Pêwîstî hinekî bi ajîtasyonê heye

Bêguman propaganda û ajîtasyona herî baş ew e ku di nava hev de bê kirin, ya jî di nava hevsengiyekê de bê kirin. Dema ku ev neyê kirin jî divê cihê pêwîst ji herduyan re bê dayin.

Divê mirov bûyerên ku diqewimin bi rengekî zêde û balkêş destnîşan bikin û bigihînin girseyên gel. Daxuyanî û belavok divê hîn bêhtir ajîte bikin. Kolan bi vî rengî divê hîn bêhtir bêne bikaranîn.

Li gel ewqas pirsgirêkên giran ên ku faşîzma AKP-MHP'ê bûne sedem; krîza giran, zext û mêtingerî, êşkence û komkujî, teror û şer jî li Tirkiyeyê çimqas girseyên gel hîn bêhtir danakevin qadan; çima hîn bêhtir bi ser rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ve naçin; çima kar dest danînin ser febrîqeyan, xwendekar dest danînin ser dibistanan, ciwan dest danînin ser kolanan, jin dest danînin ser her derê? Çima ev hemû di asteke sînorkirî de têne kirin, çima bi komên biçûk tevdigerin, tenê ji bo demeke kurt bi girseyî tevdigerin?

Bêguman gelek sedemên vê rewşê hene. Diyar e ku girseyên gel rewşa rastî bi têrkerî tênagihêjin. Perwerde û rêxistinî kêm e. Asta pêşengiyê têrker nîne. Faşîzma AKP-MHP'ê gelekî xedar û bêrehm e. Tifaqa demokrasiyê lawaz e, muxalefetê yekîtiya xwe çênekiriye. Mirov dikare gelek sedemên mîna van destnîşan bikin.

Lê eşkere ye ku yek ji sedemên girîng jî lawazî û kêmaniya ajîtasyona ji bo girseyê ye. Hem di asta rêxixtinan de hem jî di asta çapemeniyê de rewş bi vî rengî ye.

Bi rastî jî di çapemeniya azad û tevgera demokratîk-şoreşger de zimanê propagandayê gelekî zêde ye. Ajîtekirin û bandoreke li ser vê bingehê ya li girseyan lawaz dimîne. Bûyerên ku diqewimin bi rengekî berfireh têne vegotin. Li ser vê bingehê gelek sedem an jî hincet têne pêşkêşkirin.

Welê tê kirin ku mîna her tişt weke neçariyekê ne û ji rêzê û qebûlkirî têne nîşandan. Zext û zilma gelekî giran ji rêzê tê nîşandan. Mînak ku bêje 'faşîzm e, bêguman wê bi vî rengî bike' bandora neyînî ya bûyerê tê kêmkirin. Di ferasetê de asayî dike, di ziman de jî bêbandor dike.

Mînak; tevî ku cezayê hatiye birîn şoreşger hîn jî li zindanan têne hiştin? Bi êşkenceyê zexta xwekuştinê li mirovan tê kirin? Ji ber nexweşiyê mirov jiyana xwe ji dest didin? Hincetên van bi giranî amade ne.

Li welêt ji xwe dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê heye! Ji xwe mirov girtiyên hiqûqî nînin, dîlgirtiyên siyasî ne! Li dijî siyasetmedarên şoreşger-demokratîk polîtîkaya dîlgirtinê tê meşandin? Hincetên bi vî rengî li pey hev têne bilêvkirin.

Bêguman hincetên hatin gotin şaş nîne. Hemû jî rastiyê nîşan dide. Lê belê hincet û sedem çiqasî bêne bilêvkirin, hingî rewş jî asayî tê nîşandan. Feraseteke ku mîna bêje 'Eger rêveberiyeke wiha hebe bûyerên bi vî rengî jî wê biqewimin' tê afirandin. Ev yek jî bûyerê nerm dike, asta bandora ku li mirovan dike lawaz dike. Bi vî rengî refleksa mirovan qels dibe, nerazîbûnê bi têrkerî nîşan nade.

Halbûkî li zindanan mirov namirin, berevajî; mirov têne kuştin. Bi êşkenceyê, bi nexweşxistinê, bi zext û zilmê mirov ber bi mirinê ve têne dehfdan.

Rêber Apo gotibû, li Îmraliyê mirin nabe, kuştin dibe! Ev rastî ji bo zindanan hemûyan derbas dibe. Li zindanê mirineke asayî nabe, kuştin dibe; dewleta ku mirovan dixe zindanê, mirovan dikuje. Yanî şêweyekî îdamê ye. Hem dibêjin 'îdam nîne' hem jî gav bi gav îdamê pêk tîne!

Mînak; Garîbe Gezer hatiye kuştin, yan jî hatiye darvekirin. Abdulrezzak Şûyûr û Halîl Guneş hatine kuştin. Her wiha Salîh Togrûl jî hatiye kuştin. Girtî hemû bi vî rengî her kêliyê gav bi gav têne kuştin.

Ji vê û wêdetir gotin vala ye, hewldana nixumandina rastiyê ye. Nizanim xwe kuşt, yan jî yekî ew kuşt? Li hundir mir, yan jî li derve mir? Di dema tedawîkirina nexwşeiyê de mir, yan jî bêyî tedawîkirinê mir? Eşkere ye ku ti wateya van pirsan nîne.

Girtî mir? Belê! Li zindanê mir? Belê. ji ber ku li zindanê bû mir? Belê. Ji girtina li zindanê dewlet berpirsyar e? Beguman belê. Dewlet çima digire? Diyar e ku ji bo bi rengekî piralî bikuje. Wê demê ti wateya lêpirsîneke bi vî rengî nîne.

General Hurşît Tolon ê ku zindana Îmraliyê çêkir, çi gotibû? Gotibû 'Li wê derê wê ne carekê, di her kêliyê de bimire'. Zindan hemû bi vî rengî ne, bingeha zindanan bi vî rengî ye. Ji bo kuştina mirovan hene.

Li gel vê rastiyê, li şûna ku sedem bêne lêpirsîn divê mirova bala xwe bidin ser wateya bûyerê. Bala xwe bidin ser encamê. Girtî li zindana faşîzma AKP-MHP'ê hatin kuştin. Niha bi deh hezaran girtî jî bi vî rengî têne kuştin. Ne tenê yên nexweş, yên li wir hemû têne kuştin.

Diyar e ku dewlet mirovan dixe zindanan û bi gelek sedemên cuda dikuje. Eşkere ye ku komkujiyan dike. Divê mirov bala xwe bidin ser vê encamê.

Gelek bûyerên qewimîn bi vî rengî ne. Mînak; karker û karmend, mamoste û akademîsyen ji kar têne avêtin; radibin li ser sedema avêtinê nîqaşan dikin.

Sedema xwe çi dibe bila bibe, mirov ji kar têne avêtin, bi zarokên xwe re tî û birçî dimînin. Li şûna nirxandina sedemê, divê mirov bala xwe bidin ser encama ku bûyer bûye sedem. Divê mirov rewşa metirsîdar a encamê bibînin.

Mînak, nirxê dolar rojane hema bêje bi lîreyekî zêde dibe, bi vî rengî hêza kirînê yê bi lîre ji sedî panzdeh an jî bîst kêm dibe. Wekî din em bala xwe bidin ser zem û buhabûna jiyanê.

Welê li mirovan hatiye ku nikaribe bijî, nikaribe nan jî peyda bike. Li şûna ku li vê encamê binerin, hin derdor radibin sedemê nîqaş dikin. Bi vî rengî li mirovan welê dikin ku encama bi werê wan ve hatiye nebîne.

Li Tirkiyeya heyî jiyan bi vî rengî ye. Ji her alî ve felaketek heye. Her roj li gelek eniyan şer tê kirin û bêrawestan mirov têne kuştin.

Bêguman li şûna ku vê rewşê bibîne û bîne ziman, bêrawestan wêjeya artêş-milet, şovenîzma dijminatiya li Kurdan û mirpvahiyê, hêza teknîkê ya qaşo pêşketî pêşkêşî civakê têne kirin.

Tayyîp Erdogan çi gotibû? Erdogan gotibû 'hûn zanin bê fîşekek bi çend lîreyî ye?' û xwest ku ev bê nîqaşkirin. Bi wan fîşekan gelo rojane çend kes têne kuştin? Ji bo vî aliyê mijarê nîşan nedin, rojevê berevajî dikin.

Li Tirkiyeyê rojane derdora jinek ji aliyê mêr û dewletê ve tê kuştin. Çend karker qaşo di qezaya kar de têne kuştin. Li Idlibê, Efrînê, Serêkaniyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, li çiyayên Kurdistanê her roj mirov têne kuştin.

Li Lîbyayê, Qerebaxê mirov tên kuştin. Mîna di dema darbeya 12'ê Îlonê de mirov li zindanan têne kuştin. Mirov birçî têne hiştin, nikarin debara xwe bikin. Xwendekar stargehan nabînin. Karker, cotkar, sewalkar nikarin bixiebitin; ji ber sedemên cuda nikarin kar bikin. Zindan hatine dagirtin. Azadî nîne, mirov nikare bi rengekî azad fikra xwe bêjin. Tirkiye di nava felaketekê de ye. Faşîzma AKP-MHP'ê bûye mîna kabûsekê.

Ji bo lêkolînkirina sedemên van û vegotina wan, propaganda tê gotin û wezîfeya perwerdeyê bi cih tê anîn. Lê belê ji wateya van bûyeran re û vegotina encamên wan re jî ajîtasyon tê gotin.

Tenê propaganda bûyeran û sedemên wê nîşan dide; lê belê encamên metirsîdar ên van bûyeran nîşan nade. Ji vegotina encamên van bûyeran re jî ajîtasyon tê gotin. Propaganda mirovan perwerde dike, lê belê ajîtasyon hîn bêhtir bandorê li mirovan dike û dixe nava liv û tevgerê.

Bêguman propaganda û ajîtasyona herî baş ew e ku di nava hev de bê kirin, ya jî di nava hevsengiyekê de bê kirin. Dema ku ev neyê kirin jî divê cihê pêwîst ji herduyan re bê dayin. Li Tirkiyeyê diyar e ku ev hevsengî bi giranî ber bi aliyê propagandayê ve diçe. Lewma ajîtasyona ku girseyan biherikîne kolanan kêm dimîne. Ev yek jî bi kêrî faşîzma AKP-MHP'ê tê. Hem di asta rêxistinan de hem jî di asta çapemeniya azad de divê mirov vê yekê ji holê rake.

Divê mirov karibe ku bûyerên diqewimin hîn bi zêdehî û balkêşî destnîşan bikin û bigihînin girseyan. Daxuyanî û belavok divê hîn bêhtir ajîte bikin. Kolan bi vî rengî divê hîn bêhtir bên bikaranîn.

Divê bi rengekî têrker û bi bandor ji mirovan re bê ragihandin ku bûyerên diqewimin normal nînin, felakete. Wê demê wê li dijî zilma faşîst, li kolanan çalakî bêne lidarxistin û faşîzm bê têkbirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA