Mafê kesê tine rê li ber tinebûna vîna gelê Kurd veke

Gelê Kurd li her Çar aliyên Kurdistanê û li dervî welat dinava hewldanên yekîtiyê de ne. Kî li pêşiya yekîtiya Kurdan dibe asteng û wê yekîtiya Kurdan ji bo Rojhilata Navîn çi pêşveçûnan bi xwe re bîne? Dagirkeriya Tirk çi lîstokan dilîze?

Mirin ne tune bûne, careke din vegera li bêdawîbûnê ye. Mirin a ku jiyanê biwate dike ye, srûşta hebûnê ye. Lê îxanet ji pêşketina ne srûştî, ya hişê analetîk a weke penceşêrê çê bû û li Mezopotamiya bû cara yekem di şexsê Enkîdo yê di Mîtolojiya Gilgamêş de tê vegotin. Îxanet ji rê derketina mirov û mirovahiyê ye ku mirovbûnê bikerê wî dixe ber lêpirsînê . Bi vê rengî dixwazim rewşeke îro jî bixim ber lêpirsînê.

Faşîzma AKP’ê bi salane dijminatiya Kurdan dike. Dixwaze tiştekî bi navê Kurd li holê nehêle. Elbet çawa ku di çîroka Gilgamêş de Humbaba Rêvebera qewmê çiyayî bi rênîşanyeya Enkîdo aliyê Gilgamêş ve tê qetilkirin, îro jî Erdogan dixwaze bi rêya îxanetkarên Kurd çiyayên Kurd tine bike û çiyayên Kurdistanê dagir bike.

Erdogan û AKP bi peyrewkirina destûra selefiyên xwe yê di dema Împaratoriya Osmanî de mîna Sultanê Osmanî Sultan Selîm ku hin xiyanetkarên Ereban bikar anî û ta Misrê dagirkeriya xwe bir, îro jî heman mejî û feraset dixwaze hin xiyanetkarên Kurdan mîna PDK’ê ji bo xwe bikar bînin û Kurdistanê dagir bike û Kurdan berdin hev. Bi wî şêwazî dixwaze fetihkariya xwe ji cîhanê îspat bike û bêje ez ji xwîna paqij a Turanî me. Dagirkeriya Tirk pişaftina Kurd esas digre û ji bo bigihîje vê armanca xwe pir şêwazan bi kar tîne. Di wan cihên ji Xaka Kurdistanê ku dagir dike de netewên cuda bi cih dike. Ev kesên Ne Kurdistanî ku li vir bi cih kirin, dibin perçeyek ji stratêjiya qirkirinê. Kiryarên qirker û metînger a Tirk, tenê bi yekîtiya gelên herêmê wê têk biçe. DewletaTirk ji bo tunekirina Kurdan wê her di nava êrîş û lîstikên qirêj de be. Ji ber ku Yekîtiya Kurdan nîşaneya azadiya Kurdistanê ye û azadiya Kurdistanê, ji holê rakirina dagirkera ye.

TÊKÇÛNA DAGIRKERAN BI YEKBÛNA HÊZÊN KURD MÎSOGER E

Îro bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin hêz û partiyên Kurdî ji bo parastina Kurdistanê û her wiha yekîtiya netewî, di nava tekoşîn û hewldanên mezin de ne. Pir dostên Kurdan û mirovên aştî û azadî xwaz jî gelek destek dan vê pirose yê û aktîf tevgeriyan. Hinek ji wan bi vê beşdar bûnê dewletên xwe yê ku destek didin vî şerê qirêj, protesto kirin.

Gelê me her roj di qadan de ne û bangewaziya yekîtiya Kurdan dikin. Ev nîşaneya vîna ji bo gihîştina yekîtî û azadiyê ye. Lê belê ger hêzên Kurd bibin yek û bi hevv re li dijî dagirkeran bisekinin wê faşîzim, deshiladarî û dagirkerî li holê nemîne. Lê ger yekîtî çê nebe û li hember faşîzmê yek deng bûnek nebe, bi taybet di rojek mîna îro de, wê sibe roja Kurdistanê û ya hêzên Kurd di nava gumanên pir xirab de be. Di vê pêvajoyê de tişta herî gîring a tê nîqaş kirin yekîtiya Kurdan û destkeftiyên sed salê ye kû di nav de statûya Kurdan wê çawa were misoger kirin, cihê nîqaşê ye. Heger partiyên Kurd yekîtiyekê çêbikin, pêşî li şerê navxweyî bigrin, hemî pîlanên ku li ser Kurdan tên meşandin wê encam negrin. Wê Kurdistana Azad bibe mînak ji bo Rojhilata Navîn û ji bo cîhanê.

