Li dojeha Naîrobiyê sê rê

Li min dihate ferzkirin ku divê teqez biçim û dawî li nasnameya Kurd a serbixwe û xeta wê ya azadiyê bînim. Sedema me ya hebûnê jî partiya me û xeta azadiyê bû.

Beriya biçim Naîrobiyê diviyabû di ser Mînskê re derbasî Hollandayê bûma. Her wiha bi wesayiteke taybet di nava serma û seqema Mînskê de zêdeyî du saetan hatim rawestandin. Balafira ku em li bendê bûn nehat. Polîsên balafirgeha Belarûsê, bi deqeyan li nava balafirê geriyan, kontrol kirin. Bi itihmalekê û weke firsenda dawî wê min li Balafirgeha Mînskê bihiştana. Ji însafa rêveberiya Belarûsê re mabû. Ya balkêş ew bû, Wezîrê Parastina Milî ya Tirk Îsmet Sezgîn jî hingî serdana Mînskê dikir. Dema ku balafira li bendê diman nehat, qaşo firsenda dawî ji dest çû. Veger weke ‘mirina spî’ bû. Balafira Gladiyoyê dema ku di ser Derya Spî re diçû, bi şîroveya xwe ya piştre min ev çûyîn şibandibû veguhastina qurbaniyên qirkirina Yahûdî bi seferên trenê. Di şexsê min de rejîma qirkirinê li gelekî dihate kirin û em ketibûn serdema herî krîtîk a vê rejîmê. Min rûyê veşartî û rastî yê NATO’yê di dema vê seferê de dît. Di vegera ji Mînskê de ji bo balafir li balafirgeheke Ewropayê danekeve, ji bo bîst û çar saetan alarm hatibû dayin. Dihate fêhmkirin, ji bilî balafirgeha Mînskê ya Belarûsê ku yekane dewleta îsyankar bû, balafirgeheke bi tenê jî nehatibû hiştin ku dakeve.

Ji bo dojeha Naîrobiyê sê rê danîbûn pêşiya min: Ya yekemîn; demeke dirêj wê bihata nîşandan ku ji ber li ber fermanê rabûme weke ku şer qewimiye û bêm kuştin; ya duyemîn; ez bi gotina CIA’yê bikim, bikevim bin fermana wan û teslîm bibim; ya sêyemîn jî radestî tîmên şerê taybet ên Tirk bêm kirin ku ji zûdeyî hatibûn amadekirin.

Dema ku li Naîrobiyê bûm, yek ji kesên li gel min Dîlan tengezar bûbû. Eger fikrên xwe bi temamî eşkere kiribûna û rêxistinên civakî yên sivîl bixista nava liv û tevgerê, dibe ku komplo ji hin aliyan ve bihata pûçkirin. Pêşniyar kiribû ku bi debanceyekê em xwe biparêzin, lê min nepejirandibû. Ev yek ji bo me û ji bo min dihate wateya xwekuştinê. Nêta min a ji bo xwekuştinê tune bû. Bi israr ji bo rahêjim çekê heta kêliya dawî li dora min diçû û dihat. Eger çek li gel min bûya û min bikişanda, ev helwest wê teqez mirin bûya. Piştre di dema lêpirsînê de ji min re hate gotin ku eger min çek bi kar bianiya ferman ji wan re hatibû dayin ku min bikujin. Gotin ku derketina ji sefaretxaneyê jî dihate wateya mirinê. Diyar kirin ku min helwesta herî aqilane nîşan daye. Çiqasî rast gotine em pê nizanin.

Di pêvajoya Naîrobiyê de ya panzdeh rojan, helwesta Sefîrê Bilind Kostûlas hêjayî fêhmkirinê ye. Gelo hatibû bikaranîn? Yan jî ji zûdeyî ve weke parçeyek ji planê hatibû amadekirin. Min nekarî vê fêhm bikim. Beriya ku bêm teslîmkirin qet neçû mala xwe. Ji ber ku xwestin bi zorê min ji sefaretxaneyê derxînin, bi tundî li ber zebaniyê Naîrobî rabû. Lê belê ev helwest dibe ku bi sextekarî jî be. Vê carê qaşo ji bo çûyîna Hollandayê ji Pangalos destûr wergirtibû. Min baweriya xwe bi vê neanî. Ji ber ku tîmên taybet ên Yewnan di kemînê d ebûn ku eger ji malê dernekevim wê êriş bikin û bi zorê derxînin. Polîsên Kenyayê jî xwe amade kiribûn ku heman tiştî bikin. Ji xwe çûyîna Komara Efrîkaya Başûr ji zûdeyî weke çîrokeke xapandinê mabû. Ez timî bi gumanbarî nêzî pêşniyarên xwegirtina li dêrê, li Neteweyên Yekbûyî bûm. Min li ber xwe da ku dernekevim.

PÊVAJOYA JI ÇAR MEHAN BI RENGEKî BÊHEMPA DERBAS BÛBÛ

Pêvajoya ji çar mehan a ji 9'ê Cotmeha 1998'an heta 15'ê Sibata 1999'an bi rengekî bêhempa derbas bûbû. Ji bilî hegemona cîhanê DYE, ti hêzê nikarîbû ev operasyona ji çar mehan di vê pêvajoyê de bikira. Rola hêzên şerê taybet ên Tirk (Serokê vê hêzê jî General Engîn Alan bû) di vê pêvajoyê dew bû ku tenê min bi balafirê bigihîne Îmraliyê, ew jî veguhastineke bi kontrol bû. Ev pêvajo pêvajoyeek welê bû ku operasyona herî girîng a dîroka NATO'yê hate kirin. Ev yek ewqasî eşkere bû ku li her cihê diçû, kesî helweseteke dijber nîşan nedida. Yên ku nîşan didan jî yekser dihatin bêbandorkirin. Rûsya Mezin jî bi rengekî eşkere hatibû bêbandorkirin. Helwesta Yewnanan ji xwe têra vegotina her titşî dikir. Li Romayê tedbîrên li nava malê û derdora mala ku lê dimam dihate girtin, her tişt radixist pêş çavan. Tedbîrên awarte yên ji bo dîlgirtinê hatibûn wergirtin. Nedihiştin ku derkevim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min her der bîst û çar saetan kontrol dikirin. Hikumeta D'Alema hikumeteke çep demokrat bû. D'Alema bêtecrûbe bû, bi tena serê xwe nekarî biryarê bide. Li tevahiya Ewropayê geriya. Îngilistanê jê re got ku divê biryara xwe bi xwe bide; piştgirî ji wî re nehate dayin. Helwesta Brukselê ne zêde zelal bû. Dawiya dawî em radestî dadgeriyê hatin kirin. Di vê helwestê de bandora Gladiyoyê tê dîtin. Ji xwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladiyo herî zêde lê xurt bû. Berlûsconî hemû hêza xwe xistibû nava liv û tevgerê. Ew bi xwe zilamê Gladiyoyê bû. Ji ber ku zanîbûm Îtalya wê nikaribe min bixapîne neçar mabûm ku biçim. Bêguman Tirkiye di berdêla vê yekê de ji bo DYE û Îsraîlêê bûbû welatê herî jê bawer û peykê. Pêvajo pêvajoya p3eşkêşkirina Tirkiyeyê ji bo kapîtalîzma fînansî ya global bû.

PEYVA ECEVÎT: 'MIN KIR NEKIR FÊHM NEKIR KU ÇIMA OCALAN TESLÎM KIRIN'

Senaryoya dagirkirina Iraqê yekser bi teslîmgirtina min ve girêdayî bû. Dagirkerî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Heman xusûs ji bo dagirkirina Efganistanê jî derbasdar e. Ya rast yek ji gavên diyarker ên bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û gava wê ya destpêkê operasyona li dijî min bû. Ecevît belasebep negot, 'Min kir nekir fêhm nekir ku çima Ocalan teslîm kirin'. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Welîahdê Awûstûryayê bi destê neteweperestekî Sirp dest pê kir, 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' jî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin.

