Li dû hevalê Şukru...

Bala her kesî li ser hevalê Şukru bû. Ji ber temenê xwe, xelkê herêmê jê re digot Apê Şukru. Wî jî ev nav pejirandibû. Herî zêde pîrka extiyar a malbata me Hezê ji me zarokan re qala Apê Şukru dikir.

Payîza sala 1991'ê bû... Çavê me zarokan li benda wan çekdaran bû ku pêlava lastîkê reş û mekap a zer li xwe dikirin. Em çima li bendê ne; qet pê nizanin. Ji ber ku aqlê me li wê nedibirî. Van kesên bi çek ku nîvî şevê xwe ji çiyê berdidan û carna dibûn mêvanê me, li ser wan tî agahiyeke me tune bû. Lê belê hest heman hest bû.

Bi ewt ewta kûçikê li ber deriyê me Pêçal em fêhm dikin ku hinek hatine gundikê me. Li deriyê mala me yê ji text tê xistin. Bi çekên xwe, bi bejn û bala xwe mîna şovalye ne li ber çavên me. Ji ber ku ew guleyan direşînin li ser celadên ku ziman û hebûna me înkar dikin. Em zarok jî bin bi zilm û hovîtiya li me tê kirin dibînin û fêhm dikin. Lewma yên ku guleyan li ser serê celadan direşînin ji bo me pîroz in.

Bêguman di nava gerîlayan de xizmên me jî hene. Şehîd Cemal ku lehengê zarokatiya min bû, destpêkê me zarokan hembêz dike, maçî dike.

Di nava wan de hevalê Şukru herî zêde bal dikişand, ku ji aliyê malbatê ve dihate naskirin. Temenê xwe ji yên din mezintir e. Lê belê li ser xwe ye, xwedî îradeyeke xurt e. Ji ber ku her kes wî nas dike, li dora wî dicivin. Ji ber temenê xwe, xelkê herêmê jê re Apê Şukru digot. Wî jî ev nav pejirandibû. Herî zêde pîrka extiyar a malbata me Hezê ku emrê wê nêzî sed salî bûye, ji me zarokan re qala Apê Şukru dikir.

Sal 2019 bû. 28 sal di ser re derbas bûye. Şevekê li deriyê manga min xistin. Vê carê hevalekî bi tenê li ber derî bû. Min ew xist hundir. Bêhna wî ne xerîb bû. Lê belê hevalekî ku temen dirêj bû, ji ber ku ji rê hatibû diviyabû destpêkê xizmet jê re bihata kirin. Di nava gerîla de ev yek weke rîtueleke bêziman, weke qanûnekê ye. Pê dihesim ku bi rûkenî li min dinere. Dibe ku ji ber tecrûbeyeke demdirêj a gerîla be ku bêhna wî ji min ne xerîb e. Mirovê baş û nebaş ji bêhna xwe nas dikim û li gorî wê tevdigerim. Bêhna nan û hevrêtiyê ya ji wî tê ewqasî bedew e ku timî dixwazim ji bo wî tiştekî bikim. Ji nişka ve bi ken got 'heval bisekine, ez hatim te bibînim'. Lê temaşe dikim, mejiyê min ji min re dibêje 'Belê tu wî nas dike. Ka bipirse te ji ku nas dike'. Mêvanê min ji nişka ve got 'Ez hevalê Şukru'. Min karên li ber destê xwe danî aliyekî û careke din ew hembêz kir. Bîranîn hate bîra min. Jê re çay dadigirim. Çay di heman demê de tê wateya sohbetê. Em dest bi sohbeteke kûr dikin.

Sohbeta me hate ser bombekirina kampa zivistanê ya sala 1992'an ku şevek piştî çûyîna Parmaksiz Zekî ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin. Di wê bombardûmanê de 10 gerîla şehîd bûbûn, di nava wê berfê de ya li başûrê Mûşê qeşa girtibûn û gelek ji wan jî dest û lingê wan qefilî bû.

