Kuştina serokê DAÎŞ’ê: Rastî û pirsên li benda bersivê

Serokê DAÎŞ’ê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî di operasyoneke DYE’yê de mir. Kuştina Qureyşî gelek rastî derxist holê û bi xwe re gelek pirs jî ava kir.

Serokê DAÎŞ’ê yê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî (Abdulrahman El Mavlî El Selbî) yê piştî Ebûbekir El Bexdadî bûbû serokê DAÎŞ’ê, di operasyona hêzên DYE’yê de mir. Ew Tirkmenekî ji Telaferê ye û heta niha tekane kesê ne Ereb e ku hatibû ser DAÎŞ’ê.

TESADUF E KU PIŞTÎ ÊRÎŞAN HATE KUŞTIN?

Rojek piştî êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk biribû ser Şengal, Mexmûr, Rojava û gundê Teqil Beqil ê navçeya Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Abdulrahman El Mavlî El Selbî hate kuştin. Dema ku Îbrahîm Kalin ê ku berdevkê Erdogan e, bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê DYE Jake Sûllîvan re di hevdîtinê de bû, ev êriş pêk hat. Ev jî wisa hate şîrovekirin ku haya DYE ji vê êrişê hebû. Pirsên wekî ‘Gelo li beramberî çi destûra êrişê hate dayîn’ derketin holê. Bivê nevê rewşeke wisa derdikeve holê ku Tirkiye ji bo êrişî cihekî bike, giliyê serokê DAÎŞ’ê li cem DYE kiriye.

LI HERÊMA DI BIN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DE HATE KUŞTIN

Dixwazî bila hevkariya Tirkiyeyê hebe yan jî tuneb, Qureyşî wekî Bexdadî di herêmeke di bin dagirkerî û kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê de hate kuştin.

Wekî ku Bexdadî jî xwe vedişart, gundê Berîşa 5 kîlometreyan dûrî Tirkiyeyê ye. Bajaroka Atme ya ku Qureyşî lê hate kuştin jî, li texma navçeya Reyhanliyê ye. Ji kîlometre û nîvekê kêmtir nêzî sînorê Tirkiyeyê ye. Bi meşê jî 15 deqîqe. Gundê Tirkan ê herî nêz Bukulmez e û 5 kîlometreyan dûrî wir e. Li Atmeyê li ser sînor piştî ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê bûyeran dest pê kir, li aliyê Tirkiyeyê kampek hate avakirin. Kamp li ser sînor e. Lige ku li wir deriyekî fermî yê sînor heye, di nav kampê de jî deriyekî sînor ê ne fermî hate vekirin û çete ji wir diçûn Atmeyê û dihatin. Tirkiyeyê ew kamp wekî komkirin, perwerdekirin û cihê neqilkirina çeteyan a ber bi Sûriyeyê bi kar anî. Di Hezîrana 2019’an de Abdulbasît El Sarût ê ku tu carî dev ji DAÎŞ’ê berneda û digotin ‘Em ê qira Elewiyan bînin’ li Reyhanliyê miribû û piştre ji bo wî merasîmeke girseyî hatibû kirin. Ev jî diyar dike ku tevî Tirkiyeyê DAÎŞ û çete Atmeyê kampa li ser sînor û Reyhanliyê çawa bi kar tînin. Çeteyên ji kampên li ser sînor ên di navbera Atme û Reyhanliyê tevlî merasîma girseyî ya ji bo El Sarûtê DAÎŞ’î bûn. Bi dengê ‘Tekbîr’an hêza xwe nîşan dabûn.

NASNAMEYA QUREYŞÎ

Qureyşî Tirkmenekî Sunnî yê ji Telaferê ye. Li wir DAÎŞ’î zêde hene. Lê mirov dema bala xwe bidiyê wê bibîne ku ew endamê Eniya Tirkmenan a Iraqê ye. Serokê Eniya Tirkmenan Erşad Salihî jî bi awayekî eşkere MHP’yî ye. Li Kerkûkê şîrketeke ewlekariyê ya Salîhî heye. Di vê şîrketê de 660 çeteyên bi meaş hene. Ev çete ji aliyê SADAT’ê ya ku li Golbaşiya Enqereyê çeteyan perwerde dike, hatine perwerdekirin. Parlementerê berê yê YNK’ê Şivan Davûdî sê sal berê ev rewş tevî belgeyan eşkere kir. Got ku wî rêveberiya Iraqê jî haydar kiriye. Qureyşî bi xwe jî endamê van çeteyan e. Ne bi tenê ew, dema ku ew di nav DAÎŞ’ê de hate astên bilind, birayê wî Adil Selvî jî wekî rêveberê Tirkiyeyê yê Eniya Tirkmenên Iraqê dixebitî.

Di nav DAÎŞ’ê de ‘serkeftina’ DAÎŞ’ê ev e ku wî Mûsûl desteser kiriye û civaka Êzidî qir kiriye. Dema ku Qureyşî êrişî Mûsûlê kşr Esil Nûceyfî waliyê Mûsûlê bû. Nûceyfî Mûsûl teslîmî wan kir û ji ser Hewlêrê çû Tirkieyê. Wekî Tarik Haşîmî yê ku ew jî avakarê DAÎŞ’ê ye. Dema ku Nuceyfî çû Enqereyê birayê Qureyşî Adil Selvî jî yek ji rêveberê Eniya Tirkmenan a Iraqê bû. Ev jî diyar dike Erdogan tevî çeteyan pergaleke çawa ava kiriye û çawa hemû aniye ba hev.

DAXUYANIYÊN KAZIMÎ

Serokê DYE’yê Joe Bîden daxuyanî da ku serokê DAÎŞ’ê hatiye kuştin. Mûstafa Kazimî yê ku serokwezîrê Iraqê ye, diyar kir kir wan îstîxbarata kuştina Qureyşî dane û heke serfiraziyek hebe, divê para wan jî di vê serfiraziyê de hebe. Ev daxuyaniyên Kazimî hinek pirs bi xwe re anî. Serokê YBŞ’ê Seîd Hesen dema ku ew ê bi wî re rûnişta, li Şengalê bû hedefa balefirên dewleta Tirk. Kazimî û îstîxbarata Iraqê dizanibû ku wê Seîd Hesen bi Kazimî re rûnê. Gelo bêyî haya wî an jî bi awayê ku haya wî jê heye, îstîxbarata wan cihê Seîd Hesen da dewleta Tirk a dagirker?

Pirseke din, di kuştina Fermandarê Hêza Qudûsê ya Îranê Kasim Suleymanî û fermandarê duyemîn ê Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs de roleke wan hebû? Piştî sûîkastê hêzên girêdayî Îranê îstîxbarata Iraqê wekî berpirs nîşan dabû. Hin daxuyanî hatin dayîn ku Iraqê îstîxbarat daye. Kazimî di wê demê de berpirsê îstîxbaratê bû.

Li qada di bin dagirkeriya dewleta Tirk de wekî Bexdadî Qureyşî jî hate kuştin. Ev jî têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ û çeteyên din derdixe holê. Li ser kuştina Qureyşî bazariyek hatibe kirin jî ev nayê wateya ku têkiliya wî bi çeteyên din tune. Çi dema ku bixwaze dikare çeteyan têxe tav tevgerê û çeteyan li Bakur, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Rojava li hemberî Kurdan, gelên din û Elewiyan sor bike û çete êrişî hemû kesan bike.