Ji bo hilweşandina faşîzmê hîn bêhtir cesaret divê

Kes nikare bang li gel bike ku li pêşberî faşîzmê xemsar be û bixwaze ku temenê faşîzma AKP-MHP'ê dirêj bike...

Bi wesîleya destpêkirina sala 44'an a PKK'ê me hin nirxandinên li gorî tespîtên şênber kiribû. Niha jî bi destpêkirina meha dawî ya sala 2021'ê re bûyerên ku wan tespîtan piştrast dikin diqewimin.

Li kolanên Enqere, Stenbol, Îzmîrê dirûşmên "Hikumet îstifa", "Tayyîp îstifa" têne qîrîn. Jinên ku 25'ê Mijdarê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin, bi rengekî girseyî ev dirûşm qîriyan.

Eger jinan dest avêtibin karekî, ew kar êdî temam e. Yanî dawî li faşîzma AKP-MHP'ê hatiye.

Ne Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ne jî Kemal Kiliçdaroglû wê nikaribin li pêşiya vê yekê bibin asteng.

Baş e, tespîtên me yên bingehîn çi bûn?

Ya yekemîn; bi têkoşîna gel û gerîlayên Kurd û hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiyeyê re di sala 2021'ê de faşîzma AKP-MHP'ê têk çû, lê hînê hilneweşiya ye.

Du, wê hilweşîn di sala 2022'an de pêk were. Faşîzma AKP-MHP'ê ya çûyînê ye, êdî kes nikare wê li ser piyan bihêle.

Sê, ev hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê bi hilbijartinê jî dibe bi zorê jî dibe. Yanî li kolanan jî dikare bibe li ser sindoqên hilbijartinê jî dikare bibe. Herdu rê jî derbasdar e û divê muxalefeta şoreşger-demokratîk a rasteqîn xwe li gorî van herdu alternatîfan amade bike.

Ev pêvajoya guherîna siyasî niha destpê kiriye. Mîna ku hin kes îdîa dike yan jî tînin ziman, nedanîna sindoqa hilbijartinê û nekirina hilbijartinê ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve di her şert û mercî de derbasdar nîne.

Nêrîna ku dibêje, bi daxwaza xwe wê hilbijartinê neke, rast xuya dike. Lê belê her tişt li gorî dil û daxwaza Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî nabe.

Eger gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî yên derve ferz bikin, wê rêveberiya AKP-MHP'ê mîna berxikan biçe ser sindoqa hilbijartinê.

Ji xwe dema ku nîşaneyên di vî warî de çêbûn, Tirkiye yekser kete nava atmosfera ku mîna wê hilbijartin çêbibe.

Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî çiqasî bixwazin bila bêjin 'hilbijartin wê di dema xwe de pêk were'. Dema ku pêvajoya siyasî guncaw bû, ev gotin hemû wê bêne jibîrkirin û nexwazin jî wê neçar bimînin ku biçin ser sindoqa hilbijartinê.

Di vir de mirov dikarin vê nirxandinê bikin. Hêzên derve bi taybetî jî DYE û NATO eger dixwazin ku Tayyîp Erdogan biguhere jî hîn vê yekê ferz nakin.

Têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan û gelên Tirkiyeyê derb li faşîzma AKP-MHP'ê xistibe û planên wan têk biribe jî hîn negihîştiye wê hêzê ku hilweşîne.

Di rewşeke wiha de ji bo faşîzma AKP-MHP di hilbijartinê de bê hilweşandin, muxalefeta siyasî ya navxweyî divê xwedî zelalî, biryardarî, yekîtî û hêzê be. Ya ku hilbijartinên dereng dixîne ev lawaziya muxalefeta siyasî ya navxweyî ye.

Bala xwe bidinê, girseya ku niha derdikeve kolanan û daxwaza îstifaya hikumetê dike, vê bangê ji bo vê gavê bi armanca hilbijartinê dike.

Di serî de rêveberiya CHP'ê, rêveberiyên partiyên din nikarin xwedî li vê bang û daxwazê jî derkevin.

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû di her rewşeke wiha de bang li gel dike ku dernekeve qadan û li dijî faşîzmê li mala xwe lawaz bimînin. Helwesta rêveberiya ÎYÎ Partî, partiyên DEVA û Paşerojê yên ji AKP'ê qut bûne, ji vê yekê ne cuda ye.

Ya rast, AKP-MHP bi xwe li ser piyan namîne, ev rewş û helwesta qaşo yên dijberê wê, AKP-MHP'ê li ser desthilatdariyê dihêle.

Di rewşeke wiha de banga 'li hev helal bike' ya Kemal Kiliçdaroglû hewldanek ji bo paqijkirina rejîma faşîst ji qirêjiyê û restorekirina wê ye.

Eşkere ye ku Kemal Kiliçdaroglû wê nebe rêveberiyeke alternatîf a li dijî AKP-MHP'ê.

Tevî ku nîşan dide ku mîna ku dixwaze bibe rêveberî, eşkere ye ku hewldanên wî hemû ji bo mijûlkirinê ye. Dewlet jî, ew bi xwe jî baş bi vê rewşê zane.