Gelek sedemên vê hebû ku sohbeta me hate ser vê mijarê. Ya destpêkê, min hevalê Şukru herî dawî di wê bûyerê de dîtibû. Ya duyemîn jî nêrîna me ya hevpar a li ser wê bûyerê bû. Hevalê Şukru sekinî, li nava çavên min nihêrî û peyivî. 'Bi dîtina min Şemo cihê kampa zivistanê ji dijmin re got'.

Piştre guh didim wî ku qala têkoşîna jiyanê dike. Qala bîranîneke xwe ya têkildarî pîrka Hezê dike: "Rojekê ez û hevala Jiyan li ser girê ziyaretê nobedar bûn. Me dît ku pîrkek extiyar bi gopalê xwe ber bi me ve tê. Em çûn pêşwazîkirina wê. Me dît ku Pîra Hezê ye... Me jê pirsî ku 'danê vê nîvro çi li vir dike'. Wê jî got, 'Milet got, leşker li qadê ye. Ez jî hatim agahiyê bidim we'. Min jî wê kêliyê ji xwe re got, eger tevî vî temenê xwe tê agahiyê dide me, wê demê Kurdistan ava bûye'."

Me heta demekê sohbet kir. Lê belê ji rê hatibû, westiya bû. Min cîhaza qeyda deng girt. Sibê zû hişyar bûn. Ji ber ku em ê ji hevdu cuda bibûna. Hevalê Şukru li min vegeriya û got, 'Doh bi şev em ketin sohbetê, min ji bîr kir ku ji te bipirsim. Tu niha çi dinivîsîne'. Min jî jê re got ku pirtûkek ji sê bergan a li ser dîroka şerê me yê Botanê dinivîsînim. Ji min re got, 'Bi dîtina min divê tu li ser fermandarê me hevalê Cemal binivîsîne'. Beriya çend rojan fermandara me ya hêja hevala Ayten jî bûbû mêvanê min, wê gotibû ku hevalê Cemal di operasyonê de jiyana xwe ji dest daye. Min jî dengê wê qeyd kiribû ku belkî rojekê li ser binivîsînim. Ya rast hevalên kevn hemû yên li eyaleta Amedê man xwestibûn ku li ser wê operasyonê binivîsînim. Min jî got, 'Hevalê Şukru, hevala Ayten ji min re qala detayên wê operasyonê kir. Dixwazim ku tu jî qalê bike'. Wî jî got, 'Em ê îro ji hevdu cuda bibin, lê belê ez ê ji te re hemû detayên wê bûyerê binivîsînim.' Me xatir ji hev xwest. Nedihate bîra min ku careke din ez ê wî nebînim. Ji ber ku ji dorpêçiyên herî mezin rizgar bûbû, tevî birîndariya xwe jî timî li ser piyan mabû. Li ber çavên min şoreşgerekî nemir bû. Ji ber ku ew mîna çiyayekî bû ku raperîna Kurdan lê hatibû meyandin.

Piştî demekê notek gihîşt ber destê min. Dema ku min bi kelecanê li notê nihêrî min dît ku ji hevalê Şukru hatiye. Bi qasî bi 80 rûpelî li ser operasyona Atmaca ya sala 1996'an nivîsî bû ku hevalê Cemal di wê operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû. Sedema qalkirina vê yekê ew e ku şoreşgerek çawa li edaletê digere û bûyerekle ku dibêje 'ez ê binivîsînim' çawa di demeke kurt de dinivîsîne. Hesta edaletê û dilsoziya bi soza xwe re cewhera şoreşgerî ya hevalê Şukru bû. Ew tenê bi rastiyekê radibû û rûdinişt: Şoreş...

Şoreş armanca jiyana wî bû. Xwedî kesayetekî xurt bû. Tenê wateyeke jiyanê ji bo wî hebû; ew jî têkoşîn bû.

Şehadeta hevalê Şukru banga ji bo tolhildanê ye ku li gelê Kurd hate kirin. Gelê Kurd wê ji bo bîranîna vî şoreşgerê mezin ku temenê xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir, xwe bike gerîla, li her devera cîhanê li dewleta Tirk û dagirkeran bixe û bi vî rengî bersivê bide. Dem ew dem e ku li ser rêya hevalê Şukru dest bidin hev û dest bi meşa mezin a şoreşê bikin.