girîng ne ew e ku partî rêxistineke bi hêz be û kapasîteya wê ya çalakiyê hebe. Hem li gorî rastiya neteweyî hem jî li gorî rastiya navneteweyî ya wê demê di cih de bû û li gorî wê jî gavên stratejîk û taktîk ên serketî dihatin avêtin.

HAKÎ KARER JI BO PÊŞXISTINA TEVGERÊ XWEDÎ ROLEK DIYARKER BÛ

Di serê sala 1973’an de li dora teza ‘Kurdistana Mêtingeh’ min dest bi avakirina komê kiribû. Bivênevê wê rêxistiniyeke cuda pêk bihata. Lê em ne xwedî helwesteke milletperest bûn. Li cem min di rêza pêşî de Hakî Karer hebû. Ev hevalê ji Deryareş ji Ulubeyliyê di helwestpêşdebirina min de yek ji kesên li pêş ên xwedî rol bû.

‘RIZGARIYA GELÊ TIRK BI RIZGARIYA GELÊ KURD DIBE’

Di sala 1976’an de em bi komek e (Hakî Karer, Kemal Pîr û Dûran Kalkan) ku bi kokên xwe Tirk bûn, ji Çepgiriya Tirk qut bûn. Teoriya komê jî li gorî vê bû. Îdeaya me ev bû: Bi pêşdebirina tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdistanê pêkan bû ku Çepgiriya Tirk a di bin serweriya şovenîzma civakî de bi ser xwe ve bê. Gotinên Kemal Pîr ev rewş xulase dianî ziman: “Rizgariya gelê Tirk bi rizgariya gelê Kurd dibe.” Dîrokê ev fikir piştrast kiriye.

BI SERXWEBÛNÊ GAVA PÊVAJOYA NIVÎSÊ AVÊT

Di sala 1978’an de bi Serxwebûnê (bi serê xwe bûn: Xoybûnê tîne bîra mirov) me gav avêt pêvajoya nivîsê. Di hejmara wê ya pêşî de Şoreşa Riya Kurdistanê bi navê wê yê din Manîfesto ya min di sala 1978’an de nivîsî bû, hat çapkirin.

BI ŞEHADETA HAKÎ KARER MIN BERSIV DA

Çawa ku bersiva min a ji bo şehadeta Hakî Karer amadekirina Pêşnûmeya Bernameyê bû, bersiva min a ji bo vî şerê psîkolojîk jî xebata min a bi navê Rêya Şoreşa Kurdistanê bû. Di Havîna 1978’an de min ev xebat weke bingehê teorîk ê bernameyê amade kir. Bi vê derûniyê, amadekirina Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê hêz û qabîliyeteke mezin divê. Dema min behsa mûcîzeyê kir, min xwest îşaret bi vê rastiyê bikim.

Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a rêya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tinebû.  Weke PKK binavkirin û îlankirin, ya rastî dawiya demekê bû. Hem li gorî şert û mercên dinya û Tirkiyê, hem jî di pratîka komê de çi hewce dikir bi awayekî bingehîn hatibû kirin. Li vir şêwazê şoreşgerî girîng e. Li Amedê bi îlankirina PKK’ê me bersiva van komkujiyan dida.

EGER KU PKK TINE NEBÛYE, BI HEQÎQETA CIVAKÊ RE BÛYE YEK

Eger PKK bi heman awayî weke mînakên sosyalîzma pêkhatî ber bi bayê neketibe û bi temamî tesfiye nebûbe, nikarîbûne wê tesfiye bikin, sedema vê ya bingehîn ew e, bi heqîqeta civakî re bûye yek, pêve girêdayî maye û karîbûye bi gavavêtinên teorîk û pratîk ên di naveroka wan de nûjenxwazî heye bigihîne hev û bike yek.  

EGER ME ŞER LI BER ÇAV NEGIRTIBA, BIHÊLE HÊVIYA JIYANA AZAD; NASNAME ME NEDIKARÎ BI DEST BIXE

PKK’ya salên 1970’î ya Kurdistan û Tirkiyê îdeolojîk bû. Îdeolojiya dewletparêz a netewe ya sosyalîzma pêkhatî qebûl kiribû. PKK’ya îdeolojîk, tevî hêmanên xwe yên ne zelal ên îdeolojîk, ji bo jiyaneke azad têra xwe hêvî bi mirovan re çêdikir. Lê bi awayekî îdeolojîk hêvîçêkirin ji bo jiyaneke azad ti carî têrê nedikir. Ji lewra PKK’ya şer qonaxeke bivênevê bû. Eger me şer li ber çavan negirtibûya me ti azadî bi dest nedixist, bihêlin jiyaneke azad, me nikarîbû em nasnameya xwe jî bi dest bixin.

PKK bi awayekî neçar mabû xwe weke hêzeke mîlîs bi rêxistin bike. Di rewşeke berevajî de nikarîbû rojekê li ser piyan bimaya. Bimaya jî ti cudahiya wê ji hêzên din nedima û wê tesfiye bibûya.

DÎROK WÊ ME NEBEXŞANDIBA

Dîrokê wê derengmayîna me nebexşandaya. Jixwe çalakiyên bi rengê xweparastinê ti carî nesekinîn; carinan kêm û carinan zêde be jî timî dewam kirin. Ya diviyabû me bikira ew bû, çalakiyên dihatin kirin me derxista asteke jortir.

15’Ê TEBAXÊ WATEYEKE DÎROKÎ Û AKTÛEL BÛ

Pêngava 15’ê Tebaxê, heman salê bi derengî, ne pir bi hosteyî û ne bi şêwazekî bersivê bide amadekariyên me, destpê kir. Ji çalakiyê zêdetir, maneya wê ya dîrokî û aktuel girîng bû. Lewma bivênevê wê mohra xwe li rojevê bidaya. Pêngava 15’ê Tebaxê pêkan bû ku bi dehan qat zêdetir bi tesîr bê kirin, lê hem bi derengî hat kirin û hem jî ji bo xelk bibîne, bi awayekî paşguh bikin, pêk anîn.

MAHSÛM KORKMAZ BI XETERIYÊ HESYABÛ, ME NÎQAŞ KIR Û ŞAND WELAT

Cara pêşî Mahsûm Korkmaz (Egîd) îşaret bi tehlûkeyê kiribû. Piştî pêngavê, ez hûrûkûr pê re axivîbûm, min erkên berpirsiyariyê bi bîra wî xistibûn û ji nû ve şandibû welêt.

Ji pirtûka Abdullah Ocalan a 5’an ‘Parastina Kurdên di nav Pencê Qirkirina Çandî de: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewaya Demokratîk’ hatiye berhevkirin.