LI MIN DIHATE FERZKIRIN KU DAWÎ LI XETA AZADIYÊ BÎNIM

Ji bo fêhmkirina pêvajoya piştî operasyonê divê bûyerên berî operasyonê û dema wê qewimîn baş bêne fêhmkirin. Serokê DYE'yê Clînton ji bo pirsgirêka derxistina min a ji Sûriyeyê binirxîne 2 civînên zêdeyî çar saetan bi Serok Hafiz Esad re kir, ku yek ji wan li Şamê, yek jî li Swîsreyê bû. Hafiz Esad di wan hevdîtinan de bi girîngiya rewşa min hesiya. Ji bo xwe bêhtir guncaw dît ku pêvajoyê li demê belav bike. Ji bo demkî jî be di mijara derketina min a ji Sûriyeyê de daxwazek nekir. Weke hêmanekî hevsengiyê dixwest heta dawiyê min li dijî Tirkiyeyê binirxîne. Min jî zor da Sûriyeyê ku helwesteke stratejîk nîşan bide. Lê belê hêz û rewşa min bi têrkerî guncaw nebû. Eger li Îranê bûma dibe ku karîbûya tifaqeke stratejîk çêbikira. Di wê mijarê de jî min ji Îranê bawer nedikir; ji ber helwestên kevneşop (Kuştina Simko û Qasimlo û komployên mîna wê, lîstikên kevn ên heta xistina Qralê Med Astiyag ji aliyê Harpagos ve), min xwe ji vê yekê vedigirt. Lîderên Kurd ên li Iraqê jî yên bi Clînton re di nava têkiliyê de bûn, mayina min a li Sûriyeyê li armancên xwe yên stratejîk nedidîtin. Ji ber Kurdistan û Kurd êdî ji kontrolê derdiketin. Îsraîl jî ji vê rewşê gelekî aciz bû. Ev yek ji bo wan nedihate qebûlkirin. Kontrolkirina Kurdistanê bi taybetî ji bo planên wan ên li ser Iraqê roleke girîng bû. Dihate ferzkirin ku divê teqez biçim û dawî li nasnameya Kurd a serbixwe û xeta azadiyê bînim.

SEDEMA ME YA HEBÛNÊ XETA AZADIYÊ Û PARTIYA ME BÛ

Sedema me ya hebûnê jî partiya me û xeta wê ya azadiyê bû. DYE û Îngilistan wê soza ku ji sala 1925'an ve dan Tirkiyey (Bi şertê ku dest nede Kurdistana Iraqê, Kurdistana Tirkiyeyê feda bike) bi cih bianiya. Tirkiye li ser vê bingehê ketibû nava NATO'yê û li ser vê bingehê têkildarî pirsgirêka Kurd pê re li hev hatibû kirin. Rewşa me û stratejiya me gef li hegemonya û ev hevsengiya li Rojhilata Navîn dixwar. Ya em ê ketibûna çarçoveya vê hegemonyayê yan jî bihatina tasfiyekirin. Komara Tirkiyeyê van peymanên ku ji sala 1925'an ve bi hêzên hegemonîk re kiriye (Peymana 1926'an a li ser mijara Mûsil-Kerkûkê, ketina nava NATO'yê ya sala 1952'an, peymanên 1958 û 1996'an ên bi Îsraîlê re kiriye) dixwest ku ji bo tunekirina Kurdan bi kar bîne. Îdeolojiya pozîtîvîst neteweperestiya laîk ev derfet dida. Baweriya kadroyên komarê bi vê hatibû anîn. Ya rast ev yek li dijî tifaq û ruhê têkiliyên Tirk-Kurdan a dîrokî bû. Lê belê ji ber hesabên avabûna Îsraîlê tiştek nemabû ku sîstem neke. Îdeolojî, kadro û çîna çêkirî ya jê re rastiya Tirkê Spî tê gotin, li ser vê bingehê hatibû avakirin. Her wiha PKK'ê derba kuştinê li vê rêxistiniyê xistibû. Ji ber ku naskirin û qebûlkirina nasnameya Kurd dihate wateya înkarkirina vê rêxistiniyê, herî kêm diviyabû van polîtÎkayên kujer biterikîne. Peymanên ku bi Îsraîlê re hatin kirin ji bo vê rêxistiniyê di asta jiyanî de girîng bû. Ji xwe netewe dewleta Tirk weke Proto-Îsraîl hatibû avakirin.

