PAJK: Şerê Gel ê Şoreşgerî karê me yê sereke ye

Koordînasyona PAJK’ê ragihand ku wek gel û tevger karê me yê sereke pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) li ser girîngî û pêwîstiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û stratejiyên Şerê Gel ê Şoreşgerî nirxandin kir.

PAJK’ê got, “Meclîs û komun divê weke meclîs û komunên şer bin. Divê her tax, her kolan, gund û navçe bi xweparastinê were rêxistinkirin.”

ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGER

Nirxandina ku Koordînasyona PAJK'ê li ser malpera xwe ya înternetê weşandiye wiha ye:

“Berî her tiştî divê mirov hewl bide ku Şerê Gel ê Şoreşgerî rast pênase bike û fêm bike. Em weke gelê herî qedîm ê berxwedêr ê dîrokê em hê jî li ser pîvana parastina xwe ya gelê Kurd nîqaş dikin û dixwazin vê yekê bi awayekî herî rast pêk bînin. Helbet ev ne xelet e. Lê weke gel û jin, beriya her tiştî divê em rewşa ku tê de ne, fêm bikin. Em careke din rewşa ku pergala kapîtalîst di şexsê gelan û jinan de aniye serê mirovahiyê, bi zelalî dibînin. Hemû êş û pêkanînên krîza pergalê û serdema kaosê rasterast bandorê li me dike. Rewşa herî berbiçav ya van encaman Kurdistan e.

Ji bo her hebûneke zindî û madî xweparastin pêwîst e. Ji ber ku civaka Kurd hebûneke zindî û madî ye, ji bo vê civakê jî parastina hebûna xwe pêwîste. Mafê ewlekarî û parastinê ji tu kesî re nayê dayîn. Çawa ku her zindî parastina xwe bi xwe dike, divê hemû beşên civakî jî parastina xwe bikin. Li benda hêzeke derve ku were û wê biparêze mayîn, tê wateya mirinê. Lewazbûn û xwe bê rêxistin, bê têkoşîn hiştin, tê wateya teslîmbûna wê hêzê û qebûlkirina koletiyê. Li cihê ku xweparastin tune be koletî dest pê dike. Yanî dabîn nekirina ewlekariya xwe û xweparastina xwe koletiyê û di rastiya me de qirkirinê bi xwe re tîne. Lê belê, xweparastin tarzeke hebûnê ye. Mîna xwarin û xwe zêdekirinê, ew jî hêmaneke girîng e. Xweparastin di heman demê de parastina mafê jiyanê ye, parastina hebûna gelan a li hemberî rastiya dewleta netewe ya qirker û qetlîamker e. Em xweparastinê weke yek ji şêweyên hebûna sîstema şaristaniya demokratîk dinirxînin û pênase dikin.

Şerên ku 5 hezar sal in li hemberî civakê tên meşandin, weke şerê êrîş, komkujî, îstîsmar û mêtingeriyê bûne sazî. Li hemberî van şeran, civak ji bo xwe li hemberî van êrîşan biparêzin, hebûna xwe ewle bikin, ewlekarî û azadiya xwe misoger bikin, divê parastina xwe bikin. Di demeke wiha de li cîhanê kulmek ax nemaye ku şaristaniya dewletparêz bi şer negihaştiye wê, dest neavêtiyê û serwerî pêşnexistî be. Ji ber vê yekê Şerên Gel ê Şoreşgerî yên li ser bingeha xweparastinê ya hemû mirovahiyê, gelekî cidîtir ketiye rojevê û divê bikeve rojevê. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst hemû mirovahiyê kiriye kole. Civak qetil kirin û xistin ber qirkirinê. Bi taybetî jî ji bo me Kurdan pêvajoya ku di bin lepên qirkirinê de ye berdewam dike û şerê hebûn û tinebûnê wek gel tê meşandin. Ji bo em li hemberî êrîşên qirkirinê yên pergala kapîtalîst bisekinin û hebûna xwe û azadiya xwe biafirînin, divê em têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind. Ji ber vê sedemê ji bo me ketina nav Şerê Gel ê Şoreşgerî rewşeke gelekî lezgîn e.

STRATEJIYÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî rast were fêhmkirin, pêwîste ku bi kurtasî serdemên ku em di nav tevgerê de derbas bûne û stratejiyên şer werin fêm kirin. Tê zanîn ku qonaxa yekem a stratejîk, serdema partîbûnê ye. Serdema avakirina berxwedanê ya li ser xeta fedayî, israra di jiyana azad û demokratîk de bi şikandina hevkarî, teslîmiyet û xiyanetê bû. Bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re pêvajoya pêkanîna vê stratejiyê hate pêşxistin. Ji vê re “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” hate gotin. Bi giştî stratejiya têkoşînê ya şerên rizgariya neteweyî îfade dikir. Armanca Şerê Gel ê Demdirêj pêşîlêgirtina rejîma qirkirinê, komkujiyên rejîma 12’ê Îlonê û bi derbkirina rejîma qirkirinê re parastina hebûna Kurd bû. Bi parçekirina rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê û rejîma qirker a mêtinger ya xwe spartiye wê, wê azadiya Kurd bihata afirandin. Sîstema dewleta demokratîk a ku pirsgirêka Kurd çareser bike wê bihata avakirin. Armanca me ev bû. Di wê demê de paradîgmaya ku yekemîn bernameya PKK’ê ew esas digirt paradîgmaya dewletparêz bû. Dihate pêşbînîkirin ku azadî û rizgariya neteweyî û azadiya civakî jî bi avakirina dewleteke demokratîk ve girêdayî ye. Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe, yekgirtî û azad hatibû pejirandin.

Ev şer weke sê qonaxên stratejîk hate pênasekirin: qonaxên parastina stratejîk, hevsengiya stratejîk û êrîşa stratejîk. Têkoşîna pêvajoya parastina stratejîk weke şerê gerîla hate pênasekirin. Ger di dema hevsengiya stratejik de serhildanek pêk bihata, wê serhildana gel bihata destpêkirin. Eger ev şert nebûna, wê aliyê leşkerî rasterast derketiba pêş, artêşên mezintir bihatana birêxistinkirin, bi derbasbûna şerê parastinê, şerê gerîlayî û artêşên rêkûpêk ve ber bi şerên êrîşên mezin ve wê artêşên dijmin bihatana têkbirin û dewleta mêtinger bihata hilweşandin.

Erkên sereke yên vê serdemê ji gerîla re dihate spartin. Gerîla şerê leşkerî dikir, propaganda dikir, gel perwerde dikir û bi rêxistin dikir. Ruhê berxwedanê yê ku gerîla afirand, psîkolojiya tirs û teslîmiyetê ya di sala 1980'an de di nava gel de hatibû çêkirin hilweşand û ruhê Şoreşa Vejîna Neteweyî derxist holê. Bi vî awayî hêza gerîla mezin bû û bû artêş. Di sala 1993’an de bi agirbestê re di çareseriya pirsgirêka Kurd de rêbazên demokratîk û siyasî ketin dewrê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Tirk re bi rêbazên siyasî re serdemeke nû ya stratejîk dest pê kiribû. Agirbesta 1993’an îfadeya vê bû. Yanî li ser esasê vekirina pêşiya têkoşîna siyasî, peydakirina çareseriyeke li ser esasê lihevkirin û têkoşîna demokratîk dihate xwestin. Bi vê yekê re paradîgmaya dewletparêz nedihat derbaskirin, lê bi rêbaza lihevkirinê pêvajoyeke nû ya stratejîk hate destpêkirin. Provokasyonên ku hatin kirin ev serdem sabote kir û guhertineke stratejîk a bi vî rengî pêk nehat. Li hemberî nêzîkatiya partiyê ya ji bo ketina pêvajoyeke nû ya stratejîk, guhertinên stratejîk û pêşîvekirina pêvajoya siyasî, komplo û êrîşa xeta çeteyan pêk hat. Ekîba Silêman Demîrel, Tansu Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar weke ekîbeke kontra û çete hatin ser rêveberiyê. Ev serdem di heman demê de serdema ku Gladio dikevin êrîşê ye. Li hemberî van êrîşan Rêbertî gerîla û gel seferber kir û li hemberî vê berxwedaneke mezin da meşandin. Ji ber vê yekê di navbera salên 1993-1998’an de pêvajoyeke yê şerekî mezin rû da.

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî Rêbertî neçar ma ji Sûriyeyê derkeve, hewl hat dayîn ku PKK û gelê Kurd were tasfiyekirin û tinekirin. Bersiva hewldanên Rêbertiyê yên ji bo çareseriya aştiyane û siyasî tasfiye û îmha bû. Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê me ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate revandin û birin pergala êşkenceya Îmraliyê û pêvajoya tasfiyekirina tevgerê ji bo 6 mehan hate plankirin. Di encama pêşbînî û hemleyên ku Rêbertiya me li Îmraliyê pêşxist û berxwedana ku me weke rêxistin dayî, hêzên komploger ên ku nekarîn bigihêjin armanca xwe, bi taktîkeke cuda planên xwe domandin û xwestin bi siyaseta rizandinê ya ku belavê pêvajoyê bibe îmhayê pêk bînin.

Li hemberî vê yekê Rêbertiyê Pêvajoya Çareseriya Jidayikbûna Rêbertiyê ya Sêyemîn pêşxist. Têkoşîna Îmraliyê dest pê kir. Rêbertî bi kûrkirina guhertin û ji nû ve avakirinê ve bi xistina rojevê ya stratejî û guhertinên paradîgmayê, bi xwe gihandina hêzeke mezin a bîrdozî û felsefî ve jidayikbûneke nû pêk anî. Rastiya ku Rêbertiyê jiya û guhertiye, bi deşîfrekirina polîtîkayên faşîst û hovane yên pergala serdest a mêr ku ne tenê li serê tevgera me, belku bûye belaya serê tevahiya mirovahiyê, ew derbas kir. Ev jidayikbûn, jidayikbûneke nû bû ku bi paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û azadiya jinê pêş ket. Ev ji bo me jî bû pêvajoya guhertineke bingehîn. Çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi paradîgmaya dewletparêz ne pêkan bû, li ser esasê sîstema Konfederalîzma Demokratîk, pêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan û hemû gelan esas girt. Guhertina stratejik li gorî vê paradîgma û guhertina bernameyê pêk hat. Bi vî rengî têkoşîna demokratîk û siyasî derket pêş. Bi ferzkirina tasfiyeyê li ser hewldanên Rêbertiya me ya pêşxistina Serdema Stratejîk a Sêyemîn hewl hat dayin ku ev pêvajo were astengkirin. Pêvajoyeke dirêj a têkoşînê bû ku li aliyekê lêgerîna me ya çareseriyê û li aliyê din jî hewldanên tasfiyekirina me yên ji aliyê dewletê di nava hev de hatin meşandin. Di vê pêvajoyê de tevgera me rastî guhertineke bingehîn hat, weke guhertina paradîgmayê û li ser vê bingehê guhertina bernameyê. Di sala 2010’an de dema çaremîn a têkoşîna stratejîk derket pêş. Û di sala 2010’an de biryareke wiha hat dayîn. Ev serdema stratejîk weke serdema ku divê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî were meşandin hate diyarkirin.

Ji ber ku dijminê li hemberî me di her şert û mercî de tasfiye û tinekirina gelê Kurd armanc dike, şer kûrtir bûye. Ev rastiya şer weke Şerê Gel ê Şoreşgerî hat îfadekirin. Şerê Gel ê Şoreşgerî bû navê şerê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe. Ji ber ku hebûna me ya gel û jinan di bin xeteriyê de ye. Îro jî êrîşên qirkirinê didomin, sîstema îmha û înkarê hemû rêbazên faşîzmê dixe meriyetê. Parastina hebûna xwe, bidestxistina azadiya xwe û rawestandina qirkirinê tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî pêkan e.

Rêbertî ew tişt digot:

“Divê li dijî şerê topyekûn ê qirkirinê, em ji şerê topyekûn ê berxwedan, hebûn û azadiyê re amade bin. Ji bo ku neyên qirkirin, ji qirkirinê xilas bibin, hebûna xwe û azadiya xwe misoger bikin, divê xwe amade bikin û li gorî vê jî amadekariyên xwe bikin. Xema min a sereke pêk neanîna wê ye. Ji ber ku bi rastî jî weke tevger û gel xwe ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî amade nekirine.

Gel ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî amade ye. Lê ji bo vê jî divê bi awayekî rast were rêxistinkirin û bikeve pozîsyona ku vî şerî bimeşîne. Emê mîna berê şer bikin, emê tiştan xilas bikin, di encamê de emê xwe zindî bihêlin. Fikirandeke wiha tê wateya ku tu tişt ji min, ji tiştên ku min gotiye fêm nekirin. Biryardariya min a “ne wek berê jiyîn û ne jî wekî berê şerkirin” perspektîfek bingehîn e. Divê her heval rewş û helwesta xwe li gorî wê diyar bike. Ji niha û pê ve divê şoreşger, milîtan bi hest û berpirsyarî tevbigere. Ji aliyê îdeolojîk, siyasî, exlaqî û rêxistinî ve divê xwe têxe rewşeke berhemdar û ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl neke.”

