Kurd divê êdî PDK'ê rawestînin

Piştî ku şer dest pê kir, ti feydeya qîr û hewarê tine. Ti wateya nerazîbûn û helwêstên derengmayî namîne. Ji vî alî ve raya giştî ya Kurd, hêzên siyasî û gel divê li dijî vê helwêsta PDK’ê nerazîbûnê nîşan bide.

Beriya demekê dewleta Tirk êrişî Şingalê kir û komkujî kir. Piştî demeke kurt bi balafiran êrişî herêmên di bin desthilata YNK’ê yên li ser ‘sînorê’ Îranê kir. Bi dehan bombe barandin. Bi xêra tevdîran, zirar negiha gerîlayên PJAK û YRK’ê. Lê vê êrişê zirar û ziyaneke mezin da bax û bostanên gel. Dewleta Tirk êrişî cihûwarên gundiyan kir. Ji ber vê, êriş bandorên nerênî li jiyana xelkê û nexasim zarokan dikin. Dengê balafiran zarok, nexweş û jinên ducanî nerihet dike. Dibe sedema pirsgirêkên derûnî. Jixwe, di her êrişê de daristanên Kurdistanê tên şewitandin. Ji bilî beşek ji YNK’yiyan, li dijî êrişên dewleta Tirk ti kesî reaksiyon nîşan neda. PDK ya ku reaksyon nîşanî êrişên li dijî herêma Behdînanê nade, wê ti reaksyonê êrişa li dijî herêma di bin desthilata YNK’ê de nede. Jixwe, hin YNK’yî û gel dibêjin, pêwîst nîne PDK bê rexnekirin. Ji ber ku baş dizanin PDK hem van êrişan rewa nîşan dide, hem jî teşwîq dike. Bi sala ne ku PDK dixwaze dewleta Tirk zextê li YNK’ê bike. Bi vî rengî hewl dide YNK'ê jî wekî wê li dijî PKK û gerîla bixe tevgerê. 

Dewleta Tirk van êrişan bi vê armancê jî pêk tîne. Dewleta Tirk ne tenê li dijî herêmên parastinê yên Medyayê êrişan dike, her wiha berdewam êrişî Şengal û Mexmûrê jî dike. Xuya ye ji Emerîka û Iraqê destûr girtiye ku êrişî Penciwên jî dike. Bi vî rengî dewleta Tirk a qirker careke din nîşan da, ew ne tenê dijminê Bakur, Başûr û Rovayê Kurdistanê ye, ew her wiha dijminê Rojhilatê Kurdistanê ye. Serkêşiya dijminahiya gelê Kurd û Kurdistanê careke din nîşan daye. 

Berpirsê esasî yê asîmanên Iraqê ango herêma hewayî, Emerîka ye. Tê fêmkirin, Emerîka ji bo dewleta Tirk di ber berjewendiyên xwe de bi kar bîne, dajo ser Kurdan û destûra êrişan dide. Gelek dewlet û hêzên siyasî bi vî rengî li ser Kurdan polîtîkayên qirêj û kirêt pêk tînin. Ji ber vê Emerîka û Ewrûpa ji bo çareserkirina meseleya Kurd polîtîkayekê nadeynin holê; îradeyeke wiha nîşan nadin. Sebeba wê ev e, polîtîkayeke wiha qirêj û kirêt pêk tînin.

Ev welatên kapîtalîst in; dîn û îmanê wan berjewendî û feydeya wan e. Wê demê ev pirs girîng e, peywendiya ku PDK’ê bi dewleteke dijminê Kurdan re daniye, xwe disipêre kîjan berjewendiyan? Herhal PKK’ê ji xwe re reqîb dibîne û bi destê dewleteke dijminê Kurdan, dixwaze PKK’ê tine bike, yan jî ze’îf bike. Diyar e bi dewleta Tirk re li ser armanceke wiha gihane hev. Tê zanîn ka dewleta Tirk a qirker ji bo bigihîje vê armancê, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çi kir. Em naxwazin van kirinan rêz bikin. 

Di êrişên li Başûr de jî PDK hevkariya Tirkiyê dike. Berî çend rojan me li wan dîmenan temaşe kir ku PDK bi kepçe, grayder û maşînên din rêya êrişên li ser herêmên gerîla vedike. PDK van maşînên kar ji gel re û ji wan gundan re naxe tevgerê û  ti xizmetê nake. Lê bi van maşînan rêyan vedike ji bo serê çiyayan ku ne warên gundiyan yên jiyanê ne. Rêyên wisa vedike ku her cure wesayîtên leşkerî bikarin tê re derbas bibin. 

Xala pirr pirr girîng ev e, rêvekirina PDK’ê ber bi herêmên gerîla ve tê wateya destpêkirina tevgereke êrişê li dijî gerîla. Pêwîst e ti Kurd li dijî vê rewşê bêdeng nemîne, bêhelwêst nemîne. Piştî ku şer dest pê kir, ti feydeya qîr û hewarê tine. Ti wateya nerazîbûn û helwêstên derengmayî namîne. Ji vî alî ve raya giştî ya Kurd, hêzên siyasî û gel divê li dijî vê helwêsta PDK’ê nerazîbûnê nîşan bide. 

Dema PDK’ê cara pêşî hêzên leşkerî bi ser gerîla de ajotin, raya giştî ya Kurd ket tevgerê. Lê demên dawî hişyariya raya giştî lawaz bû. Pêwîst e ev hişyariya raya giştî ji nû ve û hîn bi bandor çêbe. Yan na, ev zextên hêzên leşkerî yên PDK’ê yên eşkere, provokasyon in, dê zirarê bidin gelê Kurd hemûyî. Bi çêkirina rêyan ber bi herêmên gerîla û veguhestina hêzên eskerî, komkirina hêzê li derdora herêmên gerîla, PDK eşkere şer ferz dike. Me berê jî gotibû li hemberî vê rewşê nêzîkatiyên her wekî pirsgirêkeke dualî heye, rê li helwêstên nerênî yên PDK’ê nagire. Ji ber vê êdî lazim e eşkere li hemberî PDK’ê helwêst bê raberkirin. Nexasim jî rewşenbîr, hunermend, jin, divê gelê Kurd hemû bikeve tevgerê da ku PDK van polîtîka û helwêstan biterikîne.

Raya giştî ya Kurd xwediyê hêzeke wisa ya bi bandor e. Her wekî gelê Kurd têgihiştiye, raya giştî ya Kurd jî êdî baş dizane kî û çi şaş e, yan jî rast e. Ti hêcet û bahaneyek nîne ku ev polîtîkayên PDK’ê normal nîşan bide. Jixwe, ne dikarin bibêjin bahaneyeke vê peywendiyê bi dewleta Tirk re heye, ne jî dikarin vê pewyendiya li dijî gelê Kurd rewa bikin. 

Di şerê cîhanê yê sêyemîn de; di demeke wiha de ku hevsengî ji nû ve tên diyarkirin, hêvî dikim ku raya giştî ya Kurd li 4 beşên Kurdistanê li hemberî her tevgera têkoşîna azadiyê lawaz bike û zirarê bidiyê, raweste.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA