Nasnameya ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê hatî diyarkirin

Bi diyarkirina sînorê dewletê re, komplo li serê Kurdan gerandin. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîn, hesabên sedsalan ên piştre kirin. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka fermana qirkirinê ye.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dewletên Iraq û Sûrî hatin çêkirin. Rewşa Kurdên di nava sînorên van welatan de hatin hiştin, ji bo analîzkirina nasnameya Kurd a hemdem gelek dersên kêrhatî pêşkêş dike. Di pêvajoya parçebûna Împaratoriya Osmanî de, li gorî Peymana Sykes-Picot (1916), di bin hegemonya Ingilîstan û Franseyê de rejîmên mandater ên Iraq û Sûrî hatin pêkanîn.

KURD BI TEMAMÎ JI HIQÛQÊ HATINE BÊPARKIRIN

Ji ber statukoya destpêkê çêkirin diyar bû ka wê bi serê xwe rê li ber pirsgirêkên çiqasî ciddî veke. Jixwe dewleta Sûrî ji 1920’an ve bi ti awayî nebû normal û neket rêyekê. Hê jî bi awayekî fermî bi îdareya urfî tê birêvebirin. Xwedî sîstemeke destûrî ya ku civakê li ser li hev kiribe, nîne. Beşekî mezin ê Kurdan hê nebûne welatî jî ango ji aliyê huqûqî ve bi hukmê tinene têne hesibandin.

Rewşa Kurdan pêşî ji ber berjewendiyên mandater ên Franseyê û paşê jî ji ber berjewendiyên millî yên Ereb ji statuya mêtingehê jî gelekî paşdetir e û li ser hebûna wan (mîna sîstema dewleta netewe ya Tirkî) pêvajoya înkar, îmha û qirkirina çandî hatiye destpêkirin.

BI KOMPLOYAN XWESTIN QIRA KURDAN BÎNIN

Di destnîşankirina sînorên Iraq û Tirkiyê de komploya li serê rastiya Kurd gerandin girîngiya xwe ya diyarker heye. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîne, hesabên sedsalan ên piştre kirine. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka fermana qirkirinê ye. Li ser vê demê gelekî xweş tê axaftin û wêje tê kirin û tê gotin Kurdistan di vê demê de kirine çar parçe, lê mixabin naveroka wê demê bi awayekî rastî qet nayê ravekirin û şîrovekirin. Eger ev rastî bi awayekî eşkere û berbiçav neyê analîzkirin û şîrovekirin, bi tevahî bûyerên li Kurdistanê diqewimin, rastiya Kurd û hebûna wî ya civakî, nabe ku rastûdurist bêne pênasekirin.

Di çarçoveya sînorên Iraqê de parçebûna Kurdistanê û Kurdan di sedsala 20. de yek ji bûyerên herî trajîk e. Bi vê re, ne bi tenê bingehê dîroka Kurdan, ji bombeya atomê bi bandortir bombeyekê dixin bin hîmê dîroka Ereb, Fars û Tirkan.
Di bingehê îsyana 1925’an de ev rastî heye. Berevajî rewşa di dîroka fermî de li hev anîne, yên bi hegemonya Ingilîz re li hev kirine Kurd nînin, rejîma Tirk ê Spî ye. Divê mirov ji bîr neke ku vê rejîmê M. Kemal jî bi komployê bê tesîr kiriye. Tê zanîn, M. Kemal ev peyman weke bûyera herî nexweş û zor a jiyana xwe nirxandiye û aniye ziman ku vê peymanê erê nekin Komar ê bi temamî bikeve tehlûkeyê. Pêşî li Rojhilat bi Peymana Qersê (1921), paşê li Rojava bi Peymana Lozanê yên bi destxistibûn, di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi Peymana Mûsil-Kerkûkê bi awayekî stratejîk têkbirin. Dagirkeriya dawî ya Iraqê bi awayekî eşkere nîşan da ku ev têkçûn çiqasî stratejîk e. Dîsa, berevajî yeqînan, bi xêzkirina van sînoran bi tenê petrolên Mûsil-Kerkûkê ji dest neçûne, di heman demê de Kurd ji dest çûne, biratiya dîrokî ya Kurd-Tirkan ji dest çûye, yekparebûna tevahiya çanda gelên Rojhilata Navîn ji dest çûye.

Hê jî rojane virde wirde sînoran dişemitînin qaşo hewl didin sererast bikin, dîwaran lê dikin, têlên rêsayî yên bi elektrîk datînin, qereqolên mîna kelhan rêz dikin û bi rêbazên mîna artêşa taybet bawer dikin ku wê van sînoran biparêzin û sererast bikin.

KURD TIM BIKAR ANÎN

Dîroka Kurd a hemdem û hebûna wî jî bi tenê di nava vê yekparebûnê de û girêdayî parçebûna di nava sînorên Iraq-Sûriyê de pêkan e ku were zelalkirin: 

Ya yekê, Kurdên Iraqê ji bo Erebên Iraqê kontrol bikin yedek hatine hiştin. Karekterê Tevgera Kurd a Iraqê têra xwe vê rastiyê piştrast dike. Herî dawî bi awayekî bingehîn xwe sipartin Kurdên Iraqê û rejîma Saddam Husên hilweşandin. Ya diduyan, di nakokiya Iraq-Îranê de amûrê herî girîng ê bikaranînê ye. Dîrokê ev jî têra xwe piştrast kiriye. Ya sisiyan, ji bo Komara Tirkiyê kontrol bikin yedek hiştine. Ji 1925’an ve, heta ji îsyana pêşî ya hemdem a Kurd a bi pêşengiya Babanzade Ebdurrehman Paşa Îsyana Soran a 1806’an ve tevahiya bûyerên girîng ên dîrokî ji bo rêveberiyên Osmanî û Komarê mijûl û kontrol bikin, kirine amûrên girîng. Ya çaran, ji bo Rojhilata Navîn di kontrola hêzên hegemonîk ên dinyayê de bihêlin ango di kontrola Ingilîstan û Emerîkayê de bihêlin (ji salên 1800’î heta salên 1945’an hêza hegemonîk Ingilîstan e, ji salên 1950’î ve DYE ye), yek ji amûrên herî kêrhatî bûn. Ya pêncemîn û ya herî girîng ew e, ji bo tevahiya Kurdistanê û potansiyela şoreşger a gelê Kurd di kontrolê de bigirin û karibin ji rê derxin di statuyayeke baregeha bingehîn de wê bi kar tînin. Ya şeşan, dewlemendiyên wê yên binerd ku têra xwe hene û dewlemendiya wê ya sererd ku ava wê û cografya wê ya xweş, bi hêsanî wê bêne bikaranîn û îstîsmarkirin.

Dema ku mirov van sernavên sereke bêhtir ji nêz ve analîz bike, mirov ê bibîne, dewletdariyeke netewe ya Kurd timî weke potansiyel yedek tê girtin, hem jî li şûna xwe bisipêrin hêza xwe, hêviya xwe bi pêkhatineke muhtemel a bi destê hêzên hegemonîk ên derve pêk bê girê didin û bi vî awayî ji wan nayê hebûna Kurdan biparêzin û potansiyela azadiya wan zêde bikin ango hêza wan bi xwe ditevize.

Li ser vî bingehî dikevin rewşekê ku ji xwe piştrast nînin, timî xwe hewcedarî hêzên derve dibînin û ditirsin ku her kêlî felaket û tevkujî di serê wan de bên û lewma dibin evd û bendeyên dilsoz ên efendiyên xwe. Di şexsê wan de heman dekûdolab li serê tevahiya Kurdan tê gerandin. Tevgerên bi rastî şoreşger, demokratîk, neteweyî û welatparêz ên hewl didin vê dekûdolabê xira bikin bi hêsanî tecrîd dikin, wan gunehbar dikin ku Kurdan dixin tehlûkeyê (ya rastî ev lîstikek e ku ew bi xwe baş dilîzin), ji dîplomasiyê fêhm nakin (dilsoziya bi efendiyan re), Kurdan parçe dikin (sînorên ku Kurd û Kurdistan ji can û dil parçe kirine, weke wezîfeyeke xwe ya sereke rewa dikin) û tewazuna dinyayê (parastina statukoya ku hêzên hegemonîk ew afirandine) li ber çavan nagirin.

Gelê Kurd ê belkî karîbû bibe yek ji gelên şoreşger ê hemdem, bi vê zêhniyeta hegemonîk kirin gelê dinyayê yê herî di binî de maye, kirin gelekî kole yê li ber qirkirinê. Ji gelê Kurd re gotin ‘gelê bêparêzer’ û bi vî awayî xwestin gelê Kurd timî li pey parêzerên sexte biçe û bibeze. Jixwe ya rast ew e ku gelek bibe parêzerê xwe bi xwe.

LI SER KURDAN DIKEVE ALIYÊ IRAQÊ HESABÊN DEMDIRÊJ HEBÛN

Lîstikeke din a girîng ku li ser Kurdên di nava sînorên Iraqê de dimînin, tê lîstin di pêkanîna nasnameya neteweyî ya Kurd de karekterê bûrjûwa yê Sunnî yê lihevçêkirî û çeloxwarî ye.

Li ser Kurdên di nava sînorên Iraqê de diman, hesabekî wan ê kûr heye. Dixwazin her kes bawer bike ku pirsgirêka Kurd bi tenê bi modernîteya kapîtalîst çareser dibe. Di plansaziya demdirêj a têkiliyên hegemonîk de Kurdên Iraqê timî weke amûrên laboratûwarekê têne bikaranîn. Tehlûkeya milletperestiya Ereb timî li ser serê wan digire û bi vî awayî Kurdan dixe rewşekê ku timî xwe biavêjin bextê wê. Tehlûkeyê berevajî dike û vê carê tehlûkeya Kurdan li ser serê Ereban digire.

Sîstem têne avakirin û xirakirin, lê di laboratûwara Kurd a Iraqê de bi ti awayî amûrekî mayînde ango polîtîka pêk nayê. Timî wan di bin fermana efendiyên wan de dihêlin û bi vî awayî wan berhemdar dikin. Tevî ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî kevin ên Rojhilata Navîn e, hê jî nehatiye çareserkirin. Di bin vê rastiyê de ev mentiq heye û lewma çareser nabe.

ROLA PDK’Ê YA DI MILETGERIYA KURDAN A LI BAŞÛR DE

Çawa ku ji bo Siyonîzma Îsraîlê neteweperestiya Tirk a Spî li Anatolyayê bi roleke Proto Îsraîl rabûye, milletperestiya Kurd a li Başûrê Kurdistanê jî nexasim qebîleya Barzaniyan bi roleke heman rengî radibe. Ev bi awayekî neteweperestiya Kurd a Spî ye. Ji aliyê heman hêzan ve bi awayekî îdeolojîk û pratîk hatiye avakirin. Di navbera neteweperestiya Tirk a Spî û neteweperestiya Kurd a Spî de ne bi tenê di warê teoriyê de, di warê pratîkî de jî têkiliyên xurt hene. Partiya Demokrat a Kurd PDK weke CHP hatiye plankirin û parçeyek ji xebatên hêzên komploger e ku ji sala 1925’an ve li ser kar in.

TÊKILIYÊN BI PDK’Ê RE KRÎTÎK IN

Têkilî bi PDK’ê re krîtîk in. Divê mirov şer û têkiliyên bi PDK’ê re bi tenê weke bûyerên hêzên ewlekariya hundir ên Tirk rê dide ber wan nebîne, mirov di çarçoveya polîtîkayên Îsraîl û Gladîoya NATO’yê de li wan binêre gelekî girîng e. Ev mijarek e ku divê mirov bi berfirehî û hûrûkûr lêbikole.

Pêkanîn di çarçoveya Gladîo de hatine kirin. Ji ber ku navenda pêkanînê Elmanya bû, pêşî dewleta Elmanyayê biryar da ku PKK’ê weke ‘terorîst’ îlan bike. Elmanyayê, bi navenda Gladîo ya NATO’yê, şaxên wê yên Tirkiyê û hêzên ewlekariyê yên hundir ên Tirk re PDK jî birin cem xwe û di çarçoveya plansaziyekê de êrişên xwe zêde kirin. 

