Gelo em li benda çi ne?

Avrêl diyar kir ku gelê Kurd ji bo qezenckirina pêşeroja xwe divê bizane bê ka pêwîst e çi bike û got; “Li hember dewleta Tirk ya faşîst, dagirker û qirker, li hember îxanetê divê em peywirên xwe baş bizanin."

Rojnamevana Jin TV’yê Gulan Avrêl têkildarî rewş û metirsiyên pêvajoya ku gelê Kurd îro ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê bi armanca qirkirina gelê Kurd birêve dibin ji ANF’ê re analîzek nivîsand. Nivîsa Avrêl wiha ye:

“Şoreşa Kurdistanê îro qonexek gelek girîng re derbas dibe. Gelê Kurd di berê de di destê mêtingerên Kurdistanê de, destê desthilatdaran de weke pîyon dihatin bikaranîn. Lê bi saya Rêber Apo êdî gelê Kurd bûye aktorê bingehîn di cîhanê de. Îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîllayên netewa demokratîk li hember ehrîmanan şerê sedsala 21’emîn dimeşînin. Di Kurdistanê de şer gihiştiye asta herê jor ango asta zîrveya xwe.Her çiqasî şer û serkeftinên ku di hêla tevgera azadiya Kurdistanê de tê jiyankirin, berz dibe rastiya şerê Kurdistanê de zêdetir eşkere dibe. Rastiya her roj derdikeve pêşiya me jî ew e ku di Kurdistanê de şoreş kirin û şoreşgertî ne karekî ji rêzê ye. Li hember ewqasî polîtîkayên hişk yê înkar, îmha û qirkirinê kesayetek normal û seknek ji rêzê ji bo rakirina erk û berpirsiyartiyên têkoşînê nabe. Ji bo vê yekê tişta herê girîng jî ew e ku meyzekirinekê berfireh yê birdozî, felsefî û paradîgma pêwîstiya xwe ya herê girîng e ji bo me. Pêvajoya ku em tê de derbas dibin jî ji her deman zêdetir girîngiya xwe ya pêşengtiyê heye. Gerîlla pêşengtiyekê dîrokî yê serdemê dike, li hember dîrokê bi rol û mîsyona xwe radibe, berpirsiyartiyên xwe tîne cîh. Lê weke gelê Kurd em çiqasî di ferqa şerê ku tê kirin de ne? Em çiqasî rastiya vê şerê baş dixwînin? Rastiya dijminên xwe, îxaneta ku nava me de tê jiyîn rast tehlîl dikin? Heya kengê emê bêdeng bin, bibin temaşevan û bendê bimînin?

Berxwedanî, têkoşîn, şer, bawerî û qudretbûyîna ku gerîllayên azadiyê raber dikin di dîrokê de ne hatiye dîtin ne jî wê were dîtin. Bawerî û hêviyek wisan e ku li hember bi dehan cureyên çekên kîmyewî, tevahî teknîkên pêşketî yên sedsala 21’emîn şerekî giran tê meşandin. Ev eşqek wisane ku ehrîmanên sedsela 21’emîn di nava tarîtiya wan de difetisîne. Ev ne eşqa Mem-Zîn, ne jî eşqa Siyabend û Xecê ye. Ev eşqa Zîlanbûn û Egîdbûnê ye.

Neyar êrişên xwe yên li ser me weke navê “şerê rizgariyê a duyemîn” bi nav kir. Bi vê awayî jî tevahî derfetên xwe, bi hevkariya sazî û avahiyên xwe ketiye nava êrişekê hov de. Dewleta Tirk ya faşîst û qirker bi tena serê xwe bi ti awayî nikare gerîllayên azadiyê. Ne di wê de ew hêvî, bawerî û ne jî ew wêrektî heye. Ger ku piştgiriya NATO, tevahî hêzên desthilatdar û noker, îxaneta PDK’ê nesitîne nikare ewqasî şer jî bike. Ji xwe êdî ev rastî eşkere ye. Lê rastiya şerê ku niha li Zapê tê meşandin da diyar kirin ku wê tu hêz nikare bi tevgera azadiya Kurdistanê. Rastiya şer, rastiya herî xedar e. Em tevahî gelê Kurd di nava vê şerê de ne bila kes xwe nexapîne û xwe ji derveyê vê şerê nebîne, şer ketiye nava mala me.

Em baş bizanin ku di serî de PDK, dewleta faşîst û qirker ya tirk, NATO, tevahî hêzên navdewletî sondxwarê  gelê Kurd in tevahî armanca wan ew e ku cardin ji nû de sedsalek bê Kurda bê Kurdistanê dizayn bikin. Lê em baş bizanin ku leystok, komplo û şerê ku niha li ser Kurda tê meşandin ji hemû şerê sedsalên derbasbûyî xetertir e. Lê em weke Kurd ne di wê ferqê û zanabûyînê de ne. Ger ku em di wê zanabûyînê de bin em ê li gor wê yekê jî jiyana xwe rêxistin bikin, parastina xwe bi hêz bikin û bi zanist jiyan bikin. Ya jî em ne di wê ferqê de ne ku plan û hesabên li ser me tên meşandin plan û hesabên sedsalane. 

Dewleta faşîst ya dagirker û hevkarê xwe yê dijminê Kurdan PDK plan û hesabên kiribûn pêk nehat, ji ber vê yekê niha jî hesab û planên cudatir dikin. Ji dîroka PDK’ê em baş dizanin ku ji bo ku gelê Kurd di tekoşîn û berxwedaniya xwe ya ji bo rizgariya netewî de bi ser nekeve her tim bi dijminên gelê Kurd re ketiye nava hevkariyê. PDK ketiye di nava îxanetê de û êdî xilas bûye. Em baş dizanin ku niha şerê PKK û yê dinyayê tê meşandin. 

Ji bo ku em bikaribin pêşeroja xwe qezenç bikin, ya girîng ev e ku pêwîst e weke gelê Kurd em çi bikin. Li hember dewleta Tirk ya faşîst, dagirker û qirker, li hember îxanet û nokertiyê erkên me yên şerê gel ê şoreşgerî û berpirsartiyên me çi ne em baş bizanin. Bi taybetî jin û ciwan pêwîst e bi erk û rola xwe rabin pêşengtiyê ji dema heyî re bikin. Komkujiya ku ji hêla dewleta Tirk ya faşîst, qirker û PDK’ê ve li Bamernê pêk hat her çiqasî gelek aliyên wê yên cuda hebe jî lê rastiya şerê qirkirinê ya ku li ser Kurdan kirine armanca xwe radixe berçavan. Weke gelê Kurd beriya her tiştî em bikaribin ev îxaneta di nava me de heye pûç bikin. Weke gelê Kurd pêwîst e her yek ji me ji bo parastina welat, ax û gerîlayên xwe bibe îstîxbaratek bi hêz û zanist. Bila mejî, dil û rihê me ji bo me kar bike, ne ji bo dijmin. Em êdî bi lawaztiyên xwe dijminên xwe bi hêz nekin. Ger ku dijmin topyekûn bi ser me de tê ew dem em jî topyekûn berxwedan û têkoşîn bimeşînin. Em ji bîr nekin hesap û planên gelek qirêj, yên dîrokî ser me hene û tên meşandin. Weke gelê Kurd em van plan û hesapên ser jiyan û pêşeroja me tê kirin em jî bi yekitî, hevgirtin, têkoşîn û berxwedaniya xwe ya bi rih û fikrê hişmendiya pêngava şerê gel ê şoreşgerî têkbibin. Bendêmayîn, temaşekirin mirin e, em bi destê xwe xwe nekujin û tune nekin.”