PKK'Ê LÎSTIK XERA DIKIR

Di çarçoveya PDK'ê de hewl hate dayin ku rêxistiniyeke Kurdê Spî ava bikin.  Heman navendê hem li nava Tirkan hem jî li nava Kurdan hewl dan du hêzên nakok ava bikin (Di serî de DYE û Îngilistan ji bo berjewendiyên hegemonîk ên cîhana rojava li Rojhilata Navîn û ewlehiya Îsraîlê) û ev yek ji bo hebûna xwe gelekî girîng didîtin. Di çarçoveya vê polîtîkayê de ku dixwestin du hêzên bi xwe ve girêdayî lê timî bi hev re jî nakok, berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêzin. Lê belê destpêkirina têkoşîna PKK'ê ev lîstika dîrokî û rojane xera dikir. Salên 1993 û 1998'an çêbûna derfetên çareserî û aştiyê dihate wateya bidawîbûna vê lîstikê. Lewma destûr nedan çareseriyeke bi vî rengî. Sûîqest û komployên mezin lidar xistin. Derbeke stratejîk a li dijî berjewendî û lîstikên hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn bû ku PKK Kurdan ji bindestiyê rizgar bike û bi Tirkan û civak û dewletên din re li hev bike. Ev xusûsên ku mirov dikarin hincetên wê hîn bi berfirehî vebêjin, armanca stratejîk û mezin a komploya 1998'an bi şênberî radixe pêş çavan.

ŞÊWIRMENDÊ WÎ YÊ TAYBET EŞKERE KIRIBÛ KU OPERASYON BI FERMANA CLÎNTON HATIYE KIRIN
 
Clînton wê demê pêngava hegemonîk a li Rojhilata Navîn gelekî girîng didît û girîngiya roja Tirkiyeyê ya di nava vê yekê de timî destnîşan dikir. Şêwirmendê wî yê taybet General Galtîerî bi xwe eşkere kiribû ku operasyona li dijî min bi fermana Clînton hatiye kirin. Dema ku em bên ser meseleya 'Şerê cîhanê yê sêyemîn', bîlançoya li Iraq, Efganistan, Lubnan, Pakistan, Tirkiye, Yemen, Somalî û Misrê ji zû ve ji gelek aliyan ve bîlançoyên şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê derbas kiribû. Ji xwe ji ber hebûna çekên nukleerî eşkere bû ku 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' wê bi rengekî parçeyî pêk were, demeke dirêj dewam bike û bi teknolojiyên cuda bê meşandin. Civîna Bilind a NATO'yê ya dawî ya li Lîzbonê, agahiyê pêwîst dide ku DYE wê dorpêçiya li dora Îranê kûrtir bike û ev yek jî li ser 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' agahiyan dide.

'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' rastiyeke û navenda wê jî bi giranî çand û cografya Rojhialta Navîn e. Bûyerên li Iraqê diqewimin jî nîşan dide ku ev şer wê tenê ne li welatekî be, pêwendiya vî şerî bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk ên cîhanê heye. Ev şer, piştî ku Îran bi temamî hate bêbandorkirin, li Efganistan û Iraqê aramî hate misogerkirin û Çîn û Latîn Emerîka bi temamî ji gefbûyînê hate derxistin hingî dikare bi dawî bibe. Lewma em li navenda şer e. Gotina tiştekî ji sedî sed li gorî zanistiyên civakî nerast jî be, şer dikare herî kêm deh salan (Di planên stratejîk ên dawî yên NATO'yê de pêvajoyek ji deh salî tê destnîşankirin) dikare dewam bike. Carna wê bi rengê dîplomasiyê carna jî bi tundiyê dewam bike. Wê bi tundiyê û krîzên aboriyê yên bi kontrol dest li rojevê bê werdan. Bi rê û rêbazên cuda şer wê li gelek qadan biqewime. Lê belê dema ku mirov xwezaya bingehîn a şer binirxîne, hingî wê baştir bê fêhmkirin ku operasyona 1998'an a li dijî min çima di asta navneteweyî de hate meşandin û operasyoneke Gladiyoya mezin a NATO'yê ye. Bêguman di şerên mezin de hêzên hegemonîk timî bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan qezenç bikin. Her wiha hêzên hegemonîk dikarin bi rengê sîstemî winda bikin, gel jî dikarin bi sîstemî qezenç bikin.
 
(Ji pirtûka 'Pirsgirêka Kurd û çareseriya neteweya demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye wergirtin.)