Eşkere ye, yên ku faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin û Tirkiyeya demokratîk ava bikin, wê beriya her tiştî pirsgirêka Kurd û Elewiyan çareser bikin.

Baş e kî ne ev hêz? Bêguman Kurd û Elewî ne.

Baş e, Kemal Kiliçdaroglû ku bi xwe yekî Kurd û Elewî ye, bi navê dewletê wê bi kîjan rûyî berê xwe bide Kurd û Elewiyan û kî wê baweriya xwe bi kiryarên wî bîne?

Ev rastî divê baş bê dîtin. Li ser vê bingehê divê were zanîn ku Kiliçdaroglû ne weke hêza desthilatdariyê, lê weke hêza muxalefetê hatiye amadekirin û wezîfedarkirin.

Heta niha bi muxalefeta li Tayyîp Erdogan kir ku ew li ser desthilatdariyê bimîne. Dibe ku wê ji niha û pê ve alîkariyê ji Meral Akşener re bike û bike ku ew bibe desthilatdar.

Ji bilî vê tiştekî cuda nabe. Divê her kes, bi taybetî CHP'iyên ku dixwazin bibin desthilatdar vê rastiyê baş zanibin.

Wê demê, eger di sîstema heyî de wê guhertina siyasî bibe, beriya her tiştî divê ev yek di nava Rêveberiya CHP'ê de bi guhertina serokê giştî dest pê bike. Ya jî divê ÎYÎ Partî bibe partiya yekemîn.

Eşkere ye ku ev nebe, nepêkane ku Tifaqa Mîllet bibe alternatîfê desthilatdariyê.

Di halê hazir de partiyên DEVA û Paşerojê jî nabin alternatîf, mîna ku ditirsin ku li ber Rêveberiya AKP'ê rabin.

Di rewşeke wiha de tenê HDP li holê dimîne. HDP jî di tifaqan û yekkirina gel de têrker nîne û nikare bibe alternatîfek.

Ev hemû li pêşiya pêkhatina hilbijartineke nû ya li Tirkiyeyê astengiyên bingehîn e.

Xuya ye ne tenê faşîzma AKP-MHP'ê her wiha ev rewşa muxalefeta siyasî jî hilbijartinê dereng dixîne.

Ji ber ku saziya siyasetê nikare deriyê hilbijartinê veke, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê tenê rêyek dimîne; hêza kolanan, di serî de jin û ciwan têkoşîna şoreşgerî ya gelan.

Yên ku radibin jin, ciwan û kedkaran rexne dikin ku çima derdikevin qadan û çalakiya ji bo îstifakirina hikumetê lidar dixin, divê destpêkê li halê saziya siyasetê û neçareseriyê binerin. Ne yên ku derdikevin qadan, yên ku wan neçar dihêlin ku derkevin qadan divê sûcdar bikin.

Eşkere ye ku heta saziya siyasetê nebe çare û çareseriya bi hilbijartinê bi kar neyne, wê gel, karker û kedkar, jin û ciwan hîn bêhtir her roj dakevin qadan, çalakiyan bikin û bi çalakiyên şoreşgerî faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin.

Kes nikare bang li gel bike ku li pêşberî faşîzmê xemsar be û bixwaze ku temenê faşîzma AKP-MHP'ê dirêj bike.

Yên ku bi vî rengî bikin jî qet nabin demokrat û welatparêz. Bi vê helwesta xwe wê tenê avê li aşê faşîzmê bigerînin.

Bi gavên biçûk jî bin niha girseyên gel dadikevin qadan û ji bo pêşîvekirina li hilbijartinê banga îstifakirina hikumeta Tayyîp Erdogan kirin.

Bala xwe bidinê; Rêveberiya Tayyîp Erdogan şaş bûye; ji ber ku ji gerîla û çalakiyên gel derbên giran xwariye.

Her çend tirsa Gezî di dilê xwe de hîs dike jî hêza xwe nîne ku kiryarên xwe yên berê bike. Ji ber ku krîz ji texmînan kûrtir e û hilweşîna AKP-MHP'ê nikare bê rawestandin.

Lewma divê mîna berê neyê nirxandin, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê bi cesareteke mezin bi ser ve biçin.

Îro komên biçûk daketibin qadan jî sibe hejmar wê zêde bibe, wê veguhere girseyên mezin.

Eger îro tê xwestin ku pêşî li faşîzmê be vekirin, eger ev neyê kirin sibe dibe ku çalakiyên ji bo hilweşandina faşîzmê çalakî bikevin rojevê.

Beriya her tiştî tirs hate têk birin, ji bo hilweşandina faşîzmê girse derkete kolanan. Ji vê wêdetir wê êdî bi cesaret û nêzîkatiya afirîner bê çareserkirin.

Ji ber vê yekê divê mirov bangên pasîfîst red bikin û hîn bêhtir bi ser faşîzmê ve biçin.

Li ser vê bingehê, yên ku ji bo berxwedana antî faşîst dadikevin qadan silav dikim û ji bo rizgariya ji felaketa AKP-MHP'ê dibêjim hîn bêhtir wêrekî hîn bêhtir çalakî!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA