Gerîla bi çalakiyên xwe dijmin gêj dike

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li dijî êrîşên artêşa Tirk bênavber li ber xwe didin, bi çalakiyan dijminê dagirker gêj dikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî salên dawî ji bo li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi ser bikeve, di şer de derfetên xwe hemûyan seferber dike. Dewleta Tirk ku hêza teknîkê di asta herî bilind de bi kar tîne, çekên kîmyewî jî di nav de her cûre çekên qedexekirî bi kar tîne, balafirên wê yên keşfê rojekê jî nasekinin.

Gerîlayên ku bersivê didin van êrîşan bi rêbaza nû hem li tunelên şer, hem jî li qadê bi tîmên nîv tevger çalakiyan li ser hev dikin. Gotin di cih de be dewleta Tirk gêj bûye. Li Zap, Metîna û Xakurkê gerîla hema hema her roj çalakiyan dikin.

Gerîlayên Kurdistanê teknolojiya ku artêşa Tirk pişta xwe pê germ dike, bi rêbaza demê bi çalakiyan têk dibin. Bi taybetî gerîlayên ku bi tîmên bi nîv tevger çalakiyên girîng dikin, dijminê dagirker gêj dikin. Ji ber ku balafirên keşfê yên dagirkeran rojê 24 saetan li ser qadên gerîla digerin û tevî vê yekê jî nikarin li pêşiya çalakiyên gerîla bibin asteng. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîmên çalakiyê yên gerîla, dibînin ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê asê maye.

LI NAVA GERÎLA ŞEHADET RÛMETEKE MEZIN E

Gerîla li tunelên şer çalakiyên li dijî dijmin dewam dike. Her gava ku dijmin hewl dide xwe bigihîne tunelan, li berxwedana gerîla rast tê.

Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê li cîhanê mînakeke xwe nîne. Tevî ku artêşa Tirk çekên qedexekirî bi kar tîne jî nikare berxwedana gerîla bişikîne. Li dijî gerîlayên azadiyê ewqasî êrîşên giran têne kirin, lê belê gerîla her carê dikarin pêşî li dagirkeran bigirin.

Baş e ev hêza ewladên leheng ên Kurdistanê ji ku tê?

Beriya her tiştêı gerîla ji bo jiyana azad her tiştên xwe feda dikin û di heman demê de berê xwe dane serketinê. Çavkaniya bingehîn a hêza wan jî Rêber Apo ye. Her gerîla ji bo azadiay Rêberê xwe, gel û xaka xwe şer dike.

Ji ber ku gerîlayan tehma jiyana azad kirine û ji bilî serketinê li tiştekî din nafikirin.

Gerîla bi şer û çalakiyên xwe nîşanî me dide ku mirovên berê xwe li armanca xwe be, tiştek nikare wan bisekinîne. Bi şerê gerîla em dibînin ku îradeya gel çiqasî xurt e û berxwedan jî di kîjan astê de ye. Di vî şerê giran de bêguman berdêlên giran jî têne dayin. Lê belê her gerîlayên ku şehîd dikevin ji bo hevrêyên xwe dibin çavkaniya hêzê.

Ev yek jî hêrsa li dijî dagirkeriyê hîn mezintir dike.

Gerîla ji bo armancên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bînin û tola wan hilînin dijîn. Îro her gerîlayên li dijî dagirkeriyê têdikoşin, canê xwe feda dikin. Zane ku şehîd bikeve jî wê bi hezaran hevrêyên wan bikevin şûna wan. Ji ber ku di vê têkoşînê de şehîd rûmeta herî mezin e. Zanin ku bi berxwedana ji bo mirovahiyê re bûne hêviyeke jiyana azad. Ev yek di heman demê de rûmeteke mezin e.

Berxwedana gerîla digihêje asta herî bilind û tirseke mezin berdide nava dilê dagirkeran. Lewma dema ku siya gerîlayekî dibînin jî bi dehan balafirên keşfê radikin û bi sedan bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin.

Bi vê berxwedana gerîla re serketin wê teqez misoger bibe. Ji bo ev serketin jî zû pêk were, divê her Kurdên xwedî wijdan vê yekê bibîne û ji bo têkoşînê jî çi ji dest bê bike.