Kobanê wê dewleta Tirk jî bi bin bixe

Hêzên demokratîk ên cîhanê wê pişta gelê Kobanê bigirin, ew gelê ku li hemberî zilma DAIŞ’ê bi bin neket û wê dewleta Tirk jî bi bin bixe.

Dewleta Tirk dîsa êrişê Kobanê kir. Sivîlek şehîd bû, zarokekî 3 salî û 12 sivîl jî birîndar bûn. Lingê zarokekî 3 salî qut bû. Bi dehan êrişên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava hene. Zarok, kalûpîr, jin, ciwan, bi sedan kes di van êrişan de hatine qetilkirin. Di êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî de, ji hezarî zêdetir sivîl hatin qetilkirin. Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, bi sedan mirov hatin revandin û êşkence li wan hat kirin. Dîsa destdirêjî li gelek jinan hatiye kirin. 

Tevî ku dewleta Tirk li Rojava evqas komkujî û zilmê dike, ne hêzên siyasî yên navneteweyî, ne jî rêxistinên mafê mirovan, helwêsteke cidî nîşan nedane. Dema ku li cihekî din ê cîhanê, komkujî û zexteke ji vê hîn kêmtir jî bibe, yên ku helwêsteke mezin nîşan didin, heta kirinên cidî pêk tînin, dema dor tê Kurdan, her cure pîvanên gerdûnî ji bîr dikin. Weke ku zilma dewleta Tirk a li ser Kurdan normal be, bêdeng dibin û nabînin.

Berjewendiyên madî, nexasim jî dewletên Ewrûpayê bê wicdan û bê exlaq kirine. Bi taybetî di sedsala 21’ê de berjewendiyên madî, ketine pêşiya her tiştî. Vê yekê jî welatên kapîtalîst, gelekî qirêj kirine.

Ma gelo kîjan wicdan dikare xwe li ber dîmenê zarokê 3 salî ku lingê wî qut bûye, ragire? Welatên Ewrûpayê xwe li van dîmenan kor kirine. Her hal, êrişeke wiha li Ewrûpa bibûya, wê qiyamet rakirana. Lê canê zarokên Kurdan, ji bo wan ne girîng e. Ev rewş li Ewrûpayê veguherînekê ferz dike ku jê re şoreşa wicdan û exlaq pêwîst e. Ji ber ku ev rewş, ne tenê dewletan û hêzên siyasî, lê belê civakê jî qirêj dike. Jixwe, ew madyatperestiya ku di şertên modernîteya kapîtalîst de bi pêş dikeve, nirxên exlaqî û wicdanî xistiye ber sekeratan. 

Modernîteya kapîtalîst weke bajarên Sodom û Gomore yên bi nelet ên di dîrokê de, civakê pûç dike. Ev rastî her diçe eşkeretir tê dîtin. Dema ku tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd sîstema qirker, faşîst û dermirovî ya dewleta Tirk teşhîr dike, di serî de Ewrûpa, welatên modernîteya kapîtalîst ên piştgirê vê sîstema wiha ne jî, teşhîr dike.

Di salên dawî de herçiqasî ji hikûmeta Tirkiyê ya xwe dispêre tifaqa AKP-MHP’ê nerehet bin jî, ji ber berjwendiyên xwe, çavên xwe li dagirkerî, êriş û hercure zilm û zora dewleta tirk digirin. Ji ber ku dewleta Tirk jî van polîtîkayên berjewendîperest ên welatên modernîteya kapîtalîst dibîne, êriş û komkujiyên xwe dewam dike. 

Bi wî rengî ye ku gelê Kobanê yê ji êrişa DAIŞ’ê zirar lê bûye û di bibinxistina DAIŞ’ê de bi roleke sereke rabûye, vê gavê di bin êriş û zilma dewleta Tirk de ye. Halbûkî Kobanê bi navê mirovahiyê hemûyî li ber xwe daye. Ji vî alî ve nexasim hêzên ku koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ava kirine, û  mirovahî hemû divê xwedî li vî bajarî derkeve. Kobanê li cîhanê yekane bajar e ku layiqê Gazîbûnê ye. Ewrûpa û welatên din ên modernîteya kapîtalîst ku li dijî êrişên li hemberî Kobanê helwêstê nîşan nadin, durû ne, bê wicdan û bê exlaq in. Kobanê û Rojava ku di dema tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de çepik jê re lê dihat xistin, vê gavê li hemberî êrişên dewleta Tirk, xwedî lê nayê derketin. Li hemberî dewleta Tirk a ku kirinên DAIŞ’ê dewr girtine, kes dengê xwe nake. Gelo ji vê mezintir bê exlaqî, bê wicdanî û durûtî dibe?

Careke din rastiya ji dehan zêdetir birîndar û zarokê ku lingî wî qut bûye, li rûyê cîhanê hemûyî ketiye. Vê nîşan daye ka dewleta Tirk çawa bûye belaya serê mirovahiyê hemûyî. Ji ber ku êrişa li ser Kobanê, êrişa li dijî mirovahiyê hemûyî ye. Êrişa li dijî hêzên demokrasiyê hemûyan û wan gelan e ku dema tekoşîna li dijî DAIŞ’ê, piştgirî dane xelkê Kobanê. Heger ev êriş weke êrişeke bi tenê bi ser bajarê Kobanê de were dîtin, ev nîşan dide ku mirovahiyê ne ku bi tenê xwe kerr kiriye, wê dil û mêjiyê xwe jî kor û bêdeng kirine. Xwedî derketina li Kobanê, xwedî derketina li tekoşîna mirovahiyê hemûyî ya li dijî DAIŞ’ê ye. Nexwe gotinên weke, “me wiha DAIŞ têk bir, me wiha li hemberî DAIŞ’ê tekoşîn kir’’ wê bibin xapandina mirovahiyê hemûyî.

Çawa ku tekoşîna gelê Kurd rastiya cîhanê eşkere kir, berxwedana Kobanê jî eyar û kalîteya herkesî ya di mijara exlaq, wicdan û edaletê de, datîne pêş çavan.

Ez bawer dikim ku hêzên cîhanê û demokrasiyê hemû wê pişta gelê Kobanê bigirin, ew gelê ku li hemberî zilma DAIŞ’ê bi bin neket û wê dewleta Tirk jî, bi bin bixe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA