Ji Dersimê heta bi Mersînê, ji Zîlanê heta bi Sara û Rûkenê

Felsefeyeke me heye ku li dijî felsefeya mirinê, jiyanê diparêze. Em zanin ku di her canekî tê fedakirin de jiyaneke nû şîn dibe. Hin kêlî jî hene ku em dibêjin, eger mirin wê bibe bila bi vî rengî be. Hevrê Sara û Rûken mînakên bêhempa yên vê yekê ne.

Çalakiya li Mersînê ku di heman dema çalakiyên ji bo bîranîna Jîna Emînî de hate lidarxistin, ji aliyê leşkerî, siyasî, îdeolojîk, moral û civakî ve bandoreke mezin kir. Beriya her tiştî porên ku jin jê dikin, di şexsê du jinên Kurd de yên bi ser dijmin ve meşiyan, bû ala azadiyê ku wê timî li ba be.

Ew bûn sembola asta milîtaniya PAJK û YJA Starê ku dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' afirandin. Di heman demê de bûn wesîle ku di têkoşîna me de serdemeke nû destpê bike.

DEMA TIFAQ, YEKÎTÎ Û SERKETINÊ YE

Gotina 'Di dema şer de li ser aştiyê nayê axaftin' ji aliyê leşkerî ve gotineke rasteqîn e ku ruhê xwe yê şerkeriyê li pêş e. Her wiha hin ramanger jî dibe ku hebin û bibêjin 'aştî di nava şer de dikare bê avakirin'. Herdu jî jî rast in; ji ber ku yek ji aliyê leşkerekî ve, ya din jî ji aliyê ramangerekî ve hatiye gotin. Yanî her kes divê karê xwe bike. Yek divê yê din ji nedîtî ve neyê, berevajî divê hevdu temam bikin. Ev yek şertê stratejiya polîtîk e. Ji bo partî û rêxistinên siyasî jî heman rewş derbas dibe. Carna bêdengmayin ji axaftinê çêtir e.

Li aliyê din gelek qonax û kêliyên krîtîk ên şer hebin jî ya herî girîng pêngavên ji bo afirandina serketinê ne. Ev yek jî ji xerakirina planên dijmin destpê dike û heta bi parçekirin, ji hev belavkirina eniya dijmin dewam dike û dawiya dawî jî îradeya dijmin dişikîne.

Di herikîna dîrokê de karê destpêkê yê her hêza şer dike û ji vî karî venagerge, zêdekirina tifaqan e. Stratejiya polîtîk ji vê yekê bêhtir xwedî rol û armanceke girîng nîne.

Ji aliyê leşkerî ve ji bo çalakiya ku îradeya dijmin dişikîne mirov dikare bibêje 'derba serketinê'. Ev yek dibe qada dawî ya şerê dawî. Ji aliyên xwe yên taktîkî heta bi diyarkirina encamê, çalakiya li Mersînê xwedî wateyeke bi vî rengî ya stratejîk jî heye.

MIROVAHÎ RABÛYE SER PIYAN, FAŞÎZM BI ERDÊ RE DIKIŞE

Em bi temamiya detayên çalakiyê nizanibin jî ji dîmenên ku dijmin nîşan dane jî tê dîtin ku sekna hevrê Sara û Rûken a dema çalakiyê, mînakeke bêqisûr a fedaîtiyê ye. Di heman demê de rêbaza çalakiyê, pîvana êrîşa taktîkî û serketiyê vê çalakiya şerê dawî raxistin pêş çavan.

Dîmen mîna beşek ji fîlmekî li pêş çavên her kesî hate nîşandan. Sedema vê yekê jî xwînsariya du hevrêyên jin a di dema çalakî û şer de ye.

Polîsên wan ên ku bi perwerdeya xwe gelekî pesnê xwe didin, li şûna ku bikevin 'çeperê' li erdê kaş dibûn. Sedema vê yekê jî helwesta wêrek a van hevrêyan bû ku li ser piyan şer dikirin. Ne ji vê sekna wan bûya dibe ku welê bihata dîtin ku polîs normal ketine çeperê, lê belê rewş ne bi wî rengî bû. Sekna hevrêyan, ruhê wan kir ku ew polîs rezîl bibin. Cehwera xwe jî ji xwe ev e. Ji ber ku polîs tê wateya Suleyman Soylû, y anî komkujî, destavêtin, qirkirin. Gava ku bi van re nirxandina polîtîk û taktîka leşkerî bê kirin, wê bê dîtin ku yên bi erkê re kaş dibûn Soylû, Akar, Bahçelî, Erdogan û faşîzma AKP-MHP'ê ye.

Çalakiya li Mersînê xwedî helwesteke gelekî kûr, bi wate û têgihiştî ye. Baş zanin ku di şerekî de çawa bikevin çeperekê, ji ber ku bi rengekî profesyonel hatine perwerdekirin. Lê belê helwesta ku di wê kêliya çalakiyê de nîşan dan, bi şênberî raxistin pêş çavan ku bi kîjan ruhê fedaî, bi kîjan wêrekiyê, bi kîjan biryardariyê bi ser dijmin ve çûn. Şervaneke/î herî bi biryar jî di kêliyeke bi vî rengî ya şer de weke reflekseke xwezayî li pişt tiştekî dikeve çeperê. Lê ew bi vî rengî nakin, ji ber ku yekser dadikevin qada şer. Her wiha tevî ku yek ji hevrêyan birîndar dibe jî hevrêya din qet nakeve nava panîkê. Hem şer dike hem jî hewl dide hevrêya xwe ya birîndar biparêze. Herdu bi hev re dest bi şerê dawî yanî 'şerê afirandina serketinê' dikin. Ev dîmen ji bîra mirovan naçe.

Piştre jî Suleyman Soylû yê ku ji tirsa mat maye derdikeve pêşiya ekranê. Di demekê de ku digot 'qediyan e' ji her cihî Sara, Rûken derdikevin!

Ji sala 2017'an û vir ve her sal, di her merasîmekê de digot 'me qedand', lê belê gotina herî dawî ya bi heybet wê ji aliyê gelê me ve bê gotin!

ÎSTÎXBARAT TÊK ÇÛ, SOYLÛ DI BIN DE MA

Heman piştî çalakiyê aqlê şerê qirêj-psîkolojîk kete dewrê, navê hevrêyekê ya ku berê karê çapemeniyê dikir avêtin holê û bi vî rengî hewl dan ji nava tirsê rizgar bibin. Piştî bi 3 rojan bi daxuyaniya HPG'ê re eşkere bû ku ev yek çawa bi panîkê, bi lez û bez kirine. Qaşo îstîxbarat e, leşker e, polîs e, hemû berhewa bûn. Ya herî girîng jî derewa wan peşkere bû.

Piştre jî Suleyman Soylû bi panîkê got, '12-13 saetan bi balafirê hatine'. Hay jê tune bû lê bi vê gotinê jî propagandaya çalakiyê kir. Ji îro û pê ve her tişta ku bibêje wê tenê di çarçoveya agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de be. Jê û pê ve wê axîna mezlûman be ku heta faşîzmê di xwîna dirijîne de biqedîne.

'ŞERVANEKÎ TOLHILDANÊ'

Her tişt dişibe 30'ê Hezîrana 1996'an. Wê demê jî li hemberî Rêber Apo û gerîla êrîşên bêperwa hebûn. Çalakiya Mersînê jî di demekê de hate kirin ku li hemberî Rêbertî û gel êrîşên bêexlaq tê kirin, li çiyê jî bi her cûre çekên qedexekirî û kîmyewî êrîş têne kirin.

Çalakiya hevrê Zîlan, ruhê wê û şoqa ku dijmin piştî çalakiyê kete nav, di vir de jî tê dîtin. Her wiha divê mirov qala coş, kelecan û hesta bêhempa bike ku bi hevrêyan hemûyan re da afirandin. Ev çalakî ji xwe herî zêde di vir de dişibe çalakiya hevrê Zîlan. Bêguman mîna sala 1996'an taktîkeke nû dide şer.

Ji aliyekî ve jî dişibe çalakiya hevrê Zinar a li Enqereyê. Ew çalakî çalakiya hilanîna tola mirovahiyê bû ku li jêrzemînên Cizîrê hate şewitandin. Çalakiya li Mersînê jî tola êrişên bi bombeyên taktîk nukleer û gazên kîmyewî ye. Hevalê Abbas navê 'Şervanekî tolhildanê' li pirtûka xwe ya li ser hevrê Zinar kiribû. Hevrê Sara û Rûken jî bi heman ruhî ev çalakî kirin û navê xwe li dîrokê nivîsandin.

'EGER MIROVÊ BIMIRE, DIVÊ BI VÎ RENGÎ BE!'

Felsefeyeke me heye ku li dijî felsefeya mirinê, parastina jiyanê dike. Em di wê baweriyê de ne ku di canekî hatiye fedakirin de jiyaneke nû şîn dibe, azadî şîn dibe. Lê belê hin kêlî jî hene ku em dibêjin, eger mirin wê bibe bila bi vî rengî be. Ji aliyê felsefîk ve em ji vê re nabêjin miri, lê belê dikarin bibêjin 'eger em ê bimirin divê bi vî rengî bimirin'. Hevrê Sara û Rûken mînakên bêhempa yên vê yekê ne. Ji bo Jîna Emînî jî mirov dikare heman tiştî bibêjin ku bû sembola gerdûnî ya jin a azad û welatparêziya Kurdistanê. Wateya şehadeta wê jî bi vî rengî ye; mirovahî hemû li dora dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' gihand hev, bi vî rengî li dîrokê hate nivîsandin.

Sebebek nîne ku mirov nebêje, eger mirovê bimire divê bi vî rengî bimire!