Mafê Kurdan jî heye ku xwe biparêzin

Mafê her kesî heye ku xwe biparêze. Yên ku berevajî vê îdîa dikin, bila li dîroka berxwedanê ya mirovahiyê binerin.

Civata Rojnamevanan a Cîhanê, endametiya Civata Rojnamevanan a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye birêxistin qebûl nekir. Hincet jî ew e ku Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî nehatiye naskirin.

Kurdan tevî xwe, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ji hovîtiya DAÎŞ'ê parastin. Bi deh hezaran şehîd dan, bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn, bêmal hatin hiştin. Ne tenê mal, tax û bajar tune bûn, jiyana mirovan jî tune bû. Yên ku ji ber şerê dijî DAÎŞ'ê her roj spasiya Kurdan dikirin, tevî van hemûyan dibêjin ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî fermî nehatiye naskirin. Ev gotin rê li ber dagirkerî û komkujiyên nû vedike.

Ti ji madeyên peymanên navneteweyî yên ji bo parastina mafên mirovan hatine amadekirin ji bo Kurdên li çar parçeyan nehate bicihanîn. Kurd sivîl, birîndar an jî bêçek jî bûya timî neheqî li wan hate kirin, hatin qetilkirin.

Sîstemeke welê heye ku mirovên bi zorê ji Efrînê hatin derxisti, hatin qetilkirin û her roj tên revandin, organên wan tên dizîn ji nedîtî ve tên, paqijiya etnîkî û talanê nabîne. Ji bo serlêdanên li Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatin kirin ev bersiv hate dayin: Destpêkê rêyên hiqûqî yên navxweyî biceribînin... Kîjan rêyên hiqûqî yên navxweyî, hiqûqa ku ji kiryar tê hêvîkirin çi ye?

CPT sîstema Îmraliyê bi rengê teorîk mehkûm dike, lê belê ti ji mekanîzmayên pêkanînê bi cih nîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryarê dide, desthilatdariya Tirk bi cih nîne, lê deng ji Komîteya Wezîran dernakeve.

Êzidiyên li Şengalê yên pêşkêşî hovîtiya DAÎŞ'ê hatin kirin, dema ku hewl dan vê travmayê ji ser xwe biavêjin, saziyên xwe yên leşkerî û siyasî ava bikin û dest bi rêvebirina xwe bi xwe kirin, lêgerînên ji bo tunekirina wan dest pê kir û dewam dike. Bi gefên nû yên qirkirinê tê xwestin ku teslîm bên girtin.

Gelo Kurd wê li hemberî van hemûyan xwe xwe çawa biparêzin? Ferza bêçekkirinê ya dewletên ku sedema van hemûyan e, ji bilî teslîmgirtinê nayê ti wateyê. Kurd, ji ciwanan heta extiyaran ji her kesî bêhtir pêwîstiyê bi xweparastinê dibîne. Derdê yên ku niha gotina 'şervanên zarok' tînin ziman, em zanin ku ne mafên zarokan e. Li dijî dewletên ku ji destavêtinê heta serjêkirinê, ji komkujiyê heta koçberkirinê bi her awayî nebaşiyê dikin, wbila xwe neparêzin?

Mafê her kesî heye ku xwe, gelê xwe û welatê xwe biparêze. Yên ku berevajî vê îdîa dikin bila li dîroka mirovahiyê li têkoşînên şoreşgerî yên cîhanê binerin.