BI PDK’Ê XWESTIN PKK’Ê TESFIYE BIKIN

Di vê demê de bi destê PDK’ê kes xistin nava PKK’ê. Di wê demê de yê ku ji nû ve PDK bi rêxistin dikir û li serê rêxistina bi navê ‘Qiyadey Mûweqqet’ Samî Abdurrehman hebû. Bi awayekî bingehîn, pratîka hewldanên tesfiyekirinê li dijî PKK’ê û xistina kesan a nava wê, ji aliyê Samî Abdurrehman ve hat kirin. Amûra herî girîng a bi kar anî rêxistina Kurd a sexte KUK bû (Rizgarîxwazên Neteweyî yên Kurdistanê. Weke her rêxistina sîxur nav an jî xisleteke rêxistina esas bi kar aniye). Gelek PKK’yî û welatparêzên Kurd bi destê vê rêxistinê hatin kuştin. Rola dayîn KUK’ê ew bû, çi dibe bila bibe divê destûrê nede ku PKK derbasî Rojhilatê xeta Çewlîk û Mêrdînê bibe.

KENGÊ XWE JI MILETGERÎ, DEWLET-NETEWEYA SERKORÎ RIZGAR KIR; WÊ DEMÊ EM Ê BIKARIN CIVAKÊ RAST FÊHM BIKIN

Çiqasî nirxandina rast a sîsteman girîng e, ewqasî jî dijderketina wan bi awayekî sîstematîk ji ber vê sedemê girîng e. Naxwe, mirov nikare pêşî li trajediyan bigire. Di ser re heftê sal jî derbas bibe, dawiya sîstemên şaş bi xem e. Ji ber van sedeman, ji bo Iraqê û Kurdên Iraqê bi modernîteya demokratîk dijberiya modernîteya kapîtalîst gelekî girîng e. Em ne mehkûmê dînperestî, milletperestî û dewletdariyên netewe ne. Em kengî xwe ji paradîgmaya milletperest û dewletdariya netewe ya mirovan serkorî dike rizgar bikin hingê em ê civaka rastî fêhm bikin û em ê karibin wê demokratîze bikin.

Em dema ku behsa yekparebûna civaka neteweyî ya Kurd dikin divê jê dewleta netewe neyê fêhmkirin, berevajî divê mirov jê civaka neteweyî ya demokratîk fêhm bike. Sîstema modernîteya demokratîk a hedefa wê xweserî, wekhevî û azadkirina mîrateya çandên hezar salan e, riya rast, baş û xweş a jiyana bextewar û aştiya civakî ye.

Rastiya Kurd û Kurdistanê ya di bin serdestiya dewleta netewe ya Iraqê de hinekî rêyeke cuda şopandiye. Di vê de hegemonya Ingilîz diyarker e. Ji ber ku dewleta netewe ya Ereb dereng û qels pêk hatiye, Kurdan jî keysa xwe lê aniye hebûna xwe ya neteweyî hinekî pêşde bibin. Rejîm çiqasî hişk û tund bûye, berxwedana Kurdan jî ewqasî hişk û tund bûye. Ev hişkbûn û tundbûna li beramberî hevdu çiqasî dewam kir, ji bo Kurdan pêvajoyeke ku ji aliyê tinebûnê bêhtir aliyê wê yê hebûnê xurt bike, bi pêş ketiye. Di dema dawî de bi avabûna hegemonya Emerîkayê re şensê Kurdan çêbûye dewletokeke neteweyî ya bi karektera federe ava bikin. Lê ev şens ji aliyê dewletên netewe yên cîran ve, heta ji aliyê dewleta netewe ya navendî ya Iraqê ve timî wê weke tehlûke û gef bê dîtin û kengî keysa xwe lê bînin armanca wan tesfiyeya wê ye. Di herdu rewşan de jî derî li netewebûnê û derketina ji netewebûnê vekiriye. Bi vî awayî, pirsgirêkên Kurdên Iraqê yên hebûn û jiyana azad dewam dikin.

Ji pirtûka Abdullah Ocalan a 5’an ‘Parastina Kurdên di nav Pencê Qirkirina Çandî de: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewaya Demokratîk’ hatiye berhevkirin.