PÊWÎSTE PDK ÊDÎ JI XEWA XWE ŞIYAR BIBE

Pêwîste PDK’e ji wan lîstokên ku ta qirikê ketiye nav derkeve û destê xwe bide destê partiyên Kurdî. Bangewaziyên Rêveberiyên PKK’ê û KNK û ya hemû Gelên Kurdistanê guhdar bikin û bi tevlîbûna yekîtiya Kurdan bi aqil tevbigere. Axaftinek pêşiyan heye ku dibêje; “ez û birayê xwe li dijî pismamê xwe û ez û pismamê xwe li dijî biyanîyan ne”. Îro pêwîstî bi biratiyê ji her demê zêdetir heye. Ji ber ku dema mesele dibe Kurd hemû hêzên desthilatdar dibin yek li dijî destkeftiyên Kurdan. Ger ku Kurd jî ne yek bin, tinekirina Kurdan wê hêsan be. Mixabin dîrokek me wekî Kurd ya reş jî heye ku her dem me hev kuştiye û ji bo bilindkirina netewbûna xwe tişta pêwêsît nekiriye. Her dem Kurd qehreman bûn, lê tu carî ji bo xwe qehremantî ne kiribûn. Lê îro em dibînin li Zap, Avaşîn û Metîna di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê û li her çar aliyên Kurdistanê, êdî Gelê Kurd ji bo Kurdistanê tekoşîn dikin.

Elbet mirov perçebûna di nava PDK’ê de jî dibîne û dibîne ku hemû alî wek hev nafikrin. Weke ku di van rojên dawî de Rêvberê PDK Mesud Barzanî gotibû; ‘heya ez jiyan bikim nahêlim Kurd xwîna hev birêjin’. Lê ewqas?! Nahêle birêjin lê wê hinek xwîna hinekan bimijin! Li kêleka te maseya şer ya dijî Kurdên ku tu behsa wan dikî, bi pêşengiya MÎT’a Tirk hatiye ava kirin û kurê te û biraziyê te wan birêve dibin.

PARASTINA DESTKEFTIYÊN KURDAN ESAS E

Divê partiyên Kurdî deskeftiyên gel bixin bin garantiyê. Ev ji bo gelê me ewlehiyeke demokratîk e. Çi li Başûr be çi jî li Rojava û li herçar aliyê Kurdistanê be. Di vê pêvajo ya ku her kes ketiye nava hewldanên yekîtiya Netewî, asta çareseriyê bilind e. Lê belê êrîşekî mezin li ser destkeftiyên Kurd hene. Li Avaşîn, Zap, Metîna û li ser giştî Başûr û herçar aliyên Kurdistanê êrîşên dagirkeran hene. Li her derê bangewazî û serhildan hene li dijî van êrîş û dagîrkeriyê berxwedan hene. Lê mixabin Ev êrîş ne besin PDK sengeran li himberî Gerîlayên Tevgera Azadiyê çêdike çeperan li wan teng dike. Li kêlekekê gelê Kurd bangewaziyên yekîtiyê dikin û li milê dîtir jî PDK çeperên şer ava dike. Ger ku PDK’ê bêje ez partiyekî Kurd im wê êrîşî destkeftiyên Gelê Kurd neke. Ji ber ku herçiqas Hikumeta Başûr destkeftiyeke meşru were hesibandin, hebûna gerîla jî îradeyeke rewa ya gelê Kurdistanê ye. Mafê te tine rê li ber tinebûna vîna gelê me vekî.

DI VÊ DEMÊ Û HER DEMÊ DE LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRKIYE GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA HEVBEŞ HEYE

Êrîşkarî û nejadperestî ya ku li ser Kurdan têne meşandin, tenê yekîtiya Kurdan dikare wê nejadperestiyê têk bibe. Îro nîqaşa tenê Avaşîn û Zap nînin. Îro mijar giştî Kurd û destkeftiyên Kurdane. Êrîşên heyî li ser nefes kêşana Gelê Kurde. Di roja me ya îro de pirsgirêka yekîtiya Kurd di bingehê pirsgirêkan de, risteke bingehîn dilîze. Ger yekîtî çênebe wê qeyran kurtir bike. Nejadperestiya Kurd jî çareser nake, nabe hêza çareseriyê. Ew jî ji bo Kurdan xeter e. Nejadperestiya Kurd ew 200 sal in heye. Kurd anîne sînorê tunekirinê.

Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser qadên parastinê yên Medya bi feraseta dijminatiyeke bê dawî ye ku di vê dijminatiyê de rewşeke pêwîstiya wê bi îzah kirinê hebe tine ye. Rewşeke ji dijmanitiyê jî zêdetire. Em bi rastiyeke wisa re rû bi rû ne. Rewşeke wisa ye ku li ser tune buna Kurdan, dixwazin Tirkîtî bikin hebun. Tu dibêje qey Kurdîtî neyê tune kirin, wê Tirkîtî nebe hebun. Em bi xeteriyekê re rû bi rû ne.