Rêbertî behsa rêxistinkirina her tiştî li gorî şer kir. Divê gel, civak, gel bînin asta rastiya gel a şer dike. Divê karaktera rastiya gel a şerker were bidestxistin. Çi dibe bila bibe, divê were bidestxistin. Şerê li Kurdistanê ne tenê şer e. Şerê hebûn û azadiyê ye. Di vê karakterê de şerek heye. Bi girtina di nava lepên qirkirinê de hewl tê dayîn ku Kurd bi şerê qirkirinê bi tevahî bên tinekirin. Kurd ji bo hebûna xwe, parastin û domandina hebûna xwe divê di vî şerê hebûn û azadiyê de bi ser bikevin. Ger nikaribin vê bikin, wê nikaribin ji tunbûyîna tam rizgar bibin.

Hêzên ji derveyî Kurdan bimînin, wê herî zêde berjewendiyên xwe yên herî mezin winda bikin. Lê hebûna Kurdan mijara gotinê ye. Kurd yan wê rewşa bidestxistina hebûn û azadiya xwe biceribînin û yan jî wê rastî qirkirinê bên. Ew ji fêmkirina bê ka bi şerekî çawa rû bi rû ne û di kîjan rastiyê de ne dûrin. Di encamê de wê çi bibe pêşbîniyek tune. Li gorî vê, bi têgihiştinekê nêzîkbûn, li gorî wê rêxistinkirina gel û şer, bidestxistin û pratîkkirina hêza şer a di wateya rasteqînî de tune ye. Ev rewş ji bo gel û tevgerê metirsiyên mezin çêdike. Dikare bibe rewşek ku bi qirkirin û qetlîamê bi encam bibe. Di nava şer de ne, lê nikarin gel, civak, mirovan li ser bingeha rastiya şer bi rêxistin bikin. Li şûna ku her tiştî li gorî rastiya şer bi hemû aliyên xwe ve pêk bînin, mîna ku li gorî rewşek civakî û aborî ya asayî dijîn. Ev jî; nîşan dide ku ew çiqas ji rastiya şer, ji giraniya şer dûr in. Belê weke mirov, civak û ferd pêwîste di her warî de jiyana xwe li gorî şer birêxistin bikin. Di şerê cîhanê yê sêyem de wê nekare bi awayekî din hebûna xwe biparêze û bidomîne. Ev ne hilbijartin e, pêwîstiyek e. Yan wê li ser esasê rastiya gelan a şerker xwe birêxistin bikin û li ser vê bingehê hebûna xwe biparêzin, yan jî bi pêk ne anîna wan wê bi komkujî, qirkirin û tinekirinê re rû bi rû bimînin.

EZ; dibêjim ku hûn bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû ne, li gorî wê divê hûn jiyana xwe û her tiştî li gorî wê bi rêxistin bikin. Ez vê wek henek nabêjim! Ez behs dikim ku hûn di nava pêvajoyeke şer a çawa de ne û dibe ku çi bibe. Gelo mîna ku şer tune be, mîna ku di nava şer de nîne mirov dikare bijî? Ma gengaz e ku mirov bi vî rengî tevbigere? Dibe ku tiştekî wisa hebe ku şer tunebe, wekî ku xeterî tune be? Ma mirov dikare bêje ku em dixwazin wekî gel, civak û takekes çawa dilê me dixwaze emê wisa bijîn? Dikare were gotin an jî kirin ku em tevî şer jî emê wekî ku dixwazin bijîn? Hêzên şerker çawa şer kirin û çi kirin her roj tê dîtin. Rewşên xedar diqewimin û pêk tên.

Gel, civak û mirovê Kurd wê hemû jiyan û têkiliyên xwe li gorî şer birêxistin bike. Ger hûn jin û mêr bin jî, hûnê xwe kontrol bikin ku pênc salan destê xwe nedin hev. Hûn ê karibin xwe dîsîplîne bikin. Ger li ser esasê rastiya gelê şer dike di hemû aliyan de xwe bi rêxistin nekin, wê nikaribin hebûna xwe biparêzin. Wê bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû bimînin. Her tişt pir zelal e. Tiştekî ku nayê fêmkirin nîne.”

Rêbertiyê anî ziman ku divê jiyana malbatî jî li gorî wê were birêxistinkirin. Ev tê wê wateyê ku pêşengiya me ya gel û tevgerê pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye û hemû xebatên xwe bi têgihiştineke ku xizmetê ji vî şerî re bike birêxistin bikin. Xebatên avakirina civakî jî divê di vê stratejiyê de cih bigirin.

DI JIYANÊ DE AZADÎ, DI ŞER DE SERKEFTIN

Xebatên meclîs û komunan ku xwerêveberiya rêxistinbûna gel û têkoşîna demokratîk e, bingeha avakirinê ye. Avakirin di heman demê de karê avakirina civakeke azad e. Civakeke ne azad, di bin gefa qirkirinê û nava şer de be, ne pêkan e ku di wateya klasîk de xebatên avakirinê bimeşîne. Divê meclîs û komun weke meclîs û komunên şer bin. Divê her tax, her kolan, gund û navçe bi xweparastinê were birêxistinkirin. Ger Kurdek nikaribe tax, mal û bajarê xwe biparêze rêxistin bê wate ne. Pêdiviya welatparêziyê ev e ku kesên zanebûna parastina cihê xwe di wan de pêşketî, li gorî wê di nava amadekarî, rêxistinbûn û perwerdeyê de ne jî divê bi dilxwazî di nava parastina welat de bin. Helbet kesên ku welatê wan di bin êrîşan de ye û bi qetlîaman re rû bi rû ne, nikarin bibin xwediyê pirsgirêkeke mîna li derveyî vî şerî mayîn, leşkerê bi pere yan jî bi meaş. Organîzekirina xweparastinê ku ji bo parastina hebûna xwe divê pêk bîne, erkeke bingehîn a her ferdê Kurd e. Ji ber vê sedemê pêwîst e hemû kes bi awayekî li gorî şert û mercên xwe bibin parçeyek ji vî şerî. Di heman demê de erkek e ku beşdarbûna jinên ciwan bi taybetî jî bi pêş bikeve, ji bo ku ew ji rola klasîk a jinan wêdetir derkevin. Encama herî eşkere ya tecrubeyên me yên têkoşînê yên berê ye ku jin dikarin şer bikin, bi rê ve bibin û fermandariya şer bikin û her wiha çarenûsa şer diyar bikin. Tevî vê yekê, di civaka me de hîna jî cihê pirsê ye ku jinên ciwan li derveyî vî şerî tên hiştin û bi têgihiştineke civakî ya klasîk tên destgirtin. Nexistina jinan di nava şer de tê wateya hiştina wan li ber însafa zilam. Vekirina rêya tecawiz û her cure êrîşan e. Divê jin jî vê yekê baş zanibin û em baş vebêjin. Divê em zanibin ku yên azadiyê dixwazin têdikoşin. Rêya azadiyê ji şerkirinê derbas dibe. Pêwîst e jin ji xwe bawer bin û parastinê weke karê xwe bibînin. Mînaka herî şênber û bi êş a ku dema jin fêrî xweparastinê nebin wê çi bibe, rastiya Şengalê ye. Ji bo vê jî li şûna teslîmê feraset û nêzîkatiyên klasîk ên civakê bûyîn, guhertina vê rastiyê dibe sedem ku têkoşîn û veguhertineke zihniyetê were afirandin.

Pirsgirêka sereke nefêmkirina rastiya qirkirinê ye. Dema faşîzm bikeve cihekî komkujî pêş dixe, dema ku dikuje cihêtiyê naxe di navbera sivîl û leşkeran de. Rastiya Êzidiyan li ber çavan e. Me qetlîamên DAÎŞ û dewleta Tirk dît. Em ne di wê rewşê de ne ku em dudilî bin, gelo em dikarin hîna jî şer bikin, gelo em dikarin Şerê Gel ê Şoreşgerî pêş bixin. Vebijêrkeke me ya wisa nîne. Tekane bijardeya me pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî û şer kirine. Lê belê divê em zanibin ku em dikarin xwe bi şer biparêzin û hebûna xwe biparêzin. Lêgerîna li çareyên cuda, lêgerîna li cîhên din, hêviyên ji derve, ji siyasetê hêvîkirin xwe xapandin û xwe ji mirinê re razandine. Divê em zanibin ku çareserî tenê bi şer pêk tê. Ger em têbikoşin û bi ser bikevin wê derfeta siyasetê derkeve holê. Eger em têbikoşin û bi hêz bin, em ê muxateb werin girtin, em dikarin pêşî li qirkirinê bigirin.

Werin em bi dirûşmeya ‘Di jiyanê de Azadî, Di Şer De Serkeftin’ bi pêş bixin. Werin em ji bo azadiya gelê xwe û tinekirina dijminê xwe têbikoşin, pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî bikin navenda hemû xebatên xwe.”