Heyeta HDK-DEM Partî-DBP li Hewlêrê hevdîtinan dike

Heyetek ji HDK, DEM Partî û DBP'ê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya DEM Partiyê de hate gotin, "Heyeta ji Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş, Endamê me yê Desteya Rêveberiya Navendî Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBP'ê Mûrat Sarisaç, Parlamentera me Salîha Aydenîz, Hevberdevkê me yê Meclîsa Ciwanan Rezan Kaganarslan û Nûnerê me yê li Hewlêrê Mûrat Şen li Hewlêrê hevdîtinan dike."

Hate ragihandin ku têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê li Hewlêrê bi partiyên siyasî, kesayet û rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtin bê kirin.

Heyeteke bi heman rengî beriya niha li Silêmaniyeyê hevdîtinên bi heman rengî kiribû û têkildarî pêvajoyê danûstandin kiribû.