Krîzên siyasî û aborî jiyan li Başûrê Kurdistanê tevizandiye

Demek dirêj e ji ber krîz û şêwazê rêveberiyê li Başûrê Kurdistanê krîzên aborî û siyasî hene. Ji ber van krîzan jî baca her mezin welatî dikişîn, bêrîka welatiyan vala ye û bazar biha ye.

Di van salên dawî wî de hikûmeta Başûr bi aweyekî vekirî dev ji civakê berdaye û civak bi êrşên xwe re tenê hiştiye. 

Ji ber siyaset û krîzên aborî yên hikûmet û rayedarên Başûrê Kurdistanê, her diçe jiyana civakî û aborî li Başûr ber bi rewşeke kembax ve diçe. Bêkarî, rev û siyaseta bêdenghiştinê li başûr tê serwerkirin.

CIVAK BÊKARE

Bi taybetî mijara bêkarî li Başûrê Kurdistanê di asta herî jor de ye. Ji derveyî bêkarî rê nayê dayîn ku kampanya û cihên kar ên xwe malî bên pêşxistin. Li gorî siyaseta rêveber û rayedarên Başûrê Kurdistanê her kampanya û kargehek kar bê  vekirin, divê şirîk be, ev jî dihêle ku ew cihê kar bikeve bin kontrolê û kengê bê xwestin mudaxele bê kirin, her kesê  vê  qebûl neke jî rê nayê dayîn ku ciheke kar veke. Ev jî dihêle ku kargehên xwe malî û deravê jiyanê ji bo kesên bêkar bê girtin, heman demê krîzê kûrtir dike.

HIKÛMETA 9’Ê HIKÛMETEK NE DI BERJEWENDIYÊ GEL DE YE

Ji xwe li aliyê din siyaseta navxwe ya serî tewandin û bêhêzkirinê di asta xwe ya herî jor de ye. Hikûmeta 9’an a Başûrê Kurdistanê ku kurê Mesût Barzanî serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzan bi banga ku wê nûbûn û xizmetê ji bo civakê bike, kete ser erkê, yek ji demê herî xedar û siyaseteke çewt a berjewendiyên gel tekirin, cihê xwe di rojeva navxwe ya Başûrê Kurdistanê de girt. 

BAZAR BIHA Û BERÎK VALA NE

Dema mirov dikeve nava civakê baştir vê rewşê dibîne. Taybet dema mirov dikeve nava bazarê û rewşa gel dibîne, dizane bê ka krîz û nerazîbûnek çawa ji vê hikûmetê heye. Bazar tije mirov in, lê her kes tenê li bihayê ser fêkî û zebzeyan dinêre û başê li berîka xwe ya vala  dinêre.

JI HIKÛMETÊ DITIRSIN

Her kes ji vê rewşê nerazî ye, gilî û gazincên wan bi qasî çiyayan bilind bûne û kes tine ku bikare hewara xwe bigihînê. Dema mirov nîqaş li gel dike, her kes bi çaveke tirs û dileke tiijî qala hejarî û bê xweditiya li wan dike. Dibêjin bazar biha ye, pere tine, kar tine. Wê çawa bikarin debara xwe bikin. Ji xwe va şert û mercên zivistanê jî li ser zêde bû. Sotemenî tine, herêm û navçeyên çiyayî, li şûna sotemeniyê diçin daristanê daran dibirin û ev jî aliyeke din ê talana xwezayê ye. Lê neçariyeke. An wê ji serma biqufilin, an jî neçarin ku darên daristanê qût  bikin. Xwaza xwezayî ya xwarinê her kes nikare bikire, pir bûha ye. 

ELEKTIRÎK, GAZA XWEZAYÎ Û AV KÊM E

Yek ji pêwîstiyên jiyanî hebûna gaza xwezayî, dîsa av û elektirîk e. Di van salên dawî de ev mijar tim bûye rojeva welatiyên Başûr. Nexastim taybet ev her sê mijar demê bûne mijarên krîzê. Niha pirsgirêka gaza xwezayî li pêş e. 

REVA KU BÊ ÇARESERÎ

Ji ber siberoj û rewşa heyî ya her diçe kûrtir dibe, reva ji welat jî zêdetir bûye. Her kes taybet ciwanên ku zanîngeh qedandin û di xwepêşandanên salên dawî yên li ber hikûmetê hatin kirin, derket holê ku ji bo xwe tene rêya revê dibînin weke çareserî. Ji bo vê her fersend û kêliyê de, li rêyekê digerin ku terka welat  bikin. Ev jî bi serê xwe krîzek din a civakî ya dramî ye. Gelek kes li ser rêya koçeriyê dîsa sînorê Polonya-Belerûs, peravên Yewnanistan û Derya Spî noqî avê bûn û hê jî cenazeyên wan winda ne. 

53 KES MIRINE, BI DEHAN JÎ WINDA NE; HINEK HÊ JÎ LI BELARÛSÊ NE

Koçberên ku piraniya wan ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ne, di ser Hewlêrê yan jî Stenbolê re derbasî Belarusê dibin. Balkêş e ku ev plana valakirina bi rêk û pêk a Başûrê Kurdistanê heman piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê kete meriyetê. Li gorî daneyên fermî di nava sala dawî de nêzî 40 hezar welatiyên Iraqê reviyan derveyî welat, ji wan 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Koçber û Penaberan ragihand li gorî sala borî îsal rêjeya koçberiya li Herêma Kurdistanê û Iraqê zêde bûye û rêjeya kesên jiyana xwe ji dest dane jî dû qatî sala borî ye.

Di bîlançoyê de wiha tê gotin: “Li gorî daneyên nefermî îsal li Herêma Kurdistanê û Iraqê 53 hezar kes koçber bûne 53 kesan jiyana xwe ji dest dane û winda bûne.”

KES ÊDÎ NIKARE REXNEYÊ LI HIKÛMET Û PDK’Ê BIKE

Li aliyê din ji xwe li herêmên sînor ên Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dagirkeriyê û bêserûber gulebarana dewleta Tirk a dagirker gelek gund hatine valakirin û dîsa leşkerên Tirk dest bi revandinê kirine. Herî dawî derket holê 31’ê Kanuna 2021’an de 2 ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost a ser bi Hewlêrê revandin. Dewleta Tirk wan ciwanan ji nav xaka Başûr revandibûn û biribûn Tirkiyeyê.

Di 5’ê Çileyê de Tirkiyeyê herdu ciwan bi riya Deriyê Îbrrahîm Xelîl radestî malbatên wan kirin, lê dema ku gihîştin mal vê carê j aliyê hêzên Barzanî ve hatin binçavkirin û radestî Asayîşa Mêrgesorê kirin. Heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Piştî van agahiyan her kesê ku hikûmetê rexne dike jî tên destgîrkirin û aqûbeta wan ne diyare. Li Hewlêrê di 16’ê Çileyê de  Asayîşa PDK’ê, pêşmergeyek Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) yê bi navê Karwan Ebdulwahîd li mala wî ya li daîreyên Bihar ji ber rexne li serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirîbû  binçav kir û heta niha ne hatiye berdan.

Beriya vê jî fermandarê pêşmergeyan Muhemed Arif Silêman ji ber rexne lê hêzên Zêrevan kiriye, hatibû revandin û ti agahiyek li ser aqûbeta wî nîne. 

WELATPARÊZ TÊN DERXISTIN

Di rewşeke wiha de ku êdî îfadeya azadiyê jî tê sînordarkirin û mafê mirov ê xwezayî ku bikare helwest û siyaseta heyî ya şaş a ne di berjewendiyê gel, civak û neteweyê de tê binpêkirin, bi xwe re rê li ber metirsiyên mezintir vedike. Ji xwe rewşa girtiyên Behdînan û ciwanên Şêladizê li holê ye. Her wiha siyaseta derxistina Kurdên welatparêz ên ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker reviyane û li Başûrê Kurdistanê bicih bûne, li ber çav e. 

HEQÊ YNK’Ê TÊ XESPKIRIN

Li aliyê din nakokiyek din di navbera PDK û YNK’ê de derketiye ew jî li ser posta Serokkomariyê ye. Li gorî destûra Iraqê posta serokkomariyê para Kurdan e, di nava Kurdan de jî para YNK’ê ye. PDK bi vê yekê razî nebû niha Hoşyar Zêbarî wek namzet ji bo hilbijartina Serokkomariyê nîşan daye. Ev alozî û nakokiyên nava van herdu partiyan dihêle ku di warê civakî de jî rê li ber alozî û jiyana